Pir betilî, mûçeyê wê zêde kirin

Belê, Xezîneya Qralîyeta Brîtanyayê zêdetir bû. Û helbet pêve girêdayî mûçeyê Şahbanûya Brîtanyayê jî zêdetir bû.

Hat ragihandin ku Xezîneya Qralîyeta Brîtanyayê îsal kar û qezenc kiriye û zêde bûye. Xezîna Qralîyeta Brîtanyayê ji alî dem û dezgehên dewlet û xelkê ve tê fînanse kirin.

Werhasil…

Lê hûn zanin bê di vir de lotika kesanedî çiye?

Mûçeyê Şahbanûya Brîtanya Elîzabeth 6 milyon sterlîn zêde kirine. Yanî, mûçeyê wê yê salane 6 milyon sterlîn bilind kirine.

6 milyon sterlîn ha!

Dezgeha ku mesrefa qesr û xebatkarên Şahbanû Elîzabeth dide dezgeha „Sovereign Grant“ e. Li gor Sovereign Grant ragihandiye, wê mesrefa hatin û çûna qesra Elîzabeth xanimê bibe 82,2 milyon pound.

Ez serê we neêşînim, li gor fitne û fesadên qesra Elîzabeth û pêxwasên bajarê Londonê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî ji bo ku Elîzabeth xanim hingî ji paleya nok û nîskan, ji bêrîvanîya mîh û bizinan, ji vedana nanê tenûrê û ji çinîna qirş û qalan betilîye, 6 milyon sterlîn li mûçeyê wê zêde kirine.

Ê de xêr û guneh di stuyê Ingilîzan de be wesselam…

About The Author