Google

    

Arþîv                                                                      info@lotikxane.com                                                                                        lotikxane@hotmail.com          

Xecê Omerî

Rastî tahle

 

Gabar Çiyan

Tirkiye dibe Kurdistan

Adil Dûran

Pepûkên Xwedê

Lokman Polat

´Tevgerek rewþenbîrî

Bavê Ronahî

Gurg kete nav pez

Lezgîn Þêxo

Kor û þeytan

 

Faris Beg

Beþek ji dîrokê-IV

Selîm Acar

Ez jî M.

Aydogan im

Bavê Felek

Mahþûqê Kurdistanê

Dilsotî

Du serinc

 

Bavê Welat

Çiqas tevbidî ewqas bîn jê tê

         Metelok:            Gotina xweþ têxe devê dijminê xwe lê pariyê xweþ têxe devê dostê xwe                     12//02/2007         

Ya starrrrrr ev çi ecêbe? Gilgamiþ bû maço!

Serdar Mirad-13/02/07-Amed- Kuro bi namûs xelkê aqilê xwe xwariye bavo. Ji xwe piþtî ku nebixêr fikra “azadîya jinên serberdayî” derket holê, yekcar civak serûbinê hev bû û jinan serê hefsêr berda û hey berda. Hûn namînin ecêbmayî, jinên Amedî û endamên partîya DTP radibin li dijî peykerê Qral Gilgamiþ derdikevin û naxwazin peykerê wî di parka belediyê de bê çikandin.

   Hûn zanin çima? Jinên DTP çûne cem serok Osman Baydemîr û gotine:”Qral Gilgamiþ berî zayînî (berî çêbûna Hz.Îsa) di sedsala 27an de maço bû û li jinan dixist. Em naxwazin peykerê yekî maço li parkê bê çikandin”filan û fîstan.

   De îcar li ecêba Xwedê û li jinên me yên serberdayî binerin! Baþe keçko, ma dewleta Tirko jinên Kurd nakuje, dest navêje namûsa wan, wan naherimîne, bi emrê Atatirko çend jnên Kurd hatin kujtin, hûn çima behsa van nakin? Çima hûn li dijî peykerên Atatirko dernakevin sayin xanimên femînîst? Yan ew zirav bi we re tune? Lê hûn gurê Gilgamiþê peppûk in ne?

   De îcar yabo destê xwe deyin ser wîjdanê xwe û bêjin: Di welatê ku hîna zilamên Kurd bindestin, wê çawa jinên Kurd azad bin? Ma ev ne derew e? Ûûûûûûûû, bi telaq heta hefsarên mêrên Kurd di destê femînîstan de bin, wan negot xwezî bi îro û hew!

 

 

Soranekem lotikek li me xist

Mîr Ronas-12/02/07-Êlih- Rêz û silav gelî xwendevanên Lotikxanê. Welle bi serê min û we, Soranekem lotikek bêîman li Lotikxanê xist û em totlanî hev kirin. Birastî divê em wîjdanê xwe xera nekin û hinekî heq bidin wan jî.

   Yabo welle xebera kekê me Zana ye ku dibêje: „Nîvîyê Kurdên bakur bûne Tirk û bi Tirkî diaxivin“. Gotina rast raste bavê min, wîî! Kuro bi telaqê jinberdanê nîvîyê Kurdên me dev ji zimanê xwe berdane û dane dû þildim bildima zimanê Tirkên bêbav heyran! Bi saya dewletê û serê Apociyên me, serê me li ber Tirkên bêbav hat tewandin û me bi navê bratîya Kurd û Tirkan dev ji zimanê xwe berda.

   Bi namûsa Tirkên kerxana Selanîkê, heta ku yekî „ serTirk û mejîTirk“ di nava tevgera Kurdistanê de hebe, yeka me nebû dudu looooooo!

   Werhasilî kelam, Kurmanc, Soran, Zaza em tev bra ne. Bijî bratîya me, bijî Kurdistan û bijî Lotikxane!

Gul çû heyfa bavê, Buyukanit jî wê qûna dê li ser ke!

Ehmed beyan-12/02/07-Enqere- Hûn zanin, kes wek van Tirkan rûþûþtî û bêfedî tunene. Doh bû Wezîrê Derve Abdullah Gul li Amerîkayê lotik û pehînên bêîman xwarin û polîpoþman vegerîya Tirkiyê. Yanî, mêrik çûbû heyfa bavê lê xuyaye qûna xwe jî li ser kir û destvala vegerîya mala xwe.

   Îcar jî Serekerkanê wan Yaþar Buyukanit xurcika kera xwe barkir û berê xwe da Amerîkayê. Dibêjin xwedêgiravî Buyukanit çûye rayedarên Qesra Spî qanih bike, wan bîne ser rêya heqîyê da ku Tirk karibin bi serbestî destê xwe têxin nav doxîna Iraqîyan.

   Werhasil, Wezîrê Derve Abdullah Gul çû heyfa bavê lê xuyaye wê Yaþar Buyukanit jî qûna dê li ser ke û destvala, polîpoþman vegere nav Mehmetçîkên xwe yên qûnbicilik! De oxira wî a Filîtê Quto be rebbî....Çûn hebe veger tunebe....

Qûnekan sûnda mirinê xwar

Emed Kurdîh-11/02/07-Mersîn- Li bajarê Mersînê qûnekên ku xwe wek endamên “Komela Hevkarîya Hêzên Welatperwerên Tirk” dibînin, di komela xwe de destê xwe danîn ser demançe, al û wêneyê Mistoyê Selanîkî û sûnda mirinê xwarin. De ka sûnda wan bixwînin. Kerem bikin:

   “Em li ser Qurana xwe ya pîroz, li ser al û sîlehên xwe sûnd dixwin ku, em ji dê û bavên Tirk in, Tirkên xalis muxlis in. Di xwîna me de qûnektî û nêr û mêyî tuneye. Em bi endamîya Kuwayî Mîllîye serbilind in. Jibo ku em Tirkan bikin efendîyên dinyayê, jibo paraztina þan û þerefa Tirkên dinyayê, em bi namûs û þerefa xwe þûnd dixwin”.

   Hûn dibînin ne gelî xwendevanan? Ji dê û bavên xalis muxlis Tirk? De îcar telaqê xwe bavêjin û rastîyê bêjin: We xalis muxlis Tirk dîtine? Ka Kurd, Laz, Çerkez, Arnawût, Bûlgar, Bosnayî. Pondûs, Ereb, Rûm, Qereçî, û hezar jehr û ziqûmên din ji nav wan derxin, çend Tirk dimînin hûn zanin? 000000000! Qûnekan dixwazin tuxmekî wek tuxmê Asena û qantirên ku dêya wan bergîl û bavê wan ker e bikin efendîyên dinyayê. De îcar yabo! Qantir û efendîtîya dinyayê?

   Ya starrrrrrrrr ji derdê van qantirên Xwedê ya starrrr!   

Dinya ji Nîcolkê re jî nema. Weleddd!

Þemal Amedî-10/02707-Hollywood- Erê dinyayê... Çi dinyayek derewîn e, bêxêr e, bê wîjdan e, wax liminnnnnn! Dibêjin:”Dinya ji Hazretî Silêman re jî nemaye”. Îcar xuyaye wê ev dinya xweþ û fanî ji kesî re nemîne.

   Lotikvana bedew, lîztikvana seksî û memikpênckîlo Anna Nîcole Smîth ji niþkê ve mir û berê xwe da cehnemê. Gerçî kes nizane ewê here bihuþtê yan cehnemê jî, lê li gor tê gotin, wê Anna Nîcole Smîth ji sedî sed silavekê bide zebanîyên cehnemê û belkî çend lotikan bi wan re bavêje derûdorê.

   Dibêjin Anna Nîcole Smîth xanim di xortanîya xwe de dilê gellek kurê bavan þewitandibû. Bêbavê lihevhatî, bi bejn û bal, seksî û laþê wê wek goþtê mirîþkan xweþ bû. Werhasil, dinya ji kesî re namîne. Dinya ji yekî wek Saddamê qûnek re nema îcar ma wê ji Nîcolkê re bimîne, tewww! Lê çi fêde Kurdekî biaqil bazneda ser wê, ax gidîîîî........

Kesê bi kêrî xwe û milletê xwe neyê, bi kêrî kesê din jî nayê...

