Hertim heman tirşik tê ber wî

Zinar Qelemşûr

Serokê „Vatan Partîsî“ û dostê başqan Ocalan ê berê Dogu Perînçek, derket bernameya Beyaz TV û dîsa weh her carê di nav xwêdanê de ma. Tew hinek dibêjin „ji şerm û fedîyan bi xwe de jî mîztiye“ filan û bêvan.

Dogu Perînçek, çi cara ku derdikeve bernameyên televizyonan, dibêje „Partîya ku herî zêde li dijî PKK ye partîya me ye“ û xwe dinepixîne û germ dibe. Vê carê dîsa heman lotik avêt, lê lotika wî lê vegerîya.

Piştî go Perînçek dîsa pesnê xwe û partîya xwe da, got: “ Jina min ji min berdayî be, partîya go herî zêde dijminatî û şerê PKK dike partîya me ye. Ji me zêdetir kes şerê PKK nake allahwekîl“ û da zîtirkan.

Li ser van lotik û zîtirkên Perînçek, bêjerê Beyaz TV wêneyên wî û Ocalan (ewên ku li Bekaayê hatibûn kişandin) anîn ser ekrana televizyonê û ew wêne xistin çavên wî.

Gava Perînçûko çav li wêneyên xwe û Ocalan ket, di nav xwêhdanê de ma, çavên wî wek zotika mirîşkê sor bûn û bi hêrs got: “ Law min carekê ew tirşik xwar oxlim, bes wê tirşikê deynin ber min wî. Ma hevdîtina min û Ocalan bûye toqa naletê û ketiye stuyê min babam, wê toqa naletê ji stuyê min derxin, êdî bes e qardaşim“ û xwêhdana xwe pakij kir.

Ez serê we neêşînim, Perînçek ê ku demekê dost û destebrakê başqanê me bû, îro ji ber wêneyên xwe û Ocalan di nav xwêhdana şerm û fedîyê de dimîne û hetta derpî jî şil dike..

Erê dinyayêêêêê

Stenbol

perincek

About The Author