Heft lawê pîrê hebûn, başê wan qûnek bû

Ez nizanim, gelo çima Kurd ewqas bê bext û bêkes in? Gelo raste dostên Kurdan tenê çiya ne? Gelo raste Kurd ne ji tuxmên mirovan in û ji cin û pîrebokan çêbûne? Yan jî ji ser stêrkeke din hatine ser vê erdê?

Li hember şerê Daişên hov û qirêj hemî alem pesnê Kurd dide û dibêjin: Kurd qahreman in, Kurd cengawir in, Kurd di ber hemî cîhanê de şerê terorîstan dikin, û ev lîst dûr û dirêj e; lê dema ku Kurd dawa biçûktrîn mafên xwe dikin cardî heman alem bi hemî hêza xwe dijî wan mafan e.

Birastî alemeke durû û bê exlaq e!

Ev çend rojin, li Başûrê Kurdistanê bazar germ bûye, dawet û dîlan û qêr û hawar e. Ji alîkî ve Serokê Herêma Kurdistanê biryar daye û dibêje ku roja 25 ê Îlonê wê lotikek bê-îman li qûna Ereban xe, bi Îraqê de bimîze û bi sê telaqên bê fitû ji wan cuda bibe û ta roja qiyametê êdî wan nabîne. Ji alîkî din ve jî hemî dinya li dijî vê lotikê derketiye û dibêjin ku ev lotik wê bibe sedema têkçûna jiyanê li ser vê erdê.

Law hey min di Encûmena Netewên Yekbûyî kirî, bi Komkara Erebî de bimîzim û tifû li wan herçar dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine.

Kuro ma yek ji van bêbavan bi namûs û xîret derneçû?

Yek ji van bi hest û wijdan derneçû?

Hemî wek lawên pîrê qûnek derçûn ellawekîl!

Ez bi Qurana qûnreşan kim, bi Incîla qûnsipîyan kim û bi Tewrat û Zibûra Moşê Dayan kim, êdî jiyan bê lotika serxwebûnê nabe, û bera qûnekên Ereban, dêlegurên Tirkan û tilyakxurên Farsan baş bizanibin ku dem dema lotika Kurdan e.

25 ê Îlonê rêferendûm çênebe jî wê rojek bê ku Kurd bibin xwedî dewlet, ew roj jî zor nêzîk e û yê ku qebûl neke bera serê xwe li heft tahtan xîne.

About The Author