Sermezino tifa xwe alast

Ehmed Beyan-09/02/08-Enqere-Koordînatorê PKK ê Tirkiyê Baþer tifa xwe alast û li gotinên xwe poþman bû. Baþerê sermezin berê digot:”We go serokên Kurdan? Tewwww! Kuro ez gû jî bixwim ez bi wan re nayêm ser maseyekê, wîî! Ezê çawa ji serokeþîran re bêjim selamunaleykum!” filan û fîstan. Erê lawo, erê sermezino, te dît bê çawa zor gîzerê radike ne wilo? Yaaaa! Destê ku meriv nikaribe bixe meriv rasdimîse cîgerîm!

   Werhasil, îcar niha jî sermezinê Baþer dibêje:”Hevdîtina bi serokên Kurdan re  ne xetek sor e. Heger fêda xebatê têde hebe em karin hevdu bibînin” filan û bêvan. Yaaa! Gotinek me Kurdan heye dibêjin: “Filankeso hîna gunikreþ di ser xwe re nedîtine”  

   Îcar sayin Tirkoler, bi telaqê bê fitû we “çavên zer di nava kayê de dîtin” yawrûlarim. We talîya talî fêhm kir ku heta hûn nerin ber lingên Kurdên gunikreþ, hûnê bi serbestî nikaribin di afir de avê vexwin. Rayedarên dewleta Tirk heta niha qet qebûl nedikirin ku bi serokên Kurdan re rûnên û wan qebûl bikin. Lê ji gotina Baþer jî dixuye ku êdî dewleta Tirk ciddîyeta meselê û giranîya serokên Kurdan fêhm kirine. De ser xêrê be rebbî...

Wey ser xêrê be rebbî!

Þîndar Berwarî-08/02/07-Dihok- Dibêjin li Dihokê li ser daxwaza hikûmeta herêma Kurdistanê 52 diz û çeqel hatine girtin û lotik li wan ketine. Li gor agahîyan,52 kesên ku di beledîya Dihokê de dixebitîn, beþdarî bêdadî, dizî û gendelîyên cûrbecûr bûne û bêrîkên xwe bi dolaran dagirtine. Her 52 kes li ser biryara mehkema Dihokê hatine binçavkirin.

   Serokê Mehkema Dihokê Ebdulezîz Ehmed ragihand ku piranîya van diz û keleþan xebatkarên beledîyê ne û beþdarî gellek bêdadî, dizî û bertîlxwarinê bûne.

   Werhasil, xuyaye hikûmeta herêma Kurdistanê zend û bendên xwe hildane û dest bi paqijkirina dizên Kurdistanê kirine. Lê nexuyaye ka ewê kengî xwe bighînin serekdizên ku di dezgehên bilind de lotikan davêjin. De ya bi xêr..Helbet rojekê wê lotikên bêîman li wan jî kevin...

Wê perê zinêkarîya xwe bibexþîne, wey maþelle!

Þemal Amedî-07/02/07-Hollywood- Lotikvana navdar Carmen Elektra dibe xêrxwaz û dilbirehm. Carmen Elektra ku stêra seks û lotikvanîyê ye, dixwaze perê ku ji flîmê wê yê seksê bê li feqîr û belengazan belav bike.

   Li gora ku çapemenîya Amerîkî dibêje, dibêjin wê Carmen xanim flîmekî seksê bikþîne ku heta niha flîmên wilo nehatine dîtin. Wê di flîmê xwe de ji agirê cehnemê germtir bibe û zilaman têxe dora tenûrê. Li ser bextê xelkê be, dibêjin heta niha Elektra xanim di ser 2500 zilamî re derbas bûye, hestîyên wan þikenandiye û tir ji wan berdaye. Dîsa li ser bextê xelkê be, dibêjin perên ku ji flîmên seksê belav bibin xêr û bereketek mezin têde heye û dibe ku bi vê xêra xwe Carmen xanim here bihuþtê jî.

Werhasil, ma emê çima derewan bikin, bi Xwedê heger çend dolarên wê bigihên me ji xwe jinik bihuþtî ye, yan na zebanîyên cehnemê li bendî wê ne û hew!

Kûçik û gur rabûn hev

Ehmed Beyan-07/02/07-Enqere- Me digot qey „Kûçik goþtê kûçik naxwe“. Lê xuyaye gava kûçik birçî dibin û berberîya serokatîyê dikeve holê, karin hevdu bidirin û car caran lotikan jî bavêjin hev. Werhasil, niha li Tirkiyê berberî û qayîþek mezin di navbera herdu partîyên kûçik (MHP û BBP) de heye.

   Berî çend rojan çend kevnecewrên MHP dev ji partîya xwe berdan û derbasî nav refên cewrikên BBP bûn. Li ser vê bûyerê, serokê BBP û qûnekê ji dola Asenayê Muhsîn Yazicioglû xwe nepixand û got: „Aha! Me digot gur û kûçikên esîl em in kesî bawer nedikir. De binerin bê çawa cewrên MHP derbasî nav cewrikên me dibin“ filan û fîstan.

   Werhasil, halîhazir cewrik û mewrik, gur û kûçikên nîjadperestên Tirk bi lotik û pehînan rabûne hevdu. Xwedê bikim yek bi kêr be yek bi penîr. Ma ka jê xweþtir?

 

Qedrê pisîkan ji yê mêran bilindtire

Rozê-06/02/07-London- Erê kuro, li Brîtanyayê derket holê ku jinên Brîtanî pisîkên xwe ji mêrên xwe qedirþînastir digrin ê zêdetir ji wan hezdikin.

   Li gora lêkolîn û ceribandina ku li ser jinan hatiye kirin, gava jin pisîkê himbêz dikin, dilê wan zêdetir û xurttir lêdixe. Lê gava mêran himbêz dikin dilê wan normal û sisto-misto lêdixe. Lêkolîn ji alî Psîkolog Dr.Davîd Lewîs ve hat çêkirin û rebeno jî ji encamên lêkolîna xwe ecêbmayî ma, þaþo-maþo bû û ji qehran re dilê wî sekinî.

   Werhasil, dibêjin wê jinên Brîtanî di pêþerojê de êdî bi pisîkan re bizewicin û nema li ber lotikên zilaman digerin. 

Weyle ku xêr û bereket ji nav nigên xwe nedîtiyê!

 

Farûqê Devliken-05/02/07-Mêrdîn-Hunerqûneka Tirk Bulent Ersoy jî lotikek da xwe û xwe lê qewimand…

Got: “El hemdurullah ez misilman im û bi Tirkbûna xwe jî serbilind im. Ku bimrim û di nav destên melayekî ciwan û lihevhatî bêm þuþtin û heta bi tilîyên wî yî nermik û xweþik ji ser hiþê xwe herim jî, nabêjim, “Ez Ermenî me!...””

   Weyle ku bi gulîyên xwe ve daliqîyayê!

   Weyle ku xêr û bereket ji nav nigên xwe nedîtyê!

   Weyle ku bi emrê xwedê xiyarê wê dîsa   pê ve þîn hatê!(Dewana nivîsê wêne bitikînin)

Ka pisîkên berê..

Narîn Remo-05/02/07-Holland-Ka pisîkên berê û ka ên niha, sed heyf û mexabin ku pisîk jî nema wek pisîkên berê ne. Berê kurdan digotin; pisîk ne li mal e miþk Ebdirehman e, mexabin ku ev metelok nema wateya xwe dide, îca niha miþk bi simbêlên pisîkan dilîzin û pisîk newêre bê vit, ma ev ne nîþanek ji nîþanên qiyametêye?, ha ev in miþk û pisîkên dema Globalîzmê, her tiþt tê guhertin û wek xwe namîne.

   Berê ji tirsa pisîkan re miþkan newêrîbûn serê xwe ji qula derxînin, îca niha miþk û pisîk û seh bi hev re li ber Xidirko dîlana kurmancî digrin, jixwe miþk bi serê govendê digre. Dema berê, ku li gundekî pisîkek heba, miþk ji bavê xwe bûn ku serê xwe derxînin. Diyare rola pisîkê bi demê re tê guhertin, wek çilo rola boqê simbêlan tê guhertin, niha îca merov pisîkan ji bo lîsk û wensê xwedî dikin.

   Hun dibînin çawa miþk boqê simbêlên pisîkê dicû, erê..erê dinyayê, sed heyf û mexabin ku pisîk nema pisîkên berê ne, wek çilo zilam nema zilamên berê ne, heyfa boqê simbêla..jixwe berê kurdan digotin; simbêlê pisîkan jî hene. 

Kes nedît bi darekê re zewicî

Tara Han-05/02/07-New Delhî- Ya rebbî tu kesekî þaþ neki û hew. Carna meriv li hinek tore û adetên milletên dinyayê ecêbmayî dimîne lo. De binerin bê lîztikvan û lotikvana sînemaya Hindî Aîþwarya Raî çi kiriye.

