Werin li ber destê Şêx Kaûr tobe bikin

Raca Xan

Harnaam Kaûr ji 11 salîya xwe ve bi nexweşîya „Sendroma Polîkîstîk“ ketiye. Ango hormonên wê xirabe ne û ev jî dihêle ku pirça wê zêdetir bibe.

Harnaam Karû di dema xwendekarîya xwe de ji alî hevalên xwe ve tim û tim dibû mijara tinaz û henekpêkirinê. Lê piştî demekê êdî biryar da ku rîh û simbêlên xwe berde û guh neda kesekî.

Harnaam Karû îro yek ji wan jinên cîhanê ye ku bi rîh û simbêl e. Û qet ne xema wê ye. Rîh û simbêl jê re bûye wek nîşana mêranî û serbilindîyê. Lê xwedê heye, Harnaam Karû ji şêxên Erebên qûnreş bi gellekî bedewtir û spehîtir e. Meriv dibêje hema mero rabe û rûnê û ji xwe re lê binere. Tew meriv dil jî dikevê allahwekîl. Ewqasî ku bi rîh û simbêlên xwe lihevhatî û xwînşîrîn e.

Axir…

Li gor fitne û fesadên Hindistanê dibêjin, dibêjin piştî berdana rîh û simbêlan, Harnaam Karû xanimê biryar daye ku dest bi şêxîtîyê bike û gunehên xelkê dawşîne. Û li gor xwenda û alimên olên cîhanê jî dibêjin, xwedêgiravî tobekirina li ber destê şêxek jin yek û yek e, ne guneh bi meriv re dimînin û ne jî mêş bi mêşîtîya xwe karin xwe li ser meriv deynin. Ewqasî ku tobekirina li ber destê şêxek jin xêr û bimbarek e.

Îcar tembîya min li we be qurban, dev ji wan şêxên Erebên qûnreş û devgennî berdin. Bi namûsa mêrên çê, tobekirina li ber destê Şêx Harnaam Karû xêra bi sed xêrî ye û yekser derîyê bihuştê li ber we vedibe.

Ji min gotin heyran..

Îcar hûn li ber destê Şêx Harnaam Karû tobe dikin, yan li ber destê şêxên Erebên devgennî tobe dikin, ji vî ve û hûn sax…

Hindistan

samur11

samur8

samur7

samur6

samur

About The Author