Aqilê sivik, barê giran. Kurd û hilbijartinên Rojava

Nûrî Çelîk

Nexweşîya derûnî û kesayetîya têkçûyî bingeha têkçûna civakê ye. Kesayet û civakên ku bi nexweşîya derûnî ango psîkolojîk û kesayetîya têkçûyî û şikestî ketibin, jê re derman û tedawîyek dûr û dirêj lazime. Bi taybet heger wek millet bi vê nexweşîyê ketibin, çare û tedawîya wê heye yan tuneye nizanim. Lê hebe jî jê re sal û zeman, jê re nifşekî nû, bijîşkên saxlem û pispor û pêvajoyek hûr û kûr lazime. Nexweşîya derûnî belkî bi derman û perwerdeyê bê dermankirin. Lê kesayetîya têkçûyî, û nexasim kesayetîya antî (dij) sosyal a civakî û milletî wê çawa bê dermankirin cîhê pirsê ye.

Nexweşiya derûnî bandorê li kesayetîyê dike, kesayetî bandorê li hest û hişmendîyê û hest û hişmendî jî bandorê li temamê laş û tevgerê dike. Ev yek gelek caran ji bûyerên zaroktîyê, gelek caran ji bûyerên kamilbûnê û gelek caran ji genetîka malbatê û gelek caran jî ji bûyer û serpêhatîyên derûdorê çêdibin. Ev yek piştre antîsosyalbûnê, ango antîcivakbûnê, sersarî, xemsarî û bêhêvîyê bi xwe re tîne û insan dikşîne nava dinyayek din, dinyayek dûrî civaka xwe, dûrî qewmîyet û nirxên xwe û berê insên dide doz û armancên din.

Kesên ku bi nexweşîya derûnî û kesayetîya dijcivakî dikevin, bi gelemperî bêberpirsiyarî û xemsar tevdigerin û guh nadin jiyana civakî, xwe sûcdar nakin û ji xeletîyan fêr nabin. Di paraztina têkilîyên demdirêj de zehmetîyan dikşînin û ji bo pirsgirêkên di jiyana xwe de kesên din sûcdar dikin. Ev nexweşîyên ku biyolojî, jîngeh, genetîk, şêwe û şert û şirûtên jiyanê bandorê lê dikin, insên dixe nava pençeyên derewkarî, têkçûn û şikestinek kesayetîyê. Kesayetîya têkçûyî û şikestî jî dibe mîna kansera civakî û insên bê îrade, bê hestiyar, bê helwest, xemsar û sersar dike. Ev yek bêguman di serî de insên dike evîndar û aşiqê dijminê xwe û zirara herî mezin dide xwe û hevalên xwe, dide xwe û civak û milletê xwe. Bi vî awayî giyanê koletîyê pê re xurt dibe, êdî xwe wek kole û xizmetkarê xelkê dibîne. Bi kolebûna xwe re dest bi înkara xwe, înkara nirx û pîrozîyên xwe û herî dawî jî dest bi înkara qewmîyeta xwe dike û dibe evîndarê ziman, çand û nirxên celadê xwe. Yanî, rastî û hebûna xwe înkar dike û dibe koleyê qewm û milletên din, dibe xizmetkarê îdeolojîyên dûrî civak û milletê xwe. Hewl dide ku xwe bişibîne serdest û dijminê xwe û dixwaze bi xeyalan serkeftinê bi dest bixe.