   Li gora xebera rojnama Telegraphê, stêra sînema Hindî Aîþwara Raî jibo ku pirsgirêkên navbera xwe û sozdarê (dergistî-destgirtî) xwe Abhîþek Bachchan ji holê rake, rabûye li gor tore û adetên Hindû ”Zewaca Darê” pêkanîye û bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember bi darê re zewicîye. Dibêjin herdu lotikvan ji burca (remla) ”Manglik” bûne û Xwedêgiravî hava du kes ji heman burcê bin, karê wan rast nameþe. Îcar li gora kevnebawerîyên Hindû jinên ku ji burca Manglik in, bi seremonîya ”Kumbh vîvah” bi dara ku sembola Xwedayekî wan ”Xweda Vîþnu” ye, re dizewicin.

   Werhasil, xanimê kes nedît rabû bi darekê re zewicî, hem jî darek qirase! Li Hindistanê gellek adetên ecêb hene. Hinek bi maran re dizewicin, hinek bi pisîkan re, hinek bi mirîþkan re û hinek jî bi dûpiþkan re. Ji xwe dibêjin, kesên ku bi ker û qantiran re dizewicin Xwedê bi çewalan xêr û bereketê bi ser wan de dibarîne allahwekîl!

Yan bibe yan nebe, ev çi virte virta te ye!

Ebû Kurdo-02/02/07-Bahreyn- Wek hûn zanin, lotikvanê reþ û spî, zinêkarê zarokan Michael Jackson hingî serûçavê xwe emelîyat dike û xwe spî dike, bûye wek kêça firkandî û tir têde nemane. Jacksonê ku berê reþik bû û ji bêþexsîyetîya xwe xwe spî kir û xwe kir kirasê Amerîkanîyên çerm spî, gellek caran navê wî wek “zinêkarê zarokan” jî derket.

   Werhasil, brayê wî Jermaîne Jackson ê ku li Bahreynê bûye misilman û di nav livîna prensê Bahreynê de dijî, bang li brayê xwe Mîckael Jackson kiriye ku rojek berî rojekê bibe misilman da ku ji wan qal û qultên zinêkarîya zarokan xelas be. Jermaîne Jackson dibêje: “Heta Mîchael nebe misilman wê her li dû zarok marokan bigere û dibe ku xwe jî li ser bike” filan û bêvan.

   Werhasil, ji zû de ye tê gotin ku niyeta Mîchael heye bibe misilman lê xuyaye hîna ji zinêkarîya zarokan têr nexwariye. Kengî ku fîþekên wî neman îcar wê çefî û egalekê bide serê xwe û bibe misilman. Yanî, heta xêr têde hebe nabe misilman. Kengî go tir têde neman, îcar wê berê xwe bide hecê û bibe Hecî Mîchael Jackson! De ne ser xêrê be rebbî....

Mîss Amerîka 2007

Þemal Amedî-02/02/07-Las Vegas- Belê, Mîss Amerîka hat hilbijartin û Amerîkî ji vê belê jî xelas bûn. Di pêþbirka ku li Eyaleta Nevadayê hat çêkirin de, bedewa Oklahomayê Lauren Nelson bû Mîss Amerîka 2007 û tac da serê xwe. Niha xelk meraq dikin ka gelo wê ev Mîss Amerîka jî wek a berê alkolîst û serxweþ be yan na ?

   Werhasil, me xwe bi telefonê gihand Mîss Amerîka Lauren Nelson û me jê pirsî : »Xanim Lauren, pîroz û bimbarek be rebbî. Gelo wê ji îro û pêde navbera te û lotikvanîyê çawa be ? Ma navbera te û Serok Bûþh baþe yan na ? »

   Ewê jî devlikenî bersiv da: Ooo, thank you Lotikxane..Kêfa min li cî ye, ne li erdê me ne li ezmên. Bi serê we lotikvanan Xwedê da min û hew! Ezê ji îro û pêde dest bi lotikên Amerîkî bikim û çend qirûþan bidim ser hev. Mavbera min û Serok Bûþh hîna germ nebûye. Bi xêr kengî ku me jî wek Bîll Clînton û Monîka Lewînsky lotik li hev xistin, wê kifþ bibe ka tir tê de mane yan na“ filan û fîstan. 

   Werhasil, Xwedê bi elb û çewalan da Mîss Lauren Nelsonê û hew…Em nizanin wê kengî li baþûrê Kurdistanê dest bi pêþbirka „Mîss Kurdistan“ bikin.

 

"Tirk zexel û qumarçî ne!”

Zinar Qelemþûr-01/02/07-Stenbol- Xuyaye car caran wîjdanê hinek ji ronakbîr û xwendayên Tirk dijene û êdî nema karin tehamulî derewan bikin. Berî çend salan nivîskar Azîz Nesîn gotibû: “Ji sedî 80 Tirkan ehmeq û dîn in”. Piþtre çend kesên din jî derketin û lotik li milletê xwe xistin û hinek rastî gotin. Niha jî Midurê Seraya Topkapiyê, nivîskar-dîrokzan Prof.Dr. Îlber Ortayli dilê xwe rehet kir û lotikek li Tirkan xist.

   Îlber Ortayli di konferanseksê de got: “Navê Tirkiyê ne ji alî Tirkan ve hatiye lêkirin. Ev nav cara pêþîn ji alî bazirganên Îtalî ve wek “Tirkiye-Turkmenya” hatiye gotin û hetanî îro hatiye. Ji alîyê din milletê me yê Tirk milletekî zexel (tembel-betlan) e, nizane xwendin çiye, ji xwendinê heznake, îþ û karê wan di çayxane û kolanan de bi qelemaçan (lîztika kaxezan) bilîzin û wek serserîyan bigerin” filan û fîstan. 

   Kuro bi telaqê jinberdanê lotika te di ciyê xwe de ye qurban, her bijî! Ma Tirk û xwendin çi ji hevre dibêjin? Birastî di þûna peykerên Atatirk de divê peykerên kesên mîna te û Azîz Nesîn bihatana çikandin.  

 

Lotikek din li Tirkan ket

Tacdîn Baran-31/01/2007-Almanya- Van deman Tirk ji lotikan xelas nabin. Ji herçar alîyên xwe lotik û mîkutan dixwin û bûne wek golikê beþ.Niha jî Euromînorîty.eu lotikek bêîman li wan xist û wek mirîþka gêj li dora hev zîzikandin.

   Malpera Euromînorîty.eu bakurê Kurdistanê jî xist nav 100 neteweyên Ewrûpayê û hema bêjin xincerek li ser dilê Tirkan xistin. Tirk bi êþa vê xincerê dest bi tir û fisan kirin û bû vîzvîja qûna wan. Tirkan herçiqasî ji Yekîtîya Ewrûpayê sedema vê yekê xwest jî, lê rayedarên YE ji Tirkan re gotin: ”De herin lannnn! Ew rêxistinek serbixwe ye, lotikan li kê xe bi qîma xwe ye” û daw û delinga Tirkan li serê wan pêçan. 

   Weleddddd, weleddddd! Bi telaq, pelûla ku bi serê Tirkan de rijiyaye bi serê tu ebdê Xwedê de ne rijiyaye û hew! De ser xêrê be rebbî.....

Serok Bûþh serê hefsêr berda

Hesen Almas-31/01/07-Waþîngton- Serok Bûþh di daxuyanîya xwe ya di Radyoya Xelkê de lotikên xweþ li Îranê xistin û bala Ehmedînejad kiþand, mîkutek li serê wî xist.

   Bûþh di axaftina xwe de got:“Ez ji Ehmedo hatime hetanî qirikê. Heger Îran li Iraqê çalakîyên xwe yên eskerî bidomîne emê bêdeng nemînin û serê wî têxin ciyakî minasib. Ji xwe ez li mahneyekê digerim, de Xwedo ku ez xeletîyek Îranîyan bibînim“ filan û bêvan.

   Amerîkîyan li Iraqê zixtên li ser Îranîyan zêdetir kirine. Êdî ew bê hisiyaye ku heta Îranî dest û lingên xwe ji Iraqê nekþînin, ewê rehetî ji Amerîkî û Iraqîyan re tunebe. De Xwedê bikim yek bi kêr be yek bi penîr be.

   Herin dîrokê bixwînin. Yek ji wan milletên ku herî bêbext û nankor in Îranî ne allahwekîl! Îcar hema ku we silavek jî da yekî Îranî, divê hûn deh carî vegerin û li paþ xwe binerin. Ji me gotin…..

