Pêşî navê Kurdistanê rakirin û gotin „Rojava“. Me got xem nake canim, belkî hevalleran xeletî kirine, yan jî taktîk e taktîk!
Lê me dît ew taktîk bû stratejîk û xwelîya geft gundan li serê temamê Kurdan û bi taybet jî li serê Kurdên rojava hat kirin.

Ji xwe di serî de xuya bû. Her tişt di gotina „Rojava“ de eşkere û aşîyan bû. Gava te navê Kurdistanê rakir û te navê Rojava li Kurdistanê kir, me zanîbû go fêlbazî û dek û dolabên qirêj di vê lotika „Rojava“ de hene. Armanc û mebest xuya bû. Bi gotina „Rojava“ înkarkirina Kurdistanê û înkarkirina netew-dewleta Kurd dihat kirin. Û îro derket holê ku hevallerên me „bi gur re dikujin û bi xwedî re şînê digrin“ mixabin. Ji alîyekî li ser navê Kurd û Kurdistanê xwedêgiravî şer dikin û çavê Kurdan diseyînin, ji alîyê din şer û dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikin û naxwazin sînorên dewletên dagîrker bên parçekirin. Nimûneya herî berbiçav û vekirî di lotikên PYD de kifş û eşkere bûn.
Axir…
Mesela me li ser lotika PKK, PYD û „Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê“ bû.
Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Kobanê, Hesekê û Rimêlîyê be, dibêjin „Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê“ hat guhertin û peyva “Rojava” jê hat derxistin.
Dibêjin 165 lotikvan û zîtirkvanên girgire li Rimêlan civînek li dar xistine û bi def û zirne civîyane. Di civîna Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê de, navê Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi piranîya dengan hatiye guhertin û bûye „Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê“.
Wek tê zanîn, berî niha PKK rexne li wê yekê girtibû û daxwaz kiribû ku navê “Rojava” ji navê sîstema federalîyê bê derxistin. Û lotikvanên „Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê“ jî yeka PKK nekir dudo û di kefenê 101 bavê pepûka „Rojava“ de mîzt û xwelî li serê Kurdên Rojava kir.
Erêê erê!
Hevalan şoreş li dar xist!
Şoreşa Sûriyê, şoreşa „Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê“!
Kilîlîlîlîlîî, şabaş ji vê şoreşa ekolojîk û demokratîk re!
Îcar we fêhm kir bê rejîma Sûriyê çima „Bakurê Sûriyê“ emanetî hevalan kiribû?
Aha ji bo vê rojê bû ha.
Û lotika herî balkêş, vekirî, kifş û aşîyan çi ye?
Di civînê de, Endama komîteya TEV-DEMê Foze Yûsif ragihandiye û gotiye: “ Ew kesên ku dixwazin yekîtîya ax û gelê Sûriyê biparêzin, divê dest ji hêvîyên xwe yên netewî berdin“.
Aha ayeta rast û bê lam û cîm ev ayet e.
Aha ji roja roj de armanc û mebest ev bû û îro jî ev e allahwekîl.
Divê Kurd xwelîya Beşar Esed li serê xwe û 101 bavê xwe bikin, dev ji hêvîyên xwe yên netewî berdin û bibin dergevan û nahtorîyên yekîtîya ax û gelê Sûriyê.
Şabaş!
Şabaş ji me Kurdên xwelîser re şabaş!
Bijî Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê!
Bijî serketina Erebên qûnreş!
Mêrdîn

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane