Siyasetek bi xîret

Nûrî Çelîk

rp_nuri8.jpgBav û kalên me ji berê de gotine “Çavê li derîya xwelî li serîya”. Ev gotin ne tenê ji bo parskirin, parsekî, yan jî xulamtîyê hatiye gotin. Herweha ji bo şexsîyetê, serbixwebûnê û xîretê jî hatiye gotin. Kesên ku çavên wan li derîyên xelkê yan li destên xelkê be, heta bi mirinê jî wê nikaribe xwe ji derîyên wê dergehê, wê dezgehê, yan jî ji derîyên wê partîyê azad bike. Ev hem di jiyana şexsî de wilo ye, hem jî di jiyana siyasî û leşkerî de wilo ye. Ev tê wê wateyê ku gava meriv di jiyana şexsî, malbatî, siyasî û herweha leşkerî de bi cîhekî, bi dergeh, dezgeh yan partîyekê ve girêdayî be, meriv nîrê wan dixe stuyê xwe û hew jê azad dibe. Çawa ku mirîdên dergehekê bi şêxê xwe ve tên girêdan û heta şêx nebêje mirîd nikare azad bibe, meriv jî dikeve heman rewşê. Û ku meriv ket heman rewşê jî, meriv nikare kar, xebat, şer yan jî siyasetek serbixwe û bi xîret bimeşîne.

Rewşa hinek kesayet, rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê li holê ye, li ber çava ye. Heke em PKK bidin alîyekî, rewşa hinek rêxistin û partîyên din bûye wek rewşa mirîdên dergeha şêx. Bê îcazet hew karin siyasetek serbixwe û bi xîret bimeşînin. Bi taybet rewşa PDK-T (dixwazin bêjin PDK-Bakur, çi dibêjin bêjin) bi vê rewşa xwe, bi vê siyaseta xwe ya bi îcazet, hem ji Kurdên bakur re nikarin xizmetek bi xêr û bêr bikin, hem jî ji dost û brayên xwe yên başûr re, bi taybet ji PDK û Serok Barzanî re dibin bar, dibin barekî giran.

PDK-T ji sala 1965an û heta bi îro mixabin siyasetek bi îcazet kiriye û meşandiye. Heta îcazet û destûr ji KDP a başûr û Barzanî nestendiye, gavek bi pêş de neavêtiye. Û ji ber vê yekê jî wek merivên seqet û lenger, siyasetek şikestî û nîvco kiriye. Bi paş de çûye, lê bi pêş neketiye. Doh wilo bû, îro jî xuyaye heman tişt e. Heta ji başûr, heta ji PDK û Barzanî îcazeta xwe nestînin, ne karin siyasetek serbixwe û bi xîret bikin, ne jî karin bibin yek û di bin sîwanekê de bicivin. PDK a başûr û Barzanî ji herdu alîyan re (ji PDK-T û PDK-Bakur) re bûye wek mohra Nebî Silêman û herdu alî jî dîsa bi wê mohr û îcazetê heta vê kêlîkê jî şer û dijminatîya hev dikin. Herkes dibêje “mirîdê wê dergehê ez im û me îcazeta xwe ji Serok Barzanî stendiye”. Helbet wefadarî, rêz û qîmet tiştek e û siyaseta bi mirîdatî û îcazetî tiştekî din e. Bratî, dostanî û hevkarî tiştek e û siyaseta bi îcazet tiştekî din e. Ez bawer nakim ku Serok Barzanî jî ji vê helwesta mirîdatî û siyaseta bi îcazet hez dike û pê kêfxweş e. Siyaseta bi îcazet hem barê Barzanî girantir dike, hem jî sivikbûn û xeşîmîya siyaseta PDK-T eşkere dike. Ev jî ne di xêra herdu alîyan de ye, xizmetê ji herdu alîyan re jî nake.
Wek me li jor jî behs kir, PDK-T ji 1965an ve siyasetek bi îcazet meşandiye û xuyaye îro jî dimeşîne. Ji ber vê siyaseta bi îcazet, TKDP paşde çûye û pêş de neçûye. Sedema ku di kongreya sala 1977an de xortên KDP-T wek KUK derketin meydanê, xurt û geş bûn, pêşketin û berfireh bûn, ne mesela sosyalîzmê bû. Sedema herî mezin ew bû ku KUKê xwest siyasetek bê îcazet, siyaset û tekoşînek serbixwe û bi xîret bimeşîne û meşand jî. Sedema xurtbûn û mezinbûna KUKê ev helwest bû, siyaset û tekoşînek serbixwe û bi xîret bû. Û ji ber vê helwesta xwe, ji ber siyaset û tekoşîna xwe ya serbixwe, bê îcazet û bi xîret, mixabin KUK hat parçekirin, nîfaq xistin nava wê û bi destên kadroyên îcazetperest ve hat tunekirin.

