Yan PYD û yan ez, dikim qurban gund û pez

Firildeq Elî

Belê, xuyaye PYD û YPG ji sayin Kasimpaşalî Erdogan re bûye kabûsa xewnên şevan. Li gor tê gotin, sayin Erdogan ji tirsa ku wê PYD û YPG bên xewnên wî, xew nakeve çavên wî û wek cinên ku ji hesin bitirse, ji PYD û YPG ditirse. Ne li ser bextê me be, li ser bextê Fûat Avnî û Twîtterê be.

Li gor fitne û fesadên Dengê Amerîkayê (VOA) dibêjin, Serokomarê Tirkîyê Erdogan di vegera xwe ya ji welatên Amerîka Başûr de ji rojnamegeran re axivîye, çend lotik avêtine û rexne li Amerîkayê, bi taybet li Reşo Beşo Obama girtiye. Cîgerim Erdogan di balafirê de bersiv daye pirsên rojnamegeran û gotiye: „Divê rêveberiîya Waşingtonê di navbera Tirkîye û PYD de hevkarekî hilbijêre qardaşim. Ev çi hevkarî ye babam, ezê çawa bawerîya xwe bi we bînim? Ma ez hevkarê we me yan terorîstên Kobanê hevkarên we ne?“ û pê de çûye.

Dibêjin Erdogan axîn û keserek kûr kişandiye, serê xwe hejandiye û di derbarê serdana Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk a li Kobanê û wergirtina plaketekê ji destê lotikvanê YPG Polat Can jî gotiye: „Ez bi serê bavê we kim, emê vê rêxistinê li her derê wek rêxistinek terorîst bidin naskirin û tirrê jê berdin. Heke em wisa nekin, wê ziyan li me bibe û ewê tirrê ji me berdin“ û li sînga xwe xistiye.

Ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvanan, PYD û YPG bûye kabûs û tirsa dilê Tirkoleran. Lê çi hikmet be Beşar Esad ê gerdenelokî ne ji PYD ditirse û ne jî ji YPG. Erdogan ji PYD û YPG ditirse ku kantonên Rojavayê Kurdistanê bike yek, Kurd xwe bigihînin Derya Spî û ev jî rê ji yekîtî û serxwebûna Kurdistana mezin re veke. Û Beşarkê me jî ji wan natirse ji ber ku ew Sûrîyeyek demokratîk dixwazin û halî hazir behsa federasyon yan jî serxwebûnê nakin.

Ê de ya bi xêr…

Hema çi û kîjan li xêra Kurdan be, xwedê wê qebûl bike û xelas…


Stenbol

About The Author