Êdî hewceyî bi kaxezê nemaye

Elî Efrînî

Xuyaye wê di pêşerojê de kaxez nemînin û hunermendên dinyayê ji niha de hazirîya pêşeoja xwe dikin. Yek ji wan hunermendan jî Emma Hack e. Emma Hack êdî dev ji hunera li ser kaxizê berdaye û li ser çermê insanan wêneyên xwe dineqişîne.

Em bûn mêwanê wê xanima germik û nermik û me jê pirsî:

Emma xanim, ji bo çi hûn çermê mirovan dineqişînin? Qey şêweyekî din nemabû?

Xanimê bi nermî û germî bersiv da:

Çermê insanan hem nerm e, hem germ e, hem seksî ye û hem jî şehweta meriv zêdetir dike. Gava ez laşê wan dineqişînim, ez wek agirê cehnemê germ dibim û dibim wek çêleka nav garanê, êrîşî ga û conegayan dikim. Ev jî zewq û rehetîyekê dide min. Baş e, hûn Kurd wêneyên xwe li ser çi dineqişînin?”

Me jî got:

Bi serê te yê xweşik û bejna te ya seksî, em Kurd jî heger têkeve destê me, em wêneyên xwe li ser çermê mirîşkan, elokan û carna jî li ser qêl û telaqê qûna dijminên xwe dineqişînin!

Rebenê metrokê devê wê ji hev ma û got: Peppûk peppûk peppûk! Heyran bi xwedê lotikên we ji yên min dijwartirin, ya staaarrrrr!

Awistralya

huner2

huner5

huner7

huner6

huner9

huner11

huner12

huner15

huner10

About The Author