Lotik li Tirkan xistin û berê xwe dan Iraqê

Polat Erdem-30/01/07-Marmarîs-Berî çend rojan qeflek eskerên Amerîkî (Conî) hatin Marmarîsê û keç û jinên Tirkan dan ber lotik û cotikên xwe. Me Conî X di ser jinek Tirk de girt û wêneyê wî kiþand.

   Gava Conî X çav li me ket got:"Ahaaa, you are from Lotikxane haa?" û kêfa xwe anî. Gava dît ku xelasî ji destê me tune, îcar rabû jinika Tirk bi xwe ve zeliqand û got: "De bikþînin bavê min bikþînin..Dinya mirine, dibe em li Iraqê nikaribin lotikên azadîyê bavêjin, qe nebe em heyfa xwe ji Tirkan hilînin baba, wîî" û piþta jinika Tirk firkand. 

  Werhasil, bila oxira wan ya xêrê be rebbî..Ha lotik li terorîstên Ereb xistin û ha piþta jinên Tirk firkandin, herdu jî pîroz û bimbareke allahwekîl!

Qumar hem jî çawa qumar!

Þêrzad Zebarî-30/01/07- Hewlêr- Dibêjin pismamê me Wezîrê Derve yê Iraqê Hoþyar Zebarî ji ajansa AP re gotiye:”Bila dewletên cîranên Iraqê bi Iraqê re qumarê nelîzin, yan na kêr gihaye hestî, pêlên vî agirî wê wan jî biþewitîne, agir bi delinga wan xe û Xwedê zane bê wê kî ji wan dewletan qûnek bibe”. 

   Xuyaye Zebarî di axavtina xwe de konsantre û germ bûye û hema gotiye: “De fersend ev fersende, ezê ya dilê xwe bêjim hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete” û dewam kiriye:”Xwedê neke heger Iraq parçe bibe yan jî bisernekeve, xetera ku ew wek þorba nîskê bifûre û pêlên vê þorba germ derbasî welatê wan jî bibe heye. Ji ber wê jî serê me xeranekin û nehêlin em simbêlên xwe babidin” filan û bêvan.

   Yaaaaa! Hûn dibînin bê pismamê me çawa zirtan li dewletên cîran dike û lotikên bêîman li wan dixe ne? Lê me tiþtek fêhm nekir yabo?  Çima “Heger Xwedê neke Iraq parçe bibe?”  Kuro Xwedê bikim kevir li ser kevir nemîne, wey! Ma we dîtiye ku xêr ji Tirk, Ereb û Eceman hatiye bavê min? Na! Bi namûs te hertiþt xweþ got, lê vê gotinka “Heger Xwedê neke Iraq parçe bibe” hertiþt kir çirik û virik. Bêhn pêxist bêhn! mirovperwerin?   

Kerametên keçên Tirk

Sofî Ebdulkerîm-29/01/07-Aydin- Emê niha ji we re hinekî behsa keramet û serpêhatîyên keç û jinên Tirkan bikin. Wek hûn zanin, li Kurdistanê jî ziyaret û darên ku ji alî xelkê ve wek pîroz tên dîtin hene. Yanî, dara mirada! Bi taybet keçên kemlan paçikan pê vedikinm dua dikin ku miradê wan bi cîh bê.

   Îcar xuyaye ev adet li bajarê Aydinê jî heye. Li wir jî ziyaret hene, dara mirada heye û xelk xwe davêjin bext û tora wê darê. Îcar hûn zanin bê keç û jinên vî bajarî çi bi darê vedikin? Derpî û binkirasên xwe! Keç û jinên ku ji xwe re li mêrekî digerin, radibin derpîyên xwe, binkiras û binderpîyên xwe bi darê vedikin da ku xiyarek bê wan bixwaze û kurmê xwe biþkînin.

   Îcar heyran, xêrekê bi xwe bikin û werin van derpî û binkirasên keç û jinên Tirk bidin hev, kurmê wan biþkînin, ma insanetî miriye qurban? Ma Kurd ne mirovperwerin baba?

 

Min jî bizewicîne Mamo!

 

      Farûqê Devliken-13/02/07-Mêrdîn-Na mamê min, na; te vê neqlê zir ecêba darê ji binî de birî û xwe jî di bin de hiþt.

      Me giþa bi serê te sûnd dixwar; te jî çû bi qûna George Bûsh efendî girt û jinek Emerîqanî ji lawê xwe re xwest.

     Hey malneket, lê ku jin sîxwir be? (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Lehmecûncî Îbo dest bi lotikên siyasî dike

Rojda Aydin-13/02/07-Stenbol- Hunermendê Ruhayî, dengxweþê îsotçî, bazirganê lehmecûnan Îbrahîn Tatli lotikek avêt û got:”Dilê min ji hunermendîyê xeliyaye. Ji xwe piþtî vî temenî ez hunermend bim çiye û ne hunermend bim çiye, hêçç! Ez di çavê xelkê de bûme wek golkê nav garanê. Nebixêr piþtî min dest bi bazirganîya lehmecûn, dew û mast kir, êdî xelk henekê xwe bi min dikin û dibêjin “kuro lehmecûncî!” Îcar jibo ez vê îmaja xwe biguherim û dîsa bêm ser sêhra erê, divê ez jî wek siyasetmedarên Tirkiyê xwe bavêjim meydana siyaseta derewîn” filan û bêvan.
   Belê, lehmecûncî Îbo bernama xwe jî amade kiriye û dibêje:”Ezê ji Ruhayê wek wekîlê serbixwe têkevim hilbijartinê Îsotçîyên Ruhayî ji min pir hez dikin, ez ji wan re bêjim bimrin wê bimrin. Gava ez bûm wekîl û ketim Lotikxana meclîsê, ezê hewl bidim ku rê li ber anîna zarokên zêde bigrim. Ji xwe hingî zarok li Tirkiyê zêde bûne, bêkar û perîþanin, îcar kaset û CDyên min didizin, kopî dikin û nahêlin ez têr ecîn, lehmecûn û îsotan bixwim. Herî zêde sê zarok bes in!”
   Werhasil, xwezî bi wê rojê ku em ji “Þow” û mowên te, ji zîtirk û tir û fisên te yên Tirkîtîyê xelas bin û hew! Yaaaa! Hûn dibînin bê lehmecûncî Îbo çawa siyaseta dewletê dimeþîne ne? Zarokên zêde kuro? Ew ji Kurdan re dibêje ha. Ji Kurdan re dibêje:”Hûn zêde zarokan tînin, gava ez bûm wekîl ezê zilaman bixesînim û malzarokên jinên Kurd jî jêkim”. Yaaa! Heyla topa qiyametê li nav þeqê te keto rebbî!

 

Kurd milletê herî esîl in, ji qewmê Arî ne, ne Ereb, Faris û Romî ne...

 

 

Ednan Stêr-12/02/07-Kurdistan-Hûn zanin, bi navê „Newala Kûçikan-Terör“.. dizîya faþîstên Tirk dîsa destpêkir. Ev kûçik sixêfa li Kurdan dikin, Kurdên me jî bêfedî wan temaþe dikin. Hinek Kurdên me jî qaþo wan þikayetî RTUKê dikin.. Yaw babo, ma RTUK çiye û kî ye? Ma ji xwe RTUK  ne sazîya dewleta virqo ye? Wîî!

   Werhasil, xuyaye kûçikên Tirk dîsa wek demên berê bûye ewte ewta wan û direyên. Hûn zanin, di biçûkanîya xwe de kûçikekî min hebu þaredarîyê çû ew bi derzîya harbûnê  kuþt. Ez dibêjim heqê van kûçikên Tirk jî kuþtin e. Gerek ev kûçik nekevin televizyonên Kurdistanê û Kurd temaþeyî wan nekin. Ê ku þeref û namûs pêre hebe li wan temaþe nake û rûn li nanê wan naxê.

   Tiþtên ku ji alî dewleta Tirko ve hatine çêkirin dixin sûcê gerîlla û pê Kurdan sûcdar û gunehbar dikin. Heger birastî þêrgeleyên „Newala Guran“ xwedî cesaret bin, bila çûbana ev flîm li Kurdistanê çêkirana. De werin haaaa! De werin Kurdistanê vî flîmî bikþînin ey þêrgeleyên „Newala Qehpikan!“ De werin em qûna reþ û spî li meydana þer bibînin ey pêxwasên kolanên Stenbolê! Herkes kare „Newala Qehpikan“ li bajarekî mîna Stenbolê bikþîne kurê min!

   Hûn zanin tiþtê herî xerab çi ye gelî xwendevanan? Tiþtê xerab ev e ku piranîya lîztikvanên „Newala Kûçikan“ bi eslê xwe Kurdên asîmîlebûyî ne. Yanî, kurmê darê ne. Werhasil, xwezî bi wê rojê ku Kurd jî xwe nasbikin û flîmên bi navê „Newala Þêran“ bikþînin û hûn sax!

Anderson Mam Celal da ber Lotikan

Mihemed Soran-12/02707-Silêmanî-Dibêjin rojnamevanê The Guardian Jon Lee Anderson li Bexdayê hevpeyvînek li gel Mam Celal kiriye û dibêje "naskirina wî gelek zehmete, hem hevalê Amerîka, hem hevalê Îranê ye... Ew xwe wek Maoyî dide naskirin, xwedî mal û milkekî mezin e û pirsiye gelo Talabanî kiye?”
Anderson nivîsandiye ku Celal Talabaniyê 73 salî siyasetmedarekî hez ji xwarinên xweþ (bi taybet goþtê elokan) û puroyên giranbuha dike. Her wiha Anderson dibêje Mam Celal xwedî þexsiyetek guhêrbar e.

   Nivîskar dibêje:”Yabo ma Mam Celal kes nehiþtiye ku maç nekiriye wey. Wê rojekê rûyê Coondeleezza Rice maçî bike,roja din rûyê Ehmedînejad maçî bike. Hema bi namûs kî têkeve ber wî heta maçî neke dev ji wan bernade” filan û bêvan.

   Dibêjin siyasetmedarê þiî Muvaffak El Rubayî jî gotiye:” Kes nikare bi Mam Celal bavoooooooo! Mêrik hem Marksîst e, hem misilman e, hem zimanzan e, hem xwarinzan e, wek bilbil ayetên Quranê dixwîne, hetta bi zimanê Elokan jî zane.. Ma kî kare pê?” filan û fîstan. Werhasil, berdewama nivîsê di malpera www.dengebotan.com de bixwînin û hûn sax....

 

Ji dêrê jî bûn û ji mizgeftê jî

 

Ednan Stêr-11/02/07-Colemêrg- Wek hûn zanin, þaredarîya Geverê jibo asîîlekirina jinên Kurd dest bi qursên xwendin û nivîsandina zimanê Tirkî kiribû û projeya wan ji alî Yekîtîya Ewrûpayê ve hatibû qebûlkirin. Yekîtîya Ewrûpayê jibo serketina vê projeyê (projeya asmîlekirina jinên Kurd) 63 hezar euro alîkarî da xwedîyên projeyê. Li gora vê projeyê, xwedêgiravî wê 120 keç û jinên Kurd ên di navbera 18-80 salî beþdarî projeyê bibûna û lotikên Tirkîwarî bavêtina.

´  Werhasil, li gora gotin û fesadîyên ser tenûrên Geverê, dibêjin jinên navsere yên ku beþdarî vê qursê bûne, wek mirîþkên gêj li serê wan hatiye. Hem Kurdîya xwe jibîr dikin û hem jî hînî þildim bildima Tirkî nabin. Yanî; rebenên jinên Kurd ku bi sedê salane zimanê Kurmancî paraztine û hetanî bi îro anîne, ji alî zarokên xwe ve tên asîmîlekirin û siyasetmedarên ku qaþo li ser navê Kurdan lotikan davêjin, dibin þirîkê asîmîlekirin û tunekirina zimanê Kurmancî.

   Ê baþe lawo, heger birastî hûn dixwazin jinên Kurd hînî xwendin û nivîsandinê bikin, çima hûn qursên zimanê Kurmancî jibo jinên Kurd venakin baba? Yan zimanê dijmin ji we re siviktir û xweþtir tê? De herin loooooooo...Bi telaq hûnê xêrê ji xwe nebînin û hew!   

Zinêkarên kevn bûn hêza sêyemîn

Ehmed beyan-11/02/07-Enqere- Li gora lêkolînekê derket holê ku zinêkar, teþqelcî, diz, nijdevan, general û girgirekên polîsên Tirk piþtî ku dev ji kar û wezîfa resmî berdidin, îcar þîrketên „Ewlekarî û paraztinê“ vedikin û bi van þîrketan dîsa bêbavîya xwe dewam dikin. Lê bi cil û bergên sivîl.

   Dibêjin piranîya general û polîsên ku destê wan ketiye xwîna bi sedhezaran Kurd, di bin perda van þîrketan de wek „Hêza Sêyemîn a dewletê“ dixebitin û hêza aborî û çekdarîya wan ne kêmî ya artêþ û polîsên dewleta Tirk e. Halîhazir hejmara endamên artêþê 665 hezar çekdar, a polîsan 165 hezar, û a van þîrketên ku wek „Þîrketên ewlekarî û paraztinê“ dixebitin jî 200 hezar çekdar in. Ji General Welî Kûçik bigrin, heta bi gellek serokpolîs û serokmeafîyên Tirk bi hevre van þîrketan bi rêve dibin, sazî û dezgehên dewletê kontrol dikin.

   Werhasil, xuyaye ev hêza sêyemîn wê di pêþerojê de bibe hêza duyem û di siyaset û poltîka Tirkiyê de rolek neyînî û bêbavî bilîze. Dibêjin çi mirdar, zinêkar, diz û çeqel hebin, hemi bi van þîrketan re dixebitin.

   Erê lo, îcar gelo emê bi saxî bibînin ku Kurdên me jî bi plan û projeyên mezin hesabê pêþeroja xwe dikin? Herama Xwedê be……  

 

Carek din derpî jî ji xwe bikin!

 

Emîn Sêwregî-10/02/07-Bern- Kî kare bextê xwe xera bike û bêje:”Kurd bi pêþ nakevin û bi kêrî tiþtekî nayên?” Na! Bi namûs Kurd roj bi roj bi pêþ dikevin û tirê ji pêþûveçûnê berdidin, wey! Berê xelk û alemê digotin: “Yabo ma ne hevalên PKK çalakîyên terorîstî dikin, otobanan dagîr dikin, li polîsan dixin” filan û bêvan.

   Ê lawo Ewrûpîno! Va rebenan dev ji wan çalakîyên ecêb berdan û modern bûn, ma hûn hîna çi ji wan dixwazin brader? Ma we heta niha dîtiye ku yekî Kurd xwe tazî bike û çalakîyên “Tarzankî” lidarxe? Na! Êêêêê? We Kurd hînî çalakîyên Tarzankî jî kirin, êdî hûn çi ji me dixwazin yaw?

   Baþe baþe...Bi telaq îcar wê tiþtek ji me Kurdan derkeve. Heger Kurd jî xwe tazî bikin û çalakîyên Tarzankî lidarxin, bizanin ku êdî roja qiyametê nêzîk bûye û hûn sax!

   Lê tiþtekî ji bîr dikin. Çiye hûn zanin? Hefsarê zilamên Ewrûpî di destê jinên wan de ne, û jinên wan jî heta ji doxînê û jêr de baþ kontrol nekin û neecibînin alîkarîya insanan nakin. Îcar bi telaqê jinberdanê, heger van Tarzanên Kurd derpî ji xwe bikirana, xiyar û hêkên xwe pêþkêþî raya giþtî ya Ewrûpayê bikirana, wê yekser daxwazên wan bihatana cîh, wîî!

 

Piþtî Kurdan Ingilîzan jî rastî pejirand

Harbûna cinsî piþtî 50 î destpêdike

 

 

Gabar Çiyan/Lotikxane: 10/02/07-Di wêjeya Kurdan de li ser yar û dostgirtinê hejmarek stiran, helbest, pêkenok û serpêhatî hene. Bi qasî ku tê zanîn û di wan berheman de jî xuyanî dike, kesên xwedî yar û dost, ne mirovên ciwan in. Bêhtir kesên gihiþtî ne. Piþtî salên 45, 50 î bi sedem an jî bê sedem, har dibin û çavên xwe digerînin. Peyvên wisan ne bê sebeb hatine gotin: ``Gur bi du gepa namire``, ``Agir agirê qûrma ye`` û hwd. Ev rastî ji aliyê Kurdan ve tê zanîn. Ev zanîn piþta xwe dide serpêhatiyên kevn.

   Piþtî Kurdan em nizanin bi çend sed salan ji nû ve Ingilîz bi lêkolînekê pê dihisin ku mirov piþtî 50 saliya xwe çavên xwe li yar û dostan digerîne. Li ser navê projeya fantaziyên cinsî yê Ingilîzan, lêkolînek berfireh hatiye kirin. Di dawiya vê lêkolîna nû de, lêkolînerê Ingilîz Brett Kahr wilo gotiye: “Jiyana 13 hezar kesan hate raçavkirin. Pirs neman ku nehatine kirin. Derî nema ku me lê neda. Fantazî neman ku me guhê xwe jiwan re bel nekir. Û bi vê lêkolîna berfireh derket holê ku kesên bi ser 50 salî dikeve, bêyî ku mala wî/wê pê bihise çavê xwe li derve digerîne. Hejmara kesên ku li gel tamkirina heyecanek nû ne ji % 30 bêhtir e. Di nav 30-40 saliyan de ev hejmar ji 14 e. Kesên ciwan, bêhtir bi mala xwe ve girêdayî ne. Bi vê diyar dibe ku harbûna kesan piþtî 50 î dest pê dike...”

  Haya me ji vê harbûnê hebû. Lê ne bi ecêba van bêbavê Ingilîzan. Li gorî ku li ser tenûran tê qalkirin, mirov pir ditirse ku bi rêya Ingilizên li baþûrê welêt, ev nexweþiya wan di nav Kurdan de jî belav bibe. Tê gotin ku heta herdû alî bi dil bin, çi hêz nikare doxîna mirovan biþidîne...

Axir zeman e. Dewir xirab e. Xwedê mirov ji fantaziyên wisan bisitirîne û hew...

Hesabê sûkê û malê li hev derneket

 

Þemal Amedî-09/02/07- New York- Wezîrê Derve yê Tirkiyê Abdullah Gul lotik li ser lotikê dixwe û pelûla Amerîkî bi serê wî de dirije. Abdullah Gul di vê serdana xwe ya dawîyê de bi taybet jibo “derbasbûna baþûrê Kurdistanê û pirsgirêka Kerkûkê” hat Amerîkayê.

   Gul hêvî dikir ku wê alîkarî û piþtgirîyek mezin ji rayedarên Amerîkî û partîyên wan bistîne. Lê xuyaye hesabê sûkê û malê li hev derneket û rebenê Gul wek pisîka bin baranê hat serê wî. Wezîra çîkolatayî, seksî û xwîngerm Condoleeezza Rice da zanîn ku, divê Tirkiye di pirsgirêka PKK de metod û awayên eskerî bikarneyne û gava xwe li gor doûeka xwe dirêj bike. Rice herweha dîsa da zanîn ku ew derbasbûna Tirkan a baþûrê Kurdistanê qebûl nakin û heger hat û qewimî ewê dîsa çewalan têxin serê Tirkan.

   Ji alîyê din piþtî ku Abdullah Gul hêvîþikestî bû îcar xwest bi Seroka Meclîsa Nûneran a ji Partîya Demokratan Nancy Pelosî bibîne û derdê xwe jê re bêje. Lê Nancy Pelosî alîgirê pejirandina qirkirina Ermenîyane û ji Tirkan hez nake. Ji ber vê jî wê lotikek Amerîkî li Abdullah efendî xist û hiþt ku dengê tira wî di Tirkiyê re derkeve. Ez serê we neêþînim, pelûlek germ bi serê Abdullah Gul de rijiya û nema rêya ber lingê xwe dît.

    Hêvîya me ji Þêx Evdikqadirê Geylanî ewe ku rojek berî rojekê dostanîya Tirk û Amerîkîyan jihevde bikeve û doxîn li Tirkan sist bibe....

Ne yek, ne du, ne sê!

Þêrzad Zebarî-09/02/07-Hewlêr- Dibêjin Rayedarên Wezareta Hundurê Iraqê ragihandine ku li Hewlêrê û gellek bajarên din baregehên dizî yên Tirkiyê hene û ewê di pêþerojê de baregehên dewleta Tirko bigrin.

    Li gor gotinên ser tenûran, dibêjin hema bêjin dewleta Tirko di her bajarê Kurdistanê de baregehên xwe danîne û amadekarîya çalakîyên terorîstî dikin. Ji alîyê din, endamê parlamentoya Kurdistanê û kevneendamê Komisyona Birêvebirina Cepha Turkmenî Esed Erbîllî jî lotikek avêt û got:   ”Dewleta Virqo bi alîkarîya van baregehên veþartî alîkarîya Cepha Turkmenî dikin da ku Kerkûkê û seranserê Kurdistanê aloz û têkilhev bikin". Li gora Erbîllî, li kolana Raperîn a Hewlêrê baregehek Tirkiyê heye û veþartî lotikan davêje derûdorê.

   Li gora ku xaltîma me Siltanê ji ser tenûra lotiktenûrê radigihîne, dibêjin temamê 350 þîrketên OYAKê jî wek baregehên dewleta Tirk dixebitin û ha ha di warê aborî û çalakîyên veþartî de Kurdistanê dixin bin bandor û kontrola xwe.

   Werhasil, xwezî bi wê rojê jî ku hikûmeta Kurdistanê li þîrketên OYAKê jî bê xezebê û dest deyne ser mal û mîrata wan..Helbet heger wêribin!

Amerîkayê tir ji dewleta Tirk berda!

Hesen Almas-08/02/07-Waþîngton- Roj bi roj cîh li dewleta Tirko tengtir dibe û ji herçar alî ve lotik û pehînan dixwin. Tirkên ku hêvîyek mezin ji dostên xweyên Amerîkî dikirin, êdî lotikan ji wan dixwin û perþoþkî dibin. Her çiqasî Amerîkî li Ewrûpayê çend lotikên Alamanî li alîgirên PKK xistin û li ser daxwaza kordînatorê PKK Rolston hevalbendên PKK li gellek welatan tên girtin jî, lê di nijara êrîþa baþûrê Kurdistanê de Amerîkî rê nadin Tirkan ku bi rehetî lotikên xwe bavêjin baþûr.

   Alîkarê Wezîrê Ewrûpa û Awrasyayê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Danîel Frîed, di preskonferansekê de ragihand ku ewê rê nedin Tirk derbasî baþûrê Kurdistanê bibin û ewê serê Tirkan biþkînin. Frîed got ku, heger Tirk bi mahneya PKK bixwazin derbasî baþûrê Kurdistanê bibin, ewê xefkên miþk,gur û keftaran li pêþîya wan deynin û ewê vê carê ne tenê çewalan lê xurcik û zembîlan jî têxin serê wan. Werhasilî kelam, xuyaye Amerîkayê giranîya xwe baþ daye dostanîya Kurd û Kurdistanê û êdî qîmetê Tirkan bi pênc qirûþên xerabe nagirin. De ser xêrê be rebbî......

Bye bye Kurmancî.. Welcome Soranî!

Hiþyar Berwarî-07/02/07-Kanada-Zimanê fermî yê Soranî xatir ji devoka Kurmanciyê xwest û berê xwe da Koreya malikxerab û ket nava leyistikên teknolojiya mobilên LG. Dema Serokekanî Wezîrekan Nêçîrvan Barzanî bi Soranî digot: „Eve hingaveka siyasî ye“ min got: „Welleh û billeh raste, siyasiya li dijî Kurmanciyê ye!“ Welhasil, dema Soranî birêket û berê xwe daye Koreyê, Kurmancî koor koor ji dûrva lê nêrî û bi halê xwe giriya.

    Dibêjin dema Soraniyê xatir ji Kurmanciyê xwest û berê xwe daye parleman, dibistan, hikûmet û hemu dezgehên fermî yên Kurdistanê, ji keyfa dikir bifiriya û ji Kurmanciyê re digot: „Dile xwe nehêle malate, tu zani çend hunermend stranan bi Kurmancî dibêjin? Ma ew jibo te ne bes in? Tu li malê be û çavê xwe bide xêzanê, stran û heyranokan ji xwe re bêje heta êvarî ez ji dewam, kargeh, dezgeh, dibistan û Koreya malikþewitî vedigerim malê. Xwarinê ji me re hazir bike û em bi dileki xweþ bi vî halî derbas dikin“. (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

  QET NEBÛ MAM CELAL!

 

Farûqê Devliken-07/02/07-Mêrdîn-Kuro ma we bala xwe daye mam Celal law? Çerga ku bûye serokkomarê Iraqê, kelefên wî nema di pantor de hiltên; zikê wî bûye kunê avê, du metroyan berî wî diçe. Ma qey ev rebenê xwedê ji petatê kelandî, bilxwira dosumekî û belohîyê pêve tiþtekî din naxwe ezbenî? Di nûçeyan de carna ez çavlê dikevimê dilê min pê diþewite. Eyn wek Eddy Murfî lê hatîye… Ku we li filîmê “Profesorê dîndeyûz” temaþe kiribe, wûn ê fêm bikin ku ez qala çi dikim!...

