Kurdistana Mezin‘ xewn e

Umer Elî Xefûr

Kesê texmîn dike ku tenê ol li ba mirov dibe bawerî û dihêle mirov hertiştî ji nerîngeha ola xwe bibîne û binirxîne, şaş çûye!
Tevî ku nasyonalîzm ji hêla mirov bi xwe ve hatiye çêkirin, lê ji bawerdarên xwe re dibe ol. Tirk bi berçavka Tirkîtiyê, Ereb bi berçavka Erebîtiyê, Fars bi berçavka Farsîtiyê û Kurd bi berçavka Kurdîtiyê dinyayê dibînin û bi mêzîn û terazûya vê baweriyê tiştan dipîvin.

Li vir derfet nîne em vê têgehê bi siruşta wê ya reha û berfireh û piralî şîrove bikin. Ezê tenê li ser akameke baweriya nasyonalîst a elîta Kurd rawestim. Ew jî dîtina kurdan wek pêkhateyeke cuda û bilind di nav neteweyên hawîrdorê de û xewndîtina bi dirustkirina dewleteke sînorbezên a seranserî ya neteweyî “Kurdistana Mezin” ku cudahî û kelemên siyasî, civakî, kultûrî, cografî û mezhebî derbas dike. Lewra jî li şûna ku her beşekî Kurdistanê bispêre dewleta ku bi fermî beşek jê ye, dispêre wê qewareya utopîk û wan wek Kurdistana Bakur (Tirkiyê), Başûr (Iraq), Rojhilat (Îran) û Rojava (Sûriyê) binav dike!

Ev navandin û dabeşkirin encama baweriyekê ne ku siruşteke taybet û bilind dide neteweya Kurd. Heke na ev edebiyat û awayê tevgerê di ferhenga ti neteweyeke dûr û nêzîk de nîne. Me nebihîstiye hindî ku bi kêmanî sê dewletên wan hene “Hindistan, Pakistan û Bengladiş” behsa xewna “Hindistana Mezin” bikin û têrmên wek Hindistana Bakur û Başûr bo wan dewletan bikar bînin. Di demekê de ku wan qonaxa dewletbûnê derbas kiriye û tenê hevgirtina wan hersê dewletan maye. Lê tiştekî wiha nakin. Çimkî di bingeh de ew hersê dewlet yek dewlet bûn û ji ber cudahiyên xwe yên olî û siyasî bûne sê dewlet.

22 dewletên ereban hene û ereban xema dewletbûnê derbas kiriye. Lê em nabînin elîta Ereb xewna “Erebistana Mezin” dibîne yan dewletan bi navê cihên wan ên cografîk di nexşeya wê “Erebistana Mezin” de binav dike.

Di nîveka sedsala borî de hinek komên nasyonalîst “wek Nasirî û Beisiyan” hewldaneke bi vî rengî kirin, lê neçû serî. Lewra vêga Ereb li her dewleteka xwe xema wan a mezin ne “Erebistana Mezin”e, lê belê birêxistina karûbarên navxweyî yên her dewletekê ye û hêviya wan a herî mezin hebûna yekrêziyeke siyasî, aborî û kultûrî di çarçoveya Komkara Erebî de ye. Ereb ji “Erebistana Mezin”hez dikin û wî girîng dibînin, lê qenc dizanin ku astengiyên siyasî, civakî, aborî û kultûrî, herwiha rewşa navneteweyî jî, kelemên mezin in li pêşiya bicihanîna vê xewnê.

Di rewşeke wiha de, çima elîta Kurd a siyasî û rewşenbîrî bi îsrar e li ser xewna “Kurdistana Mezin” ku bicihanîna wê ji bo kurdan pir zehmetir e ji bicihanîna Erebistana Mezin bo ereban û Hindistana Mezin bo hindiyan; çimkî hîn Kurd bê dewlet in!

Divê pêşî çar dewletên kurdan hebin, piştre Kurd li hevgirtin û yekbûna wan çar dewletan û damezrandina Kurdistana Mezin bifikirin. Çimkî ti garantiyek nîne ew çar dewlet vê hevgirtin û yekbûnê qebûl bikin. Nîşanên destpêkê berovajiya vê yekê ji me re dibêjin û diyar dikin ku egera serxwebûna wan dewletan ji helandina wan di hundirê qewareyeke seranserî ya neteweyî de, mezintir e.

Rast e her netewe û yekîneyeke civakî ku demeke dîrokî di heman rewşa ruhî û madî de bi hev re dijîn, hin taybetmendiyan werdigrin ku wan ji yekîne û neteweyên din cuda dikin. Lê di hêlên giştî û mezin ên jiyanê de hemû netewe, nemaze yên cîran, di xelekeke hevbeş de dijîn û xwedî siruşteke hevbeş in, lewra jî ezmûna her yekê ji wan ji ya din re jî xwedî qîmet e.

Ango eger Ereb, Tirk, Fars, Hindî, Ingilîz û Fransiyan nikarîbûn dewleteke neteweyî ya seranserî ava bikin, Kurd jî nikarin wê ava bikin. Ne ji ber kelemên babetî û yên li derveyî vîna kurdan, lê ji ber kelemên ku karakterên navxweyî bi xwe wan peyda dikin.

Binerin, li Herêma Kurdistanê ku em sê parêzgehên biçûk û çariyeke şêniyên bajarekî wek Stenbola Tirkiyê ne, em li hev nakin û ev nêzîka 20 salan e ku Kurdistan di pratîkê de bûye du kanton û tevî hemû bizav û kêferata 15 salên borî, me nikarîbû vê parçebûnê pîne bikin û bibin du beşên hevgirtî. Di bûyerên vê dawiyê de, me dît çawa PDKê wek sînorê welatekî cuda li hember beşek ji şêniyên kantona din tevgeriya û yên li vî milî nexwestî dersînor kirin û rê li ber hatina yên wî milî jî girt!

Ne tenê li Başûr, lê li beşên din ên Kurdistanê jî, nakokiyên kûr di navbera hêzên siyasî yên kurdî de hene. Bêguman eger mesele were ser parvekirina desthilatê û hilgirtina sînorên navbera parçeyan, nakokî li her parçeyekê û di navbera hêzên serdest ên parçeyên cuda de beloqtir dibin û di pratîkê de avakirina “Kurdistana Mezin” nola xewneke utopîk dimîne.

Êdî eger parastina yekîtiya parçeyeke Kurdistanê evqasî zehmet be, mirov çawa dikare bi cesaret û wêrekî behsa hevgirtin û yekbûna çar parçeyên pir ji hev cuda bike?!

Hertişt bi dev xweş e û Kurd bi ezmûna xwe gihîştine wê baweriyê ku bêjin: Kevirê giran ne yê derba lê danê ye!

Rûdaw

About The Author