Porgijo û Xaltîka Fatê

Xaltîka Fatê

26 ê vê mehê, civînek siyasî û nehênî çêbû. Di wê civînê de li ser navê bernama „ji bo 6 mehan çalakî bên kirin“ lotikek hat avêtin.

Di civînê de camêrekî Kurdperwer dest bi lotikan kir û got: „Baş e, em hemû partî û rêxistinên Kurdï ji bo serxabûna Kurdistanê pevre meşekê bikin. Bes di bin Ala Kurdistanê de“ û hespê xwe ajot.

Zîtirkvanê tevgera Goranekem got: „Kaka, ew ala ku tu bahs dikî bes li Mihabadê hatiye rakirin“ û li dij ala Kurdistanê derket.

Îcar Xatîka Fatê, tu li min bibihure, ez zanim tu hem jin î, hem jî mêr î. Lê heger sibe tevgera Goran bê ser hikimranîyê, emê derpîyê jina kê ji bo xwe bikin û wê rengê wê çawa be?

Ez zanim tu di vî warî de pisporî û li bendî şîretên te me.

Silav û rêz

Sixurê lotikxanê

Porgijê Tûtinkêş

Denmark

———-

Bersiva Xaltîka Fatê

Bismillahirrahmanirrahîm…

Law Porgijo, sîxuro, tûtinkêşo..

Binere oxlim, heçê ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike. Ew ala ku ji Komela Azadî, Xoybûn, Serhildana Araratê derbasî Mahabadê bûye, ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî Mistefa Barzanî kiriye û heta bi îro bûye star û nîşana gelê Kurd, yanî, Kurdê ku ala Kurdistanê nas neke, bawer bike derpîyê dêya xwe û derpîyê jina xwe ji hev nas nake. Li şûna derpîyê jina xwe, wê derpîyê dêya xwe jê bişemitîne. Ev yek.

A diduyan, ew al ne tenê li Mahabadê hatiye pêldan, ew al li Çiyayê Ihsan Nûrî Paşa, yanî li Agirî û Araratê bûye nîşana berxwedana gelê Kurd, li Mahabadê bûye sembola Komara Kurdistanêû îro jî di dil û mejîyê bi milyonan Kurd de bûye sembol û nîşana serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê. Îcar çi kesê ku vê ala pîroz nas neke û qebûl neke, bela derpîyê jina xwe bike al û pêşkêşî kîrê xelkê bike.

A sisiyan, qet metirse, ne Tevgera Goranekanim tê ser hikim û ne jî miradê wan bi cîh tê. Tevgera Goran dibe, Tevgera Quzê Kerê dibe, Tevgera Xelklerên Çeqilmast dibe, Tevgera Qûnalêsên Îranê dibe, ferq nake. Karwanê serxwebûnê dimeşe û trêna Kurdistanê bi rê ketiye. Pismamên me yên Amerîkî û Ewrûpî li trêna Kurdistanê siwar bûne. Hem jî li „şifêr mehelî“. Û pismamên me yên Îsraîlî jî êzing û komirê davêjin tenûra trêna me, ji bo trêna Kurdistanê bigihê armanca xwe. Piştî go pismamên me yên „gawir û cihû“ li pişta me Kurdan bin, ez bi serê te û 101 bavê Goranekan kim, ew derpîyên jinên xwe jî bikin al fêde nake, qûna xwe jî bikin al dîsa fêde nake.

Te go ez hem jin im, hem mêr im sîxurko?

Kuro porgijo, tûtijnkêşo, çima ma ez travestî û nêr û mê me kewaşe?

Ma te ez kirime Bulent Ersoy law?

Ez bi serê te kim gijolo, ez Xaltîka te Fatê me, xwedîyê qelem û tifingê me, û di kozikê de Emê Gozê me..

Siphan allahhhhhh, de were vî porgijî li kerê siwar neke û berê wî nede Keleha Nisêbînê ha!

About The Author