PIŞTÎ ŞEHÎD DOKTOR SILÊMAN…

Di destpêka nivîsa xwe de ez carek din bi rêzdarî şehîd Doktor Silêman bi bîr tînim, gîyanê wî û ên hemî serxwebûnxwazan şad bibe.

Bi gişî sê caran bi doktor re rûniştim û her dema ku ez pê re rûdiniştim ez ji xwe aciz dibûm û min xwebixwe digot „îrfan tu çima bi dimilkî nizane !“.

irfan-bahadir-kopie

Bêgûman ên doktor ji min çêtir nas dikin gelek in. Doktor bi her awayî jîyana xwe li ser Kurdayetîyê û Kurdistanîyê kiribû. Ji xwe ji wî û ji malbata wî jî dîyare ku çuqasî welatparêzne çê ne. Doktor dema ji Pkkê veqetîya, hew salekê li başûrê welêt ma û dû re berî bi Almanyayê vekir. Gorbihuşt li wira xwendina xwe ya nîvçemayî temam kir.Wek hinekan li başûr rûnenişt û pere ji Hikûmeta Kurdistanê nexwar… Dema terme wî hat başûrê welêt ez jî wek her Kurdistanîyekî beşdarî rêwresma cenazeyê wî bûm û heta sînorê bakurê welêt ez jî bi şehîdê me re çûm.

Li gumrika Kurdistanê ÎBrahîm Xelîl tişkî ecêb bala min kişand, xelkê wek hawê şehîdê xwe jibîr kiribûn û ketibûn rêza risim û kişandinê, bi rismên şehîd re û bi tabûta wî re risim? Ev hewildan û xwebetilandina belasebep ji bo çi bû gelo? Ji bo wêneyê bergê yê Facebookê bû, yan ji bo Twitter û Instagramê bû? Yan ji bo xelk nebêjin way ew neçûye pêşîya cenaze? Tişta xerîb heman tişt li bakurê welêt jî qewimî, ‘’HIN’partî û rêxistin hewil dan ku ew tenê li cenaze xwedî derkevin û vê bikin propaganda partî yan jî rêxistina xwe (û mixabin li wira jî risim li ser mezelê şehîd kişandin da ku bikaribin li ser înternetê reklama şexsê xwe bikin).

Axir, ji alîyê hin canik û camêran rê nehat dayîn ku ew kes û rêxistinana li wir reklama xwe bikin. Ez bawer im cara yekemîn e ku ‘’Pêşmergeyekî Bakurî’’ bi vî awayî tê pêşwazîkirin. Bi alaya xwe ya netewî û bi dirûşmên Kurdistanî… Li gel axaftvanan jî rêwresm bêtir watedar bû û peyamên girîng hatin dayîn.Yek ji wan axaftvanan ku malbata şehîd bi taybetî dixwest ew li ser gora doktor bipeyive, sîyasetmedarê hêja Fûad Onen bû.

Kekê Fûad tiştekî girîng û manîdar anî zimên. Got ku; ’’Doktor ji bo ti partîyan şehîd neketîye û nabe şehîdê ti partîyê ji yê Kurdistanê pê ve“.

Ev peyv ji bo çi peyvek girîng e?

Çend ji me bi hêsanî dikarin bêyi ku navê partîyekê bînin zimên qala şehîdekî/e xwe bikin?

Li ser axaftina kekê Fûad, meseleyek hat bîra min.

Rojekê Pêşmergeyekî PDKê ku wê çaxê ji ber şerê BIRAKÛJÎ bi vî awayî dihat gotin, ji Mesûd Barzanî re dibêje: „Me çend şehîdên YNKê anîne danîne vir, em çi ji vana bikin?“.

Mesûd Barzanî kelogirî dibe, girî dikeve qirikê û lê vedigerîne: „Evana ne Pêşmergeyên YNKê ne, evana Pêşmergeyên Kurdistanê ne“.

Hîna jî dema şehîdekî ji sengerekî bê kes jê re nabêje şehîdê/a filan partîyê ye. Çunkî ji alîye Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve ev peyv hatiye qedexekirin. Şehîd şehîdê/a Kurdistanê ye… Mixabin li bakurê Kurdistanê hîn jî ev hişmendî bi cî nebûye, hîn jî gelek kesên me li pê partî û rêxistinan diherin (bêyî ku kîtêbek yan jî zanyarîyek li ser wê partîyê yan jî wî şexsî bixwînin) û xwe dikin xulam û pêgirtîyên wan.

Ez careke din spasîya Mamoste Fûad Onen dikim ku serê me û yê malbata şehîd Doktor Silêman bilind kir. Carek din bi dost û dijminên me da fahmkirin ku hêjayên di oxira Kurdistanek serbixwe de şehîd dikevin ne ên partîyan e, ên Kurdistana me yî şêrîn in, ên me hemûyan e (çi ên PDKê,YNKê, PKKê bin).

Ez dûbare sersaxîyê ji malbata şehîd Saît Çurukkaya û ji hezkirîyên wî yên ku ne li pê reklamê ne dixwazim.

Şehîd şehîdê KURDISTANA MEZIN e, qiymetê şehîdan û keda wan bizanibin da ku hûn rê û rêçika xwe şaş nekin.

Bijî rêya serxwebûnxwazan !

Kurdistan

About The Author