Xalê me Zîzek zîzikî

Sofî Xelef

Fîlozof û felsefevanê navdar xalê me Slavoj Zîzek, di hevpeyvînek xwe de Kurd firandin ber perê ezmanan û ha ha pesnê wan da. Zîzek, serê Kurdan bi sabûna Helebê şûşt û got ku „Bi allahwekîl li Rojhilata Navîn gelê hêrî pêşverû û demokrat Kurd in. Lê xwelîserê Kurdan tiştên piçûk dixwazin, divê xwesteka Kurdan ji kanton, karton û xweseriyê zêdetir be, divê Kurd xwelîya heft gundan li serê xwe nekin dev ji vê politika ku niha dimeşînin berdin û ji bo xwe bidin qebûlkirin, xebatê bikin“ û pêde çû.
sofi-xelef1
Fîlozofê navdar Zîzek, di berdewamîya gotinên xwe de mîrkutek din li nav serê Kurdên xwelîser xist û got: “Divê Kurd li Rojhilata Navîn wek cihûyan vekirî û dînamîk bin. Kurd, ji xeyrî ku polîtîkaya perîşaniyê bimeşînin, divê xebatên ku xwe bi dinyayê bidin qebûlkirin, bimeşînin. Kurd, ne tenê li çiyayan şer dikin, di nava gelê Rojhilata Navîn de gelê herî pêşverû û demokrat in û divê xwe bi vî awayî bi dinyayê bidin nasîn“ û hefsarê hespê xwe berda.

Zîzekê me piştre bi mîrkutan rabû ser serê çep û çepgirên dinyayê, gûn li wan qetand û got: „Tekoşîna Kurdan ji çepgirên dinyayê piştgirî û piştevanî nedît. Ew çepên qûnde di nava kidîş û klîşeyên xwe de fetisî ne, xeniqî ne û virikî bûne. Ev ne şerma Kurdên xwelîser e, şerma çepgirên dinyayê ye“ û da bin dûvê çep û çepgirên dinyayê.

Ez serê we neêşînim, fîlozofê me Slavoj Zîzek, xwest ku Kurd wek cihûyan, ango wek Yahûdîyan zîrek û jêhatî bin. Lê Zîzekê me ji bîr kiriye ku Kurd nikarin bibin nenûna cihûyan û fikar, hest û ruhê netewî bi wan re tuneye.

Û çi bi Kurdên me re heye?

Çepgirî, ummetî, qûnalêsî, xulamtîya xelkê û wekî din.

Tenê tiştek bi Kurdên me re tuneye…

Ew jî netewparêzî, Kurd û Kurdistanîbûn e.

Aha tiştê ku xalê me Zîzek fêhm nekiriye ev pelûl e..

Yanî, xalê me Zîzek ji bîr kiriye ku „Kurd ji xelkê re hêkan û ji xwe re zelqên mirîşkan dikin“ ha…

About The Author