 Berê tê bîra we, qerewata wî dihat li ser berzika wî disekinî; heta carna serê qerewata wî û serê doxîna wî digîhan hevdû. Lê anuha, ber destê te û xwedê be law, tu qerewatek pênc metro jî li stuyê wî girêde, wê qerewatê xwe li ser zikê wî re bera ser berzika wî neda. Pir pir xwe bigihîne ser navika wî…

 Ez wek Kurdekî welatparêz û hestdar mam Celal, hikûmeta Bexdê û asbazên Iraqê yek bi yek þermezar û qûnên wan jî dax dikim.

  Nayê hesabê min kaka! Yekî mîna gewendê Qasimpaþa ji paþ ve li wî binere û di bin simbêla de bikene û di ber xwe de jê re bê, ”Qulmezin! Zikdef! û nizanim çi!...”

  Na mam Celal, na! Ya tê bidi lotikan û wan dûv û bezên zikê xwe bihilîni, ya jî li mala xwe li nav jin û zaroyên xwe rûne û xwe li ser serê me nenepixîne ezbenî!...

Ez bi heyrana çavên mamê xwe bim; li xwe miqate be, bira xelk û alem henekên xwe bi te  nekin û bi me nekenin!...Okey!?...Ez hatim herdû destên mamê xwe…

Kovara Tirkî derxin û Kurmancî înkar bikin, wey aferîn!

Leyla Bamernî-07/02/07-Zaxo- Dibêjin wê hikûmeta federe kovarekê bi zimanê Tirkî biweþîne. Wê navê wê bikin „YOL-RÊ“ da ku qaþo xwe ji kesên Tirkîaxêv re îfade bikin û xwe bi wan bidin fêhmkirin. Îcar em meraq dikin: Gelo kî yan kîjan çete û grûp dixwaze bi projeyek bi vî awayî milyon dolaran têxe bêrîka xwe? Ma ka hikûmeta Tirk kovarên bi zimanê Kurdî derdixe ku hûn radibin kovarekê bi zimanê dijminekî xwe derdixin? Heger ev ne projeyên xwarina bertîl û dolaran be, naxwe ev hezkirina kovara Tirkî ji ku derket?

   Baþe û Kurmancî? Kurmancî çi lêhat kaka? Hûn bi pênc qirûþan qedr û qîmetê nadin zimanê Kurmancî, wê dipiþêvin, lotikekê lêdixin, înkara 30-35 milyon Kurmanc dikin, lê radibin xwe li ber dilê dijminê Kurmancên bakur þîrîn dikin, dixwazin kovarên Tirkî biweþînin. Ma ev bû edalet ey millet? Yan hûn dixwazin bi vê kovara Tirkî Kurmancan asîmîle bikin? Tirkmenan ji nav derxin, lê ma ji Kurdên bakur pêve kes zane bi Tirkî bixwîne? Heger „ev ne fen bin ev çi ben in“ kakanooooooooo!?

   Lê bi serê we hûn ne sûcdar in. Sûcdar Kurmancên Behdînan in ku wek mirîþkên ketibin ser kurkê û dengê xwe nakin…

Rastî xweþe lê ka yê ku wêribe bêje!

Cemîl Cewher-06/02/07-Hewlêr- Hêz û qiwet ji yekîtîyê pêk têt. Meriv bi yekîtîyê digihê armanca xwe û biserdikeve. Gava daxwaz û niyeta yekîtîxwazan þerîf û paqij be, meriv kare di prensîb û þertên yekîtîyê de bê cem hev û lotikan bavêje. Na heger yekîtî jibo armancek xweperestî û xapandinê bê xwestin û mirov bi wê niyeta xwe ya paqij bên xapandin, aha ew xerab û tehlûke ye. Îcar ev jî mesela me û KNK ye.

   Nûnerên KNK a ku di bin sîya ne hinek lê tenê partîyekê de ava bû û qaþo xwe wek nûnerê herçar parçeyên Kurdistanê dibîne, serdana Hewlêrê kir û bi hinek sazî û dezgehên Kurdistanê re hevdîtin pêkanîn. Serokê KNK Alî Yîgît pêwistîya yekîtî û hevkarîya rêxistin û partîyên Kurdistanî anî zimên. Di serdana dezgeha K-TV de rozetên KNK li xebatkaran hatin belavkirin û xuyaye bi wan rozetan nûnerên KNK bawer kirine ku xebatkarên K-TV jî endamên KNK ne.

    Cîhgirê Serokê KNK Tahir Kemalzade jî got:” KNK di 1999an de jibo di navbera Kurdan de yekîtî û hevkarîyê pêk bîne hatiye avakirin.KNK yekîtîya Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc” filan û fîstan. Helbet kesek ji yekîtîyê nareve.Yekîtî daxwaza her Kurdî ye. Lê xwezî we bigota: “Heyran bi telaq em jibo Apocîkirina Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê hatin avakirin” û hew! Hema rastî xweþe lo, wîî!

Em bi te re mîster Kevirbirî!

Rojda Aydin-05/02/07-Stenbol-Dibêjin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û TZP Kurdî li Navenda Çanda Mezopotamyayê forûmek bi navê „Xebatên Paraztina Ziman“ lidarxistiye û di forûmê de nivîskar, rewþenbîr û rojnamegerên Kurd lotikên xwe avêtine, dîtinên xwe anîne zimên. Ji nav wan dîtinên sê kesan bala me kiþand ku ji sedî 100 em bi wan re ne. Mûrad Batkî, Celîlê Celîl û Salihê Kevirbirî.

   Mûrad batkî dibêje:“Ev kar bi kampanyayan nabe, kampanya sînorek wê heye. Divê zimanê Kurdî bibe þiklê jiyana mirov, divê em vê bi siyasetmedarên xwe bidin fêmkirin.Niha tevgera jinan Kurdî ji jinan dûr dixe, çima jinên Kurd ji Kurdî dûr dikevin? Gere em zorê bidin keç û jinên Kurd ku bi Kurdî xeber bidin”. Celîlê Celîl dibêje:”Zimanê dayikên Kurd bi Kurdî ye, lê îro jinên Kurd tên cem hev bi Tirkî civînan dikin. Ev xizmeta kê ye, ji bo kê ye? Îro li Mezopotamyayê (!) Kurdî zêdetir di nav koriciyan (cerdevanan) de tê axaftin. Sibê emê biçin ji wan hîn bibin”. Salihê Kevirbirî dibêje:”Problema mezin problema welatperweriyê ye. Li dinyayê ez Tirkek, Erebek nas nakim ku zimanê xwe nizanibe. Em hê nebûne welatperwer loma em zimanê xwe nizanin. Feraseta perwerdehiyê divê bi her kesî re hebe”.

   Îcar, Mûrad batkî xweþ dibêje rast dibêje. Bijî! Celîlê Celîl rast dibêje, heger jinên Kurd bi Kurdî zanibin û bi Tirkî civînan bikin xizmetê ji dijmin re dikin.Baþe, çima Mezopotamya ne Kurdistan bavê min? Ha me zimanê Kurdî jibîr kir û ha me navê Kurdistan kir Mezopotamya!?

   Werhasil, bila Xwedê miradê Salihê Kevirbirî bike rebbî! Gotina herî rast wî gotiye: Problema mezin problema welatperwerîyê ye, problema neteweperestîyê ye. Kurdan hîna wek millet xwe nasnekiriye. Heta ku Kurd nebin neteweperest, nebin Kurdperwer wê zimanê Kurdî jî bibe top û goka nav lingên dewleta Tirk û Demokratîk Cûmhûrîyetçîyên enternasyonalîst....Wekî din?

Hasil di Mûsilê re derketiye wî daye dû çeqçeqonkê

Tacdîn Baran-05/02/07-Almanya- Xuyaye alerjîya malpera amûdê.com ji rojnama Peyama Kurd an jî ji xwedîyên wê re çêbûye ku derneketina rojnamê jê re bûye meraqek mezin. Dibe ku dilê kekê me Sîrwan Hecî Berko li ser derneketina rojnamê dêþe jî, ma kî zane? Çawa be çend rojan wî jî ked û xwêdana xwe da kar û xebata rojnamê.

   Werhasil, amude.com piþtî heft mehan dîsa derneketina rojnama Peyama Kurd anî bîra xwe û ji xew neciniqî. Bala me jî kiþand, malî ava rebbî! Li gora amûde.com dibêje, dibêjin xwedîyên rojnamê deyndarên çend karkerên xwe ne û dest danîne ser risq û hibra qelema wan.

