Miftî efendî di gora şehîdan de mîzt

Zinar Qelemşûr

Wek hûn zanin, esker û polîsên dewleta Tirk avdestxanê de jî bimirin, dibin şehîd. Û li gor wan şehîd diçin ku? Qaşo diçin bihuştê. Lê dibêjin miftîyê bajarê Stenbolê di gora wan şehîdan de mîztiye û berê wan daye cehnemê.

Ne li ser bextê me be, li ser bextê çapemenîya Tirko û Tirkan be, dibêjin miftîyê bajarê Stenbolê Rahmî Yaran gotiye: „Bela malbatên esker û polîsên ku tên kujtin nekin qarewar û li ser wan negirîn. Yan na, wê ew esker û polîsê neçin bihuştê“ filan û fîstan.

Yanî, li gor miftî efendî, malbatên ku li ser kujtina zarokên xwe bigirîn, dibin sedemê ku zarokên wan neçin bihuştê.

Belê, ji ber ku zarokên miftî efendî neçûne şerê Kurdan û nehatine kujtin, helbet mêro nake hawar û gazî, nake qarewar û qîrewîr. Lê dê û bavên ku kezeba wan li ser kujtina zarokên wan dişewite, dibin sebebê zarokên xwe ku zarokên wan biçin cehnemê û di nav êgir de bişewitin.

Ez serê we û serê miftî efendî neêşînim, Miftî Rahmî Yaran bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku wî ev gotin negotine û bêbextî li wî tên kirin. Lê carekê fîşek ji devê tifingê derketiye. Wî ev gotin gotibin jî pêve zeliqî û negotibin jî dîsa pêve zeliqî.

Bi kurt û Kurmancî; heke gotinên Miftî Rahmî Yaran rast bin, şehîdên wan niha di nav êgir de avjenîyê dikin allahwekîl.

Stenbol

About The Author