Dermanê mirinê Reyşî

Çang Çîng Çong

Ne li ser bextê min be, li ser bextê Mao Zeytûn û fitne û fesadên bajarê Pekîn ê be, dibêjin dermanê mirinê li Çînê hatiye dîtin û ew jî kumika (qîvar, kuvark) bi navê Reyşî ye.

Tê gotin ku kumika Reyşî di dinyayê de kumika herî mezin û herî bi berhem e. Kesên ku ava kumika Reyşî vexwin zêdeyî 120 salan dijîn û tew hinek ji wan jî qet namirin.

Kumika Reyşî li Çînê tê çandin û xwedîkirin. Bejna wê digihê metrok û 100 cantîmî. Reyşî ya ku wek sîwan û şemsîya baranê ye, meriv matmayî dihêle.

Li Çîn û Japonyayê kumika Reyşî bi hezarê salan e di beşê tendirustî û saxlemîyê de tê bikaranîn. Gellek kes Reyşî yê wek „dermanê mirinê“ bi nav dikin û bawer dikin ku kumika Reyşî rê li ber mirinê digire.

Kumika Reyşî nayê xwarin, tenê ava wê tê vexwarin. 2 seetan li ser êgir tê kelandin û piştî kelandina wê, divê di nava seet û nîvekê de ava wê bê vexwarin. Kumika Reyşî di koka daran de û di neh mehan de çêdibe,

Di dinyayê de welatê ku herî zêde kumika Reyşî bi kar tîne, Japonya ye. Japon bawer dikin ku kesên ava Reyşî vexwin karin zêdeyî 120 salî bijîn.

Îcar hûn zanin kezebno..

Heke hûn jî dixwazin wej Çînî û Japonîyan zêdeyî 120 salî bijîn û porê we spî nebe, herin Çînê û ji xwe re çend kîlo kumikên Reyşî bistînin.

Ne heke hûn ji Çînî û Japonîyan bawer nakin û dixwazin tenê kumikên çiyayên Kurdistanê bixwin, ji vî ve û hûn sax…

Pekîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author