Îro piranîya me Kurdan di vê rewşê de ne. Hem derûnîya me hem jî kesayetîya me bi zincîrên koletîyê hatine girêdan, bi nirx û hestên dûrî civaka me hatine û tên şûştin û mîna koleyê ku bibe evîndarê cellad û neyarê xwe nêzîkî meselê dibe, xwe ji rastîya xwe û milletê xwe, ji doza Kurd û Kurdistanê dûr dixe. Wek millet me xwe nas nekiriye û li gor wan zirûfa jî tev nagerin. Rêxistin û partîyên me jî wek partîyên welatekî bindest tev nagerin, wek partîyên welatekî serdest û serbixwe siyasetê dikin. Ji ber ku xwe wek partîyên welatekî bindest nabînin an jî rewşa ku tê de ne li hesabê wan jî tê, nikarin an naxwazin plan û projeyên rizgarkirina millet û welatê xwe deynin ber xwe û çareserîyê jê re peyda bikin . Parçebûn û belawelabûna wan ji ber vê yekê ye, neyekbûna wan ji ber vê yekê ye, “ezezî“ û “partîperestîya” wan ji ber vê yekê ye. Her çiqasî dev û pênûsa wan behsa milletekî azad û welatekî serbixwe bike jî, tevger û pratîka wan ziman û pênûsa wan înkar dike. Êdî bi îrade yan bê îradeya xwe bûne parçeyek ji siyaseta dewleta dagîrker û bêyî ku pê bihisin xizmetê ji wê siyasetê re dikin. Îro rewşa me Kurdên Bakur bi kurtî ev e.

Rewşa parçeyên din jî ne kêmî rewşa bakur e. Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, bi giştî Kurd bê serûber in, rê li ber winda bûye, derûnî û hest û helwestên wan ji netew-dewlet û Kurdistanîbûnê dûr dikeve û xwe wek parçeyekî ji welatên serdest û dagîrker dibînin. Ango; yek millet û yek dewletbûn tenê ji qirikê û bi jor de ye. Ji ber vê jî her beş, partîyên her beşî berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digirin û dibin biyanîyên hev, ji hev dûr dikevin. Êdî herkes gihaye wê bawerîyê, ew hizir bi wan re çêbûye ku parçeyek ji xaka dewletên dagîrker in, hewl didin ku pirsgirêkên xwe bi hikûmetên navendî re, bi rêya aştî û siyaseta legal çareser bikin. Vê yekê, vê hizir û hişmendîyê xewn û xeyalên Kurdistanek yekgirtî û serbixwe têk biriye û Kurd xistine nava bêhêvîtîyê, nava xeyalşikestinê û hiştiye ku Kurd ji doz û armanca xwe dûr bikevin û xwe bi dewletên dagîrker ve pîne bikin, asîmîle bibin û têkevin bin xizmeta siyaseta dewletên dagîrker.

Li Rojavayê Kurdistanê baş an xirab, bi dilê me yan bêdilî me be, em jê hez bikin an nekin, PKKî bin an nebin, îro statuyek hatiye bidestxistin û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk desthilatdarîya wê statuyê dike. Çawa ku başûrî xwe wek parçeyek ji xaka Iraqê dibînin (her çiqasî federasyon bin, xwedî al, parlemento û artêşekê bin jî), HSD jî xwe wek parçeyek ji xaka Sûrîyê dibîne û li gor wê siyasetê dike. Belkî jî şert û şirûtên herêmê û cîhanê vê yekê pêwist dike. Lê statuyek heye, destkeftinek heye û çawa ku em destkeftîyên li başûr diparêzin û xwedî lê derdikevin, dive em xwedî li statuya rojava û destkeftinên wê jî derkevin. Hişmendî û hestên netewî vê pêwist dike.
Li Rojava, ji qewla HSD û PKK ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantonên Cizîre, Dêrezor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn-Şehba Tebqayê, di 11ê Hezîranê de hilbijartin çêdibe. 30 partî beşdarî hilbijartinê dibin (her çiqasî piranîya wan partîyên şev û rojekê bin û girêdayî PKK bin jî). Rêveberîya Xweser a Rojava ragihand ku zêdetirî 3 milyon hilbijêr xwedî mafê dengdanê ne. Koçber û penaberên ku zêdeyî 5 sal in li herêmê dijîn jî wê di hilbijartinê de dengê xwe bidin.

