Gelo?

Devliken Kelogirî

Gelo divê ewil em bi dijminên xwe re şer bikin yan bi xwe re?

Dijminên me, bi salan e ji bo qirkirina me, çi ji destê wan hat, texsîr nekirin, texsîr nakin û ew ê texsîr nekin…

Netewek bi zimanê xwe heye. Zimanê wê netewê, ji bo wê netewê bask in.

Netewek, bi zimanê xwe dibe xwediyê nirxên xwe.

Û dijmin biaqil in, em ehmeq!

Ligel biçûk mezin, jin mêr em hemû stratejîk tevdigerin jî, haya me ji stratejiya dijminê me tune ye. Stratejiya me, tenê peyveke têrqure ye li ser zimanê me.

Dijminên me bi salan êrişî me kirin.

Lê bi awayekî stratejîk.

Armanca stratejiya wan, qirkirina me; armanca stratejiya me jî, tenê xwe xapandin bû û ew xapandin jî tenê xizmet bû ji bo stratejiya wan.

Dijmin, bêyî ku me ji bêhişiyê hîşyar bikin, dest avêtin zimanê me; ew bûn stratejîk, em man stratejîkomîk…

Zaroktiya me, di dibistanên xwe de emirqutî kirin. Bi salan, bi perwerdehiyeke zalimane û stratejîk, zimanê me li ber çavên me kirin marekî reş û pê bi me vedan. Ziman li me pûç, kesayet li me qûnde kirin.

Dêyên me ber xwe didan. Heya ji destê wan dihat, li hember sîstema asîmilasyonîst, dibûn kele, birc, beden, bend, dîwar. Pirê me bi xêra ked, kurdayetî û berxwedana wan dêyan ji nav destên dijmin, ji jahra dijmin filitîn. Lê pirê me jî jardadayî bûn. Ked û kurdayetî û berxwedana dêyan jî fêde nekir; ji dest çûn. Bûn wek dijminên xwe û ji dijminên xwe bêtir zirar û xisar dan ziman û nirxên xwe. Û hîn jî didin bi awayekî stratejîk…

Dê ji dest çûn…

Û dijminê me bi ser ketin!

Li hember sîstema qirêj û asîmilasyonîst, dê kele bûn, birc bûn, beden bûn, bend bûn, dîwar bûn. Lê dijmin, ew kele, birc, beden, bend û dîwar bi ser serê me de hilweşandin. Siberoja me, bi destê dêyên me tarî kirin, tarî dikin.

Em têk çûn, lê bi şeraba bêhişiyê xwe serkeftî û serfiraz hîs dikin.

Îro em qala pêncî milyon kurd dikin.

Ji wî pêncî milyonî, bîst û pênc milyon, bi zîhniyeta xwe yî qirêj û beravêtî, hêjayî ser sergo ne.

Û nêviyê din jî li nêzîka sergo kon vegirtiye.

Heya mirov xwe nas neke, dijminê xwe jî nas nake.

Û heger tu xwe nas nekî tu yê nikaribî bi dijminên xwe re jî şer bike.

Divê ewil em bi xwe re şer bikin. Nakokî û tevliheviyên di dil û mejiyê me de kesayeta me dikuje.

Dijmin, tecawizî kesayeta te kiriye, kesayet li me qûnde kiriye. Pêwist e ewil em li xwe vegerin. Kesayeta ku qûnde bûye, bicebirînin û xwe ji wan nakokî û tevliheviyan rizgar bikin.

Ziman e, kesayeta me…

Nirxên me ne, kesayeta me…

Çandiniya-kultûra me ye, kesayeta me…

Wêje, huner, folklora me ye, kesayeta me…

Û dijmin, ev hemû dîl girtine.

Xwerizgariya me, wê bibe têkçûyîna dijminên me.

Divê em xwe rizgar bikin.

About The Author