Mahmûdê Qop
Cemîlo û Remo avdanê dikin. Herdu jî xort in. Hîn serî girêneda ne. Ne serî yê ku di nav nig de ha! Serê ser. Yanî rebena hîn nezewicî ne.
Cemîlo dikeve 30 saliya xwe. Û Remo jî her weha. Na welle biborin. Li gorî diya Remmo Wesîlekê ku digot Remo bi çelê xwe ji Cemîlo mezintir e. De hewqas ne muhîm e. Herdu jî ê gundekî ne. İja herdu belengaz jibo debara xwe bikin avdanê dikin. Garis û genim av didin. Jixwe li ser holika ne. Pirê caran nayên malê jî. Li ser holikê jî lawik û lawik inya xwe didin hev û çixara qaçax dipêçin û hey di ser hevdu de diponijin. Devê wan jî piçekî çewt e. Ji hevdu fedî nakin. Çi tê ber devê wan ji hevdu re texsîr nakin.
Rojekê Remo li hindurê holikê rûniştiye û Cemîlo jî taweka rûn daye ser tûp wê hêka biqelîne.
Remo berê xwe dide Cemîlo û dibêje : Hey lawê min!
Cemîlo lê vedigere û dibêje: Çiye hey min di te kiro! Îja çibû?
Remo dibêje: Lawê min Cemîlo, ma emê heya kengî hêla xwe bidin destê rastê?
Cemîlo dibêje: De ez ji ku zaniiiiim. Ê min ez ji xwe re îdare dikim. Heftê carek du caran li himamê bêhna xwe fireh dikim.
Remo dibêje: Bese Cemîl! Ka emê hinek genimê nifqe bifroşin û berî bidin Carbekir.
Cemîlo pêşî dest bi ayaxê misilmantiyê dike û dibêje: Yaaaw de guneheee. Dev ji xwe berde kuro. Vaye em ji xwe re li himamê bi şermûtê xwe şad dibin besî me ye.
Remo dibêje: Hey te quzê wê xwaro, tew tu qala gunehbûnê jî dikî? Ê ku li qulika himama mala Saliho li qîza wan dinerî ez bûm ne werrê. Bi şeref tu neyê emê bi tenê herim û van min li vira got. Tu yê paş stûyê xwe bibînî lê tu quz nabînî.
Cemîl hinekî difikire û dibêje: Temam! Ezê bêm. Ezê vê carê bi ya te bikim.
Remo jî di emr û heyata xwe de negeriya ye. Avdanê wî kor kiriye.
Dibe sibe. Zilamê min û we radihêlin çend telîs genim û berî didin bajêr. Tên bajêr û genim ji kêfa niyhandinê bi nêviyê heq difroÅŸin. Vana perê xwe dixin bêrîka xwe û berî didin Carbekir -mala mezin…
Dighêjin wê derê û yekê di çav xwe radikin. Remo hîn nekiriye kîr di binê pantor de kiriye sing.
Cemîlo ji Remo re got: De here lawê min dilê xwe hênik bike. Here wê sîravkê vexwe.
Remo ronî di çavan de nemabû. Çû ket cem jinikê, bazara xwe kirin. Û Remo wê dest bi karê xwe bike. Lê berî ku kezeba jinikê di devê jinikê re derxîne, jinik radihêle prezerwatîfekê û li kîrê Remo dijidîne. Tew hayê Remo jê jî çênabe. Ji Remo heye destê jinikê ne. Û Remmo serê mahrê xwe berdide qulê. Ay û oy û off. Ji Remo tê ku bifire. Taliya talî Remo xwe têde vala dike. Sisto pisto dibe.
Jinik jêre dibêje: De rabe rabe. Te hindurê min anî xwarê.
Remo wê şermûtê xwe derxe da ku xwe bi hevdû de ku here malê. Gava ku derdixe û çav li serê kîrê xwe dikeve, hayho! Bi wê dîtinê re vediciqe. Çavê wî fireh dibin û devê wî weke ê şilavil ji hev dimîne. Rebeno nizane ku wexta vala bûye ava wî bi serê kîrê wî ve daliqiyaye. Û kir haho. Ji tirsa re xwe şilfîtazî li deriyê odekê xist û bang li Cemîlo kir. Got: Cemîloooooo !!! Bireve lawê Xwedê bireve!
Cemîlo çav li Remmo ket û got: Ev çi halê te ye min di quzê wê niyhoo!
Remo got: Lawê qahpê bireve, min malzaroka jinikê derxist…
Derfeta piştî sed salî..
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî