Nexweşîya şekir

Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf’ê Pankreas’ê çêdibe. Ev lûf (bez – paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du şikil in.

1-) Lûf’ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok’ên (kanal – rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf’a tif’ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf’a aşik’ê, maddeyên avê valadikin êş. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan’î ne. Bi riya van heyvan’an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.
2-) Lûf’ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf’ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laş de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf’ên stû, lûf’ên ser Gurçik’an û.w.d.

Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re “Însulîn” tê gotin. Nexweşiya şekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê. Erka hormona Însulînê ev e ku, şekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, şîr) li bêjingê xe, wan di laş de bişewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê, şewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexweşiya şekir.

Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexweşiyên lûf’ên hormon û damaran jî heye. Wek: Lûf’ên hormon û damarên dil, aşik, kezeba reş û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexweşiya şekir peyde dibe. Di nexweşiya şekir de ji xeynî Pankreas’ê, hinek lûf’ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, şekir baş naşewite û di laş de hinek nexweşiyên din jî dest pê dikin.

Ji aliyê din, di peydebûna nexweşiya şekir de, hinek tiştên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. şekir û nişadir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de dişewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê şewatê de, şekir bi temamî dişewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laş de maddeyên bi zirar namînin. Ji bo ku şekir qenc bişewite, divê di nava xwînê de hormona însulîn’ê hebe. Ji ber ku di nexweşên şekir de însulîn kêm heye, şekir tam naşewite û di laş de kom dibe. Zêdebûna şekir, bi şekirê nava xwînê kifş dibe. Di nava xwînê de tim hinek şekir heye ku, jê re xwîna şekir tê gotin. Nîşana şekir di xwînê de kifş dibe. Di mîzê de şekir dîtin ne hevqasî ewlekariye.

Hinek mirov hene di mîza wan de şekir heye lê di xwîna wan de tuneye. Nexweşiya bingehîn a şekirê xwînê ye. Hinek mirov nexweşên şekir’in lê di mîza wan de şekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweşiya şekir nexweşiyek tevlihev e. Kifşbûn û ewlekariya vê nexweşiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram şekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram şekir peyde dibe. Lê di nexweşên şekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baş Însulînê nade. Di van nexweşan de bi zikê birçî, di xwîna wan de 0,15 – 0,30 şekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarnê dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in şekir baş naşewite û nakeve rewşa xwe a normal. Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laş tije şekir dibe û jehriya şekir dest pê dike.
Însulîn dihêle ku şekir di laş de bişewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku, Însulîn şekirê zêde di laş de depo dike. Ev şekir di kezeba reş û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev şekir di rewşa xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn baş naxebite, laşê mirov nikare şekirên cîgir jî biafirîne.

Girîngiya vî tiştî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê şekir naşewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaşên ku, bi xwarinê re dikevin nav lêş, baş bi kar nayên. Rûn û tewaş jî dişewitin û kaloriyê didin. Bi wê şewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava şekir neşewite û çêkirina Glîkojenê raweste, ev rûn û tewaş jî tam naşewitin û nahilin. Ji nîvşewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laş de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di laş de jehrî û bêhişketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.

Li elametên diyabetê miqate bin

Nexweşiya şekir li dinyê sal bi sal zêdetir dibe. Ji her sê kesan nexweşek bê ku hay ji cidiyeta nexweşiya xwe hebe wek ku tu tişteq neqewimîbe jiyana xwe didomîne. Glîkoza (şekir) ku bi miqtarek zêde di damarên nexweşên diyabetê de heye dibe sedema hişkiya damar û nahêle ku xwîn qasî pêwîste biçe ser dil, ev jî dibe sedema qrîza dil û mirinên kardiyak ku bi derbekê tê. Ligel vê xeterê ji her sê nexweşan yek kes bê ku zanibe di bin rîskek wiha de ye jiyana xwe didomîne.

Elametên nexweşiya şekir

Gelekî û zû birçîbûn

Bi awayekî zêde xwestika xwarina şêraniyê

Kilo stendin û gelek av vexwarin

Zuhabûna dev

Zû westandin

Ji nişka ve jar bûn (kilo dan)

Bilindbûna tansiyonê

Bi zahmetî kewandina birînên çerm

Zêde derketina destavê

Zuhabûna çerm

Di dest û lingan de xur

Qaîdeyên ku divê lê bên miqatekirin

Her sal çavên xwe bidin kontrolkirin

Di her sê mehan carekê de tahlîla îdrara (mîza) xwe bikin

Di her şeş mehan carekê de kontrola dil û damaran bibin

Ger nexweşiyên sinir bi we re peyda bûbe, serî li textorekî bidin

Dest û lingên xwe kontrol bikin û ger nexweşiyek peyda bû serî li dermatologekî bibin

Ger tu ducanî bi (bi halekî ) an dixwazi bibi, bi textorê xwe bişêwire

Cigarê nekişînin û ji alkolê dûr bikevin

Ger piştî hemû tedbîran hûn hizûrê nabînin, serî li psîkologekî bidin.

diabetes2

About The Author