Xwedê bi ser de barandiye

Şifêrê Otobozê

Dibêjin „Go xwedê bide nabêje tu kurê kê yî“. Îcar xuyaye ev jî mesela me û Serokkomarê Tirkîyê cîgerim Erdogan e.

Xwedê bi ser Erdogan de barandiye, Hûn bêjin tac û text, hûn bêjin meqam û desthilatdarî, hûn bêjin pare û zêr û zîv, hûn bêjin birc û sera, hema çi bê bîra we xwedê bi ser de barandiye allahwekîl. Tew ji xwe em behsa jinik û minikan nakin. Em nakin ji ber jinên ku xwe pêşkêşî wî dikin pir in û zilamên ku keç û jinên xwe jî dikin bi qurbana lotikek wî, pir û zêde ne. Hem jî miftî belaş..

Ez bawerim bereketa ku rebbê alemê bi ser Erdogan de barandiye, li ser kêm kesan barandiye.

Ê de kerem bikin û binerin bê qird û qismetê wî çiqasî fireh û vekirî ye. Heçê bi Tirkî zanibin bela bixwînin û nav şeqê xwe bifirkînin qurban…

Konya

eyup sabri

FB

geldese

kubra Kopie

meryem

marsel

marsel1

About The Author