Stres

Stres bûye parçeyek ji jiyana mirovan, parçeyek ne baş û xerab. Bi taybet li bajarên mezin stres meriv ji taqat dixe û dibe sedema nexweşîyên mezin. Giranbûna şertên jiyanê, çûn û hatina kar, mezinkirina zarokan û kişandina derdê wan, pirsgirêkên malbatî û civakî, gava ev tev dikevin ser hev meriv bike neke di nava stresê de dixeniqe û ji taqat dikeve, nexweş dibe.
Ji bo rêlibergirtina stresê gavên herî girîng ev in:
* Xwe û sedemên ku dibin sedema stresa we binasin.

* Têkilîyên baş bi derûxorê re deynin, dora xwe baş binasin.

* Bedena xwe kontrol bikin, nehêlin bedena we radestî stresê bibe.

* Bi pîvan xwarinê bixwin, xwe bi xwarina zêde newestînin û zirarê nedin bedena xwe

* Karê îro nehêlin sibê. Gava kar tev ket ser hev, mirov di binde dikeve.

* Nebin koleyê demê. Ji tiştên ku hûn nikariin bikin re bêjin:Na!

* Xwe mezin nekin û nebêjin “ez karim her karî bikim”.

* Li rehetîya canê xwe binerin, zêdeyî giranîya xwe nekevin bin bar.

 

About The Author