Biryara hilbijartinê ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk Sûrîye, Tirkîye, Îran, Iraq , Herêma Kurdistanê û ENKS aciz kirin. Bi taybet Tirkîye bi tundî li dij hilbijartinê derdikeve û gefan li HSD dixwe. Amerîkayê jî daxuyand ku ji bo hilbijartinê rewş ne guncav e û bi daxuyanîya xwe sergirtî be jî piştgirîya Tirkiyê kir.

Helbet tirs, derd û pirsgirêka Tirkiyê ne PKK û HSD e, tirsa wê ya ji bo herêmek serbixwe û destkeftinên wê ye. Yanî tirsa ditirse ku Rojava jî wek Başûr bibe herêmek serbixwe, di pêşerojê de ji Sûrîyê cuda bibe û rê ji Kurdistanek serbixwe re vebe. Sedema ku Tirkiye li Başûr şerê PKK dike jî heman tirs e. Bi mahneya PKK dixwaze destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibe, nikaribe têk bibe jî kêmtir û tengtir bike û Hikûmeta Başûr mecbûr bike ku serî li ber Bexdayê bitewîne.

Em acizbûna dewletên dagîrker fêhm dikin. Lê acizbûn û dijderketina Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) birastî nayê fêhmkirin. Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S), Mihemed Îsmaîl got ku, “Ev hilbijartin yekalî ye. Em beşdarî hilbijartinan nabin û li gor me hilbijartin ne rewa ye. Partiyek bi hêza xwe ya leşkerî bi serê xwe hilbijartinan pêk tîne“.

Li aliyê din enîya Rêveberîya Xweser a Rojava di daxuyanîya xwe de got ku, “Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê divê veguhere cejna demokrasîyê. Tevlêbûna hilbijartinê çiqasî xurt be, wê asta nûnertî û rewabûnê jî xurtir bibe”.

Yanî, HSD rê li ber ENKS û beşdarîya hilbijartinê negirt. Li vir dixuye ku derdê hinek alîyan, derdê ENKS ne xwarina tirî ye, lêdana nahtorî (rezvan) ye. Hem tuyê li ser navê Kurdan tev bigerî û xwe wek nûnerê Kurdan bibînî, hem jî tuyê destê xwe nexî bin kevir û ji derfetên heyî birevî. Ev çi siyaset e, çi hiş û helwest e birastî nizanim.

HSD an jî PYD bi vê hilbijartinê dixwaze çi bike?

HSD û PYD jî wek min û we dizanin ku Amerîka heta hetayê li Sûrîyê namîne û hevkarîya wê ya bi wan re tenê li ser asasê şerê li dijî DAÎŞê ye. Sibe dusibe heger Amerîka ji Sûrîyê derket û ew bi tenê man, wê çi bikin? Ma Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî ne ji ber wê tirsê bû? Ne ji ber tirsa ku Amerîka ji Iraqê derkeve û ew tenê bimînin bû? Belê. Berî ku Amerîka ji Iraqê derkeve û ew bê xwedî bimînin, xwestin ku pişta xwe qewîn bikin, misogerîyekê (garantîyekê) ji xwe re çêkin û di bazara siyasî de xwedî gotin bin. HSD û PYD jî îro heman tirsê dijî û bi vê hilbijartinê dixwazin destkeftîyên xwe û statuya xwe ji bo bazarê qewîntir bikin. Û ev yek bêguman hem îro û hem jî sibê wê di xêra Kurdan de be. Li vir divê bi çavê berjewendîyên partîtîyê em nêzîkî meselê nebin, ji bo xêra Kurdan û ji bo bidestxistina statuya wan çi bê kirin divê bê destekkirin û xwedîlêderketin.

Bi kurt û Kurmancî; Rojava beşek ji xaka me û welatê me ye. Îro PYD ye sibê belkî partî yan hêzek din desthilatdar be. Ya girîng ne desthilatdarîya filan û bêvan partîyê, lê berjewendî û pêşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Bê kêmasî û xeletîyên xwe, bi şaşî û rastîyên xwe, divê Rojava bi tenê nemîne. Tenêman û tenêhiştin dibe sebeba hemû şaşî û xeletîyan e û hûn sax….

About The Author