Qeza!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Devliken Kelogirî

Li ser rêya Urfayê şifêrekî tirê ku bi eslê xwe ji Urfayê ye û gurzek simbêl li ber bêvila wî ye, paşpaşîko li qûna texsiya nîvcamêrekî ji Bursayê dixe.
Axir;
Her du şifêr jî mekînên xwe li qiraxa rê disekinînin û pev diçinin.

Qûnekê bûrsayî bi tevger û hereketên nermik dibêje; “Te paşpaşîko li texsiya min qewimand. Ez ê anuha telefonî polîsan bikim; ez ê te di qereqol û hefsan de birizînim. Hindik mabû te ez bikuştima…”

Simbêlmelkisê urfayî hêrs dibe, dibêje; “Temam heyran! Meseleyê dirêj neke. Zirara te çi ye, ez ê bidim. Hela hela!”
Qûnekê bûrsayî ji ser a xwe danayê û her xwe li erdê dixe; “Na na, va ye ez ê li parêzerê xwe bigerim. Ez ê te di mahkemeyan de perîşan bikim.”

Simbêlmelkisê urfayî dibêje; “Min dîn neke! Ma peyv bi serê te de nare? Ez nereviyame; zirara te çi ye ez ê bidim. Bes bike kewtelewt…”

Qûneka bûrsayî bi şêwaza xwe yî nermik û germik birebira xwe dewam dike; “Ez ê te di mahkeme û hefsan de perîşan bikim, birizînim. Ha va ye ez li parêzerê xwe digerim…”

Simbêlmelkisê urfayî lê dinêre bi derewa ye û ji peyvê fêhm nake. Hêrs dibê û destê xwe lê bilind dike, dibêje; “Min ji dîn û îmanê dernexe. Ez rabim ez ê di qûna te nim; qûnê li te bikim xeraca Urfayê haa!”

Piştî vê gotinê, qûnekê bûrsayî wek her car dîsa bi liv û tevgerên xwe yên nermik û germik dibêje; “Weleh tu nikarî min bi van gotinên xweş bixapîne. Ez ê ji pêxîla te nekevim…”

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: