Aha ji we re pisîkek demokratîk

Kevîn Kurdson

De werin li vê ecêba xwedê binerin. Xanima bi navê Nano xwe wek pisîkekê dibîne, bawer dike ku ew bi xeletî çêbûye û di bedena wê de ruhê pisîkan heye.

Xanima germik û nermik a Norwêçî Nano, bawer dike ku ew bi xwe pisîk e, lê di bedena mirovan de hatiye hepiskirin. Nano ya 20 salî, ji 16 salîya xwe ve wek pisîkan dilive, wek pisîkan dimeşe û dike mîyaw mîyaw. Xanima pisîk Nano, dibêje ku „Ez bi şevê û di tarîyê de baştir dibînim û ez ji pisîkan zêdetir bêhnan dikim“ filan û bêvan.

Pisîka germik û nermik Nano, dixwaze jiyana xwe wek jiyana pisîkan bidomîne û heta niha bi sedan mişk girtine. Li gor tê gotin, mişkên Norwêçê ji ber pisîka Nano ketine helakê û sibê heta êvarî nifiran lê dikin.

Nano jî wek pisîkan ji kûçikan ditirse û bi psîkolojîya pisîkan xwe ji seg û kûçikan dûr dixe. Hevalên wê dibêjin ku ew bi Nano re wek pisîkan diaxivin, ango bi zimanê mîyaw mîyaw pê re didin û distînin.

Îcar gelî xwendevanan, pisîka me Nano pisîkek germik û nermik e, xweşik û seksî ye, jêhatî ye û di girtina mişkan de yek û yek e. Heke hûn li pisîkên jêhatî û bikêrhatî digerin, hewce nake hûn herin bajarê Wanê û pisîkên Wanê bikirin.

Em wek Lotikxane karin heftê rojekê pisîka xwe Nano bi kirê bidin we û hûn jî karê xwe bi hev biqedînin. Îcar hûn wê wek pisîkê bi kar tînin, hûn pê mişkan didin girtin, yan hûn wê wek cêrî bi kar tînin, em karin biaxivin û li hev bikin wesselam…

Oslo

img2.thejournal.ie

kedier

About The Author