Wek tê zanîn, PDK-T (yan jî PDK-bakur) ji ber sedemên şexsî û kesayetî, ji 2010an û pêve di nava xwe de parçe bû. Ev parçebûna ku li ser bingehê şexsî û kesayetî çêbû, ziyanek mezin da PDK-Bakur û ev parçebûn heta bi îro jî didome. Lê di 4ê Nîsana îsal de hinek alî û grûbên ku xwe nêzîkî PDK didîtin, biryar dan ku di bin sîwana PDK-T de bibin yek û xebata xwe bidomînin. Helbet dil dixwaze ku yekîtîya PDK-T bibe sedem û wesîle ku li bakurê Kurdistanê xeta netewî bihêztir bibe û alternatîfek netewî pêk bîne. Helbet dil dixwaze ku PDK-T bi vê yekîtîya xwe cîhê xwe di qada siyasî de bigire, siyasetek çalak û siyasetek Kurd û Kurdistanî bimeşîne. Û helbet dil dixwaze ku herdu alîyên PDK-T yê (yanî PDK-Bakur) dev ji pirsgirêkên xwe yên şexsî û kesayetî berdin û bi aqlêselîm yekîtîya xwe pêk bînin. Lê em tên û dîsa li mijara îcazetê diterpilin û tê dialiqin. Îcazet û siyaseta bi îcazet dîsa wek astengekê derdikeve pêşîya me û pêşîya PDK-T yê.

Wek tê dîtin û eşkere ye, herdu alîyên PDK-T îro jî bi îcazetê siyasetê dikin. Herdu alî jî xwe wek parêzer û canfedayên rêbaza M. Barzanî dihesibînin. Û mixabin li ser navê wê rêbazê jî şer û dijberîya hevdu dikin. Herdu alî jî bi vê îcazetê dixwazin dupat bikin ku yek ji yê din çêtire û zêdetir parêzerê Barzanî ne. Halbûkî bi vê helwesta xwe hem rê li ber pêşketina xwe digirin, hem jî ji niha ve eşkere dikin ku ewê bi vê siyaseta xwe ya îcazetwarî nikaribin bi pêş bikevin û li bakurê Kurdistanê alternatîfek xurt ava bikin. Û bi vê siyaseta xwe ya îcazetwarî, ji dostanî û hezkirina Barzanî zêdetir, wê giranîya xwe siviktir bikin û dupat bikin ku ewê bêyî başûr û Barzanî nikaribin siyasetek serbixwe û bi xîret bimeşînin.

Bav û kalên me gotine: „Bi dinyê bişêwire, lê bi aqilê xwe bike“. Wek me li jor jî got, bratî, dostanî, hezkirin, rêz û wefa tiştek cuda ye. Helbet emê ji Barzanî hez bikin. Helbet emê rêz û qîmetê bidin wî, keda wî bilind binirxînin. Helbet di hinek war û mijaran de emê pê bişêwirin û dîtina wî, helwesta wî li ber çav bigirin. Ev rêz e, wefa ye, mezinbûn e. Lê divê ev şêwr û mişêwr nebe sedema siyasetek îcazetwarî û bandora xwe li siyaseta me ya serbixwe û bi xîret neke. Heke bandora xwe li siyaseta me ya bakurê Kurdistanê kir, emê dîsa wek demên berê di cîhê xwe de bihejmêrin, biteqinin û siyasetek seqet bikin. Madem PDK-T hewl dide û bi xwe bawere ku siyasetek çalak û netewî bimeşîne, divê bi xwe bawer be ku siyasetek serbixwe, xwedî îrade, bi xîret û bê îcazet jî bimeşîne.

Heke bê bîra we, Serok Barzanî tiştek xweş gotibû.

Gotibû: „Ji bo serxwebûnê emê îcazetê ji tu kesî nestînin (yanî ji Rûsya, Amerîka Ewrûpa, Enqere, Tehran û dewletên din)“.

Ez bawerim divê ev gotinên Serok Barzanî di guhê rêvebir û kadroyên PDK-T de bibin guhar û baş li ser bifikirin.

Bi kurt û Kurmancî; heke birastî PDK-T dixwaze li bakurê Kurdistanê pêş bikeve, li ser lingên xwe bisekine û alternatîfek xurt û netewî ava bike,yan divê dev ji siyaseta bi îcazet berde, siyasetek serbixwe, bi îrade û bi xîret bimeşîne, yan jî wê aqûbeta wê ji ya PDK-T a 1965an û heta niha ne çêtir be wesselam..

About The Author