Nov 5, 2017

Heşda Guran û Artêşa Wawîkan

  • by Lotikxane
  • 17 Days ago
  • Comments Off

Dibêjin ku xwedêgiravî, keleşêr (dîk) tenê dema herçar ferzên nimêjan azan didin û li pêpîkê dixin. Lê yê wî qerasî, bûbû bela serê hemî gundîyan û li wî gundê Binarê Qendîlê 24 demjimêran, subhanellaaah! Serê xwe bi ezmana vedikir û qî-qî-qa wî bû, tê bigota ku îsotên Ruhayê ketine boçkê, ewqas tebata wî nedihat! Ne tenê gundî ji dengê wî aciz bûbûn, heta mîlyaketên ezmana jî, pembo xistibûn guhên xwe û navê wî danîbûn ser masa rebul-alemîn.

Rojekê gundî lihev dicivin û biryarê didin ku biçin ba xwedîyê dîk ku çareyekê jêre bibîne.

Gundî: Em hatine û em dixwazin ku tu çareyekê ji vî dîkî re bibînî, welleh ji ber dengê wî êdî xewa şevê û rehetiya rojê li me herimandiye heyran! Ma em ji gund barkin?

Xwedîyê dîk: Ser sera û ser çava, welleh ezê aniha rabim serê wî jêbikim, ji we re deynim ser birinc û savarê û noş û can be ji we re!

Wê nîvrojê, ew dîk bû firavîna gundiyan û avek qerisî bi ser de vexwarin ji bo ku dilên wan rehet bike! Piştre rabûn sipasiya xwedîyê dîk kirin û heryek çû mala xwe.

Adinî rojê, yabooo çi binêrî û çi guhdar bî! Ji berbanga sibê de, azana dîkan gundî ji xewa şêrîn rakirin û aqlên wan tevlihev kirin. Wê sibehê zû careke din lihev civiyan, bi dar û bêr û melhêban çûn ba xwedîyê dîk, lê kirin qêrîn: Were derkeve segbav! Te henekê xwe bi me kir? Te serê dîk jêkir, lê te deh dîkên din xist şûna wî, hey malxerabo!

Xwedîyê dîk: Welleh ên kûçikbav û malxerab hûn in laaw! Oxlim! Berê dîkên gundiyan ji tirsa dîkê min re newêrîbûn azan bidin, lê ku dîkê min li gund nema, hemî dîk azad bûn û ketin şûna dîkê min, we fêm kir?

Mesela dîk û azanê gelekî li gor rewşa Îraqê tê. Berê, tenê yek dîk di Îraqê de hebû, ew jî Sedam bû, tenê wî azan dida, wî difîkand, wî difisikand, wî dikir û wî dixwar, ma kê ji wan qûnreşên Ereban dikarîbû devê xwe vekira û azan bida, wê sed û yek xiyar têxistanê! Lê piştî hatina Emerîkayê û fetisandina dîkê Îraqê, hezar û yek dîkên nû serî hildan û heftê û heft lotik li yê berê xistin, Îraqê wêran kirin û ew mejîyê kevnî berî hezar û çarsed salî vegerandin û niha hukumranî pê dikin. Bi mejîyên kevnar û destên gemar artêşa wawîkan û heşda keran çêkirin û birêve dibin û hezar û yek dîkên nikil qirêj û kumçikrût di nav wan de azan didin.

Pirsyarek di serê min de bê bersiv maye, gelo kengî wê ev qûnreş bibin mirov?

Dibêjin xwedêgiravî carekê, sê kes, yekî Emrîkî, yekî Ewrûpî û yekî Erebî qûnreş diçin ba xwedê û dixwazin jê bipirsin gelo wê kengî bibin mirovên rastî ku xwedê ji wan razî be.

Yê Emrîkî ji xwedê dipirse, xwedê jî bersivê didê ku piştî pêncî salî. Yê emrîkî digrî û pir xemgîn dibe.

Yê Ewrûpî ji xwedê dipirse, ew jî bersivê didê ku piştî sed salên din, feqîrê Ewrûpî jî bi serê xwe digre û bi dilekî şewat digrî û dibêje ku ev hemî pêşketin, xismeta mirovî, demoqrasî û mafên mirovan û hînjî sed salên din pêwîste ku bibin mirov?

Dor tê ser yê qûnreş û Ereboşkê binê beryê, dema vê pirsê ji xwedê dike ku wê kengî Ereb bibin mirov, hema xwedê xemgîn dibe û hêsrên wî bêhemdî têne xwarê û dibêjê: Ne di dema min de ye, piştî min, eger xwedakî din hat dibe hûn bibin mirov û dibe hûn her wilo jî bimînin!

Heta dema ku xwedakî din bê, bera serê Kurdan sax be û li ber rahma rebul-alemîn bin!

Çiyayên Kurdistanê

05-11-2017

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: