Baranê tir ji wan berda

M.Cemîlê Mûşî

Bajarê Konya bajarê herî olperest û dîndar tê zanîn. Lê çi hikmet be, zinêkarî, dizî tecawîz û tarikselatîya herî mezin jî dîsa li Konyayê çêdibe. Ew kesên ku li ser navê ol, xweda û pêxember didin lotik û zîtirkan, her gûyî dixwin, her heramîyê dikin. Hem jî li ser navê xwedê û pêxember.

Hûn zanin, teknîk û teknolojî bi pêş ketiye. Êdî bi rêya teknolojîyê meriv zane wê kengî baran bibare û kengî nebare. Lê ew kundir û xeyarên ku bi navê ol û dînê îslamê „allah û ekber“ diqîrin, çi ji teknîn û teknolojîyê fêhm dikin? Aqilê wan û hişê wan tenê li ser kîrê wan û doxîna wan e. Hema kîrê wan têr be, têr zinê bikin bes e.

Axir…

Hinek gundîyên bajarê Konyayê derdikevin duaya baranê. Bêyî ku nûçeyên televizyonê temaşe bikin û li rewşa hewayê, ango li meteorolojîyê binerin, serê xwe dixin ber xwe û derdikevin duaya baranê ji bo ku baran bibare.

Helbet berî wê televizyonan dabûn zanîn ku wê baran bibare û xelk agahdar kiribûn. Lê gundîyên ku di guhê gê debûn, ne zanîbûn meteorolojî çiye, ne jî rewşa hewayê.

Gaba gundîyên bajarokê Halkapinarê derdikevin duaya baranê, bi rê de dibe şirîna baranê û gundî di nav şilîya baranê de şil û pil dibin, av di derpîyê wan dide der.

Û çi?

Li gor wan duayên wan qebûl bûne û ji ber wê baran barîyaye. Lê nizanîbûn ku êdî barîna baranê jî bi bîr û zanebûna teknolojîyê dibare û ne bi duayên zinêkarên wek wan.

Werhasilî kelam, berê teknolojî tunebû û gundî derdiketin duaya baranê. Lê teknolojîya îro zane bê wê çend dilop baran bibare û li ku bibare.

Îcar tembîya min li we be kezebno..

Berî hûn derkevin duaya baranê, li televizyon yan jî înternetê binerin û piştre derkevin rê.

Yan na, ne baran lê belkî kevir û zîpik bi ser we de bibarin allahwekîl…

Mûş

 

About The Author