Xaltîka Fatê û simbêldimso

Xaltîka Fatêêêê


Derdekî min gelekî giran heye. Ez nizanim çilo ji te re bêjim. Ez Mêrekî Kurd im. Ya rastî, Kurdekî bi simbêl û serbilind im. Min wilo ji bav û kalê xwe dîtiye. Yanî her mêrê Kurd pêwiste simbêlên wî hebin. Simbêlên min dirêj û wek kezîyên dîlberekê xweşikin. Ez wan seh dikim, hine dikim, serê wan bi dimsê hişk û tûj dikim.

Heya vir hertişt xweş û rin d e. Lê belê wextê ez derdikevim der ev bênamûsên Tirkan dibên qey ez jî ji wanim û silavan didin min. Ez silava wan venagerênim lê serê min dikeve belayê. Û dema ez û hinek Alaman bihevre şer dikin sixêfan ji min re dibêjin û dibên pîs TIRK. Îcar ez mame heyirî. Ez simbêlê xwe jêkim wê bapîrê min bê xewna min û ez wa berdim divê ez hinek kesan bikujim.

Ez ketim tor û bextê te. Ez wek hinek xwendevanên te nifiran li te nakim û sixêfan ji te re nabêjim. Ez qedr û qimetê te gelekî zanim. Xwedê te ji ser serê me kêm neke. De icar ez û simbêlê xwe li vir li benda şîreta te me. De ez bi gorî! 


Mahmûdê simbêldirêj / Almanya

———

Lao Mahmûdê simbêlboq, malneketo, min simbêl dîtin lê simbêlên bi dims nedîtine ha. Hey min di simbêlên te de mîzto, law ma simbêl û dims oxlim?

Malneketo, carna bê simbêlên xwe ne bi dimsê, lê bi şîrêza (zemq) Japonî tûj bike ji bo simbêlê te wek xiyarên Mêrdînê rep û xweşik bibin berxê mino! Ne hewceyî tu ji risqê zarokên xwe dimsê bidizî û pê simbêlê xwe tûj bikî. Heger tu dixwazî go Tirk silavê nedin te, wî çaxî simbêlê xwe kesk û sor û zer boyax bike û carna jî sûretê serok Apo li ser simbêlê xwe çêke. Bi vî awayî yan wê Tirk silavê nedin te û yan jî wê te bikujin û tuyê ji wan xilas bibî.

Te go Alman ji te re dibêjin „pîs Tirk“?

Waaa!

Ê lawo xwedê daye te lê tu nizanî bixwî haa, qebrax!

Ez ji dêvla te bim, ezê liser anîya xwe binivîsim „Almanya a Tirkan e!“ û simbêlê xwe babidim. Belkî bi xêra te Alman bibin dijminên Tirkan û alîkariya me Kurdan bikin qurban.

Tu bi ya xaltîka xwe bike. Simbêlê xwe wek şûrê Hz. Elî tûj bike, wek Tirkekî êrîşî Almanan bike da Tirk û Alman têkevin nav hev, qira hev bînin û di kefenê 101 bavê hev nin.

Te fêhm kir simbêldimso!

Bi xwedê û pêxember, wê navê te têkeve dîroka dinyayê û heta însanetî hebe wê ji te re bêjin Mahmûdê Simbêldims!

Tew belkî tu xelata Nobelê jî bigrî haaa!!!

About The Author