Kurdish Regional Government President Masoud Barzani looks on during a joint press conference with Turkish Prime Minister Ahmet Davutoglu (unseen) following their meeting in the Iraqi Kurdish capital of Arbil, on November 21, 2014. Davutoglu's trip to Iraq follows a visit to Turkey by Iraqi Foreign Minister Ibrahim al-Jaafari earlier this month that was aimed at patching up the chilly ties between the two neighbours. AFP PHOTO / SAFIN HAMEDSAFIN HAMED/AFP/Getty Images

Êşandina Barzanî

Zikrî Mûsa

Di deh salên borî de, gelekî Serok Barzanî êşandin. Kesên ku Barzanî êşandin partiyên kurdî bûn, erebên şofînî bû, mezhebger, dezgehên îstixbarata welatên navçeyê, gendelkarên nava PDKê bûn, bi hezaran malper û torên civakî û nivîskarên bikirêgirtî bûn, siyasetmedarên ku xwe biçûk dibînin bûn. Ev hemû beşdar bûn di êşandina mêrxaskî ku tenê serbilindî û serfirazî ji gelê xwe re dixwest.

Barzanî êşandin ji ber ku bi dehan car rûbirûyî destdirêjî û hemaqeta tirkên nejadperist bûye. Barzanî êşandin ji ber bo aştî û iraqeke nû de xwestiye tolhildan li Iraqê nemîne, ew jî tevî ku destê dewleta Iraqê bi xwîna zarokên kurdan sor bû. Barzanî êşandin, ji ber ku poz û bêvila Malikî û Şehristanî û dîktatorên nû yên Iraqê şikand û rê pêşiya serweriya wan girt.

Barzanî êşandin desthilata Wîlayeta Feqîh qebûl nekir û rêgir bû li pêşiya mezhebgeriya şîeyan û şofînyeta suniyan. Barzanî êşandin, tenê ji ber ku dixwest
dîsa bawer bibin ji xwe û kurd bêjin em jî hene û em ne dûvik in û ti mafek min ji yê xelkê ne kêmtir e.

Barzanî tê êşandin, ji ber ku helgirê peyama sedsalî ya gelê kurd ê ku zilm û zordarî dîtiye û dibê ew peyam bigihê cihê xwe. Barzanî tê êşandin, ji ber ku gotin û peyamên wî li dijî sînorên zalim ên dagîrkeran e. Ew tê êşandin, ji ber ku dibêje Saykis Bîko û nexşeya kolonyalîzim bi dawî hatiye û divê ax ji xwediyê wê re vegerin. Barzanî êşandin ji ber ku di çend salên borî de daxwaz ji partiyên siyasî kir ku kar bo serxwebûna welatê xwe bikin. Serok

Barzanî ji her demê zêdetir êşandin, ji ber ku li deştên devera Rebîe û Zûmar û Şingalê ligel Hêzên Pêşmerge hovekî bêexlq mîna DAIŞê şikandin û cîhan matmayî kirin. Ji ber wê yekê Barzanî êşandin, ji ber ku got nabe
Kobanê bikeve û Kobanê neket.

Êşandina Barzanî her berdewam dibe, ji ber ku al û peyama serxwebûnê di destê wî de ye. Ew peyam dive bigihê meqsedê xwe û ronahiya meşxela bilind a Kurdistanê wîjdanê sedeya 12ê ronahî bike.Mekîneyên êşandina Barzanî li derveyî Kurdistanê bihêz û gelek û zewend in û di nava Kurdistanê de xwedî riha dirêj in û bi elmanî li dijî wî rawestane û avê dixin aşê hev de. Di vê navê re jî erkê partiya Barzanî ye ku piştevaniya

Barzanî û peyama wî bike. Divê PDKê bi can û mal ligel Barzanî de be û êşên wî kêm bike. Herwiha bo serkeftina serxwebûna Kurdistanê jî, pêwîstiya me bi serxistina çaksazî û reformê heye û di vê riyê de pêwîst e yek bi yek partiyên Kurdistanê piştgiriya çaksaziya serok bin û kar jê re bikin û destê xelkê bigirin, da ku dîrokekê çêbikin û peyama pîroz a serxwebûna gelê Kurdistanê ser bigire.

KDP.info

About The Author