Kurdî zimanê zanistê ye

Abdullah Budak

Ew kesên ku dibêjin ‚Zimanê Kurdî nabe zimanê Zanistê ‚ heger hûn rojekê li yê weha rast hatin û we tuf qulkê çavê wan nekir, ne eferim ji we re…
Ji xwe yê zanistê ye.
abdullah budak Kopie
Lê çi heyf!

Ji ber ku em bê Xweda ne yanî bê dewlet in, çi tiştên zanistiyê hebin yên xwedî Xweda yanî yên Xwedî dewlet xwe li wan dikin xwedî.
Û beyî dewletbûna me jî ji mere piçek xîret divê…

Ezê mînakeke biçûk bidim we.

Du peyvên di têginnasiya ( termînolojî) Psîkiyatrî de heye ji xwe hima hima herkes van peyva bikar tîne.

Ev peyvana jî : Kaygı û Stres e.

Kaygı: Tirka ev peyv ji xwere kiriye mal.

Asas ev peyv bi Kurdî ye.

Û bintara wê/ koka wê jî ev e ku ji „Qey“ bûnê tê.

Peyva „Qey“ bi tena serê xwe pirs e.

Mînakan ez bidim we.

– Qey tu nameşî?
-Qey te xwarin xwar?
-Qey tu nakenî?
-Qey ezê bimrim?
-Qey ez nexweş im? ……

İja ji ber ku di elîfbaya Tirka de tîpa “ Q“ tuneye qaşo wan li gorî zimanê xwe saz kirine û bûye “ Key- Kay. ..“ Herî dawî bûye “ Kaygı“ ….
Ya duduwa: Stres. Yanî “ Tirs“.. …

-Ez ditirsim
-Tirsa dilê min heye
– Ji tirsa reviya …..

Ez dîsa bibêjim…. HEYF !!!

About The Author