PYD li Rûsya lotikek demokratîk avêt, kilîlîlî!

Bengîn Elegez Belê, PYD li Rûsyayê lotikek qerase avêt û deng bi xwe xist. Bi vê lotika PYD dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş bû. Bi taybet...

Bengîn Elegez

Belê, PYD li Rûsyayê lotikek qerase avêt û deng bi xwe xist. Bi vê lotika PYD dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş bû. Bi taybet evê lotika PYD xew li Tirkan herimand û tirek ji tirên bergîlan mezintir ji wan berda.

Roja Çarşema 10.02.2016an, li paytexta Rûsya Moskovayê, Rêveberîya Xweserîya Demokratîk lotikek demokratîk avêt û nûnertîya xwe bi fermî vekir. Nûnerê Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Moskovayê Rodî Osman e. Li gor tê gotin wê ev nûnertî wek balyozxaneya Rojavayê Kurdistanê li Rûsya dest bi kar û xebatên dîplomatîk bike û tirê ji dîplomasîya demokratîk û nedemokratîk berde.

Çima ku di ode û mezelên nûnertîya demokratîk de nexşeya Kurdistana mezin hatiye daliqandin, agir bi navran û şerwalê Tirkan ketiye û virikî bûne. Daliqandina nexşeya Kurdistana mezin û yekgirtî Tirk bê eraq serxweş kirine û ji mêranî ketine. Tirk gîhane wê bawerîyê ku PYD û YPG ne tenê doza Sûrîyeyek demokratîk dikin, lê di bingeha xwe de armanca wan Kurdistana mezin û yekgirtî ye. Li gor Tirkan, YPG li Sûrîyê dixwaze kantonan bigihîne hev û xwe bigihîne Derya Spî. Û piştre jî wê federasyon yan jî serxwebûnê bixwaze û wê rê ji Kurdistanek serbixwe û yekgirtî re veke.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, di ofîsa nûnertîya Rêveberîya Xweserîya Demokratîk de daliqandina nexşeya Kurdistana mezin û yekgirtî nîşana xêrê ye. Hinek dibêjin “taktîk e” û hinek jî dibêjin ” ez bi serê bavê we kim ne taktîk e” û di nav şik û gumanan de diçin û tên.

Werhasilî kelam, taktîk e yan stratejî ye nizanim. Lê tiştê ez zanim di dilê her Kurdekî de Kurdistana mezin û yekgirtî heye û xelas..

Moskova

pyd-temsilciligi

Categories
Bengîn ElegezKadînQuncik
No Comment

Leave a Reply

*

*

RELATED BY

  • STRANA MEZRA BOTAN

    Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê...
  • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

    Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
  • Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

    Hesen Almas Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê “Chobanî” ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye...
  • Ekolojîk hevaller

    Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar...
Lotikxane