Hêvîya Amedsporê maye Azîze xanim

Pişo Mihemed

Xaltîka me Azîze Ay evîndara fûtbolê ye. Xeyalên wê ew bû ku bibe lîztikvanek baş û di grûpên fûtbolê de bilîze. Lê ji ber sedemên malbatî, xaltîka me Azîze Ay nikarîbû wan xeyalên xwe pêk bîne û bi wê histerê mezin bû heta go bû 49 salî.

Xaltîka me Azîze Ay, bi alîkarîya zilamê xwe di 49 salîya xwe de xeyala xwe pêk anî û dest bi lîztina gokê, ango fûtbolê kir. Azîze xanim niha di tîma jinên Diyarbakirsporê de dilîze û têra xwe dide lotikan.

Li got fitne û fesadên bajarê Amedê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî xaltîka me Azîze Ay bûye hêvîya serketina Diyarbakirsporê. Li gor jinik û jinkok li ser tenûrên Xançepekê dibêjin, wê xaltîka me Azîze Ay Diyarbakirsporê bike şampiyon û şevqa zilaman bilind bike.

Îcar hûn jî wek xaltîka me Azîze Ay bikin qurban.

Bidin dû xeyalên xwe û bê hêvî nebin.

Hew we dît hûn jî di 80 salîya xwe de bûn Maradona lo…

Xançepek

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author