   Temam, me fêhm kir, lê ka bipirse bê çima deyndarên karkerên xwe ne brê min? Te go çima? Okey! Ê qurban, gava meriv ji sedî 50ê sermaya xwe li çûn û hatina baþûr bide, li heqê bilêtên tiyarê bide, li çûn û hatinek destvala bide, çi dibe? Perê karkeran jî namîne ne,wey! Ma rebenan naxwazin perê karkerên xwe bidin heyran? Lawo pere tune pereeeeeeeeeee! Baþûrî peran nadin wan,wîî! Îcar bela xwe ji Peyama Kurd jî û ji rêvebirên rojnamê jî berde û hew…

   Te go xwedîyên wê di serokatîya PDK-Bakur de cîh digrin? Na lo? Halla halla! Kuro lawo ji 1965an ve PDK Bakur di bêhnvedanê de ye qurban, rojname heft mehan ketiye bêhnvedanê ma dinya xerabû! Hasil di Mûsilê re derketiye û meselê zêde nekole….Okey hebîbî! .

Nefelê qiyamet rakir! Hayhoooooo!

Cemîlê Çargurçik- 05/02/07-Stockholm- Dibêjin malpera Nefelê qiyamet û tofana tsûnamîyê rakiriye û dinya seranser daye ber xwe. Nefel di malpera xwe de pesnê xwe dide, dide, dide, hetanî ku xwe difirîne ezmanê heftan. Werhasil, em serê we neêþînin. Xuyaye heger ne ji Nefelê be wê çapemenî û rojnameyên Tirkan li pataxê kevin û ji „Televole“ û „Paparazzî“ pêve nikaribin nûçeyan bidestxin.

   Di derbarê nûçeya Serok Barzanî ya ku di hevpeyvîna bi Televizyona Dengê Amerîkayê beþê Farisî de gotibû „Heger Tirk û Îranîyên bêbav êrîþî Kurdistanê bikin emê bersiva wan bidin“, Nefel xwe dike hûtê heftserî û behsa belavkirina nûçeyê û medya Tirkan dike. Dibêje: „Daxuyaniya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo tehdîdên Tirkiyê îro wek firtoneyekê bi ser hemi medya Tirkî de herikî û Tirk cardî dîn û har bûn. Nefel vê carê jî di mîsyona xwe ya ragihandina doza Kurdî de bi ser ket û îro derbeyek xurt li hest û damarên þovenîstên Tirkan û dewleta wan da“ filan û fîstan.

   Wey her bijî Nefel! Yanî, heger ne ji Nefelê ba, wê Tirk û çapemenîya wan bi wê nûçeyê nehisiyana ne? Pekkkk! Me nizanîbû dewleta Tirk bi sîxur, zimanzan, sazî û her þêweyên dezgehên xwe ve razayî ye bavo!

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin rojname û çapemenîya Tirk li ber devê derîyê Nefelê ketine kozik û kemînê û dibêjin „Xwedooooo ku Nefel nûçeyekê biweþîne“ da ku pê namûsa xwe xelas bikin. Neyse, em û Nefel destebrakên hev in, serketina wê serketina me ye jî…Çawa be xwîn dikele xwînnnnnnn!   

Xêrnexwazan Lotikxane çavînî kir

 Lotikxane-03/02/07- Webmaster û gerînendeyê Lotikxanê çavînî bû û ket nexweþxanê. Kes nizane kê ew çavînî kiriye, lê dibêjin di xewna xwe de hinekan ew dane ber lotikan û herdu çavên wî kirine wek zotka mirîþkê. Ji ber vê sosreta kesanedî, emê îro nikaribin lotikan li kesî xin û bihêlin ku xelk bêjin "Oxxxxxxx, em îro neketin devê Lotikxanê!" û ji kêfa re îskanek wîskî bi ser dil û kezeba xwe dakin.

   Werhasil, webmasterê me halîhazir di nav dest û lingên textoran de ye. Textor bi pehîn, buks û zîtirkan ketine ser dilê webmasterê me. Heger rebeno bi saxî ji nav lepê wan xelas bû, ji xwe sibê emê dîsa dest bi weþana xwe bikin, lotikên Kurdewarî li dijminan xin û çavê wan derxin. Na heger rêya azadîyê nedît û di nav lepê wan de þehîd ket, ji xwe emê li çara serê xwe binerin û fatîhayekê li ser can û cesedê wî bixwînin. Hema go melkemot xwe nêzîkî wî neke tiþtên din rehet in. Werhasil, hûn îro man bê lotik allahwekîl!

   Haaaaaa, hûn îstatîstîka vê mehê meraq dikin ne? Wî çaxî neteqin û li bendî sibê bimînin..Hûn û þensê xwe.....

Dev ji me û van qeþmerîyan berdin ezbenî!

   Farûqê Devliken-02/02/07-Mêrdîn-Ev anuha wûn ji min re nabêjin, ev çi dek û quretîyên Tirko ne? Hema ewê rabin û rûnên, ”Emê bajon ser Qandîlê!...”

Wûn bi qedrê xwedê kin, tu kesî xwe avêtine pêxîla wan? Tu kes ketîye dexlê wan û bi bergerîn kesî devê xwe li ber wan xwaro-maro kirîye?

  Bûye heyran heyran û qurban qurbana kesî ji bo ku najon ser Qandîlê, ya jî þervan bi ser kesî de girîyane û gotine em di dexlê we de ne herin ji Tirko re bibêjin, bira najon ser me?

   Gelî dosta, wûn dizanin wek çi li dewleta Tirko hatiye? (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Yek ji me û yek ji wan

 

Zinar Qelemþûr-02/02/07-Stenbol-Hûn zanin gelî xwendevanan, her çiqasî em dijminên hev bin jî, çiqasî em ji hev hez nekin jî, lê gellek caran meriv hiþmetkar û heyranê van Tirkên doþirme dimîne. Mêrikan bi her awayî di xizmeta netew û dewleta xwe de ne. Çepên wan çepên millet û dewleta xwe ne, rast û faþîstên wan ha keza, misilmanên wan xizmetkarên dewleta xwe ne, qûnek û lezbîyenên wan dîsa di xizmeta millet û dewleta xwe de zinêkarîya xwe dikin. Yanî, aferîn ji wan re û hew!

   Car caran têkevin kerxana www.turksolu.org ê û binerin bê bêbavan çawa dijminatîya Kurdan dikin û bi navê çepîtîyê çawa nîjadperestîyê dikin.

   Îcar emê ji çep û enternasyonalîstên Kurdan re çi bêjin ez nizanim! Enternasyonalîstên ku bi navê "bratîya Kurd û Tirk" qûna Tirkan dalêsin, bi daw û delinga wan digrin û malikê li Kurdan diþewitînin, bila fedî bikin û hesab ji wîjdanê xwe bipirsin. Helbet heger wîjdan û xîret bi wan re mabe!? 

Daweta bi 10 milyon dolar! Wey bavoooo!

Mistefa Kerkûkî-01/02/07-Kerkûk- Ji me derew, lê li gor hinek ji çapemenîya Îtalî û mikurhatina hinek kesên Kurd û Îtalî, kurê Celal Talabanî Kubat Talabanî daweta zewaca xwe li Îtalya, di ciyekî pir luks de çêkiriye û 10 milyon dolar lê serf kiriye.

   Nameya Dr.Casim Tewfîq Xoþnav di kurdistanpost.comê de belav bûye û tê de tê gotin ku, “Di 2004an de Mam Celal Talabanî, Xêro Xan û Dr.Muhammed Þakir hatine Îtalyayê û beþdarî daweta Kubat Talabanî û Þerrî Kraham bûne. Lê çapemenîya YNK ev serdan wek serdanek resmî ya bi rayedarên Îtalyayê re nîþan dane û qet behsa dawet û zewacê nekirine” filan û bêvan. Þerrî Kraham bi xwe keçek Cihû ya Amerîkî ye.

   Werhasil canim, zewac xêr û bereket e. Di zewacê de xêr jî heye, þer jî heye. Mebesta me ne ewe ku em li dij derkevin. Lê me tiþtek fêhm nekir? 10 milyon dolar? Kur û keçên xelkê reben, zarokên þehîdan li qelenê xwe dimînin heyirî, jibo peydakirina qelen û çend qirûþan mala xwe diþewitînin, lê bila zarokên girgirek û serokên partî û hêzên Kurd daweta bi 10 milyon dolar çêkin. Ma ev bû wîjdan? Ma ev bû edalet? Hûn zanin bê bi 10 milyon dolar çend malbatên þehîdan têr dixwarin? Bi 10 milyon dolar çend keç û xortên Kurd karîbûn bizewicin?

   Heheyyyyyy! Ma xema we ye baba? Na bavoooooo! Zarokên þehîdan birçî ne, tazî ne, bê jin in, bê mêr in, ji kî......we ve! De dîsa jî lotika we ser xêrê be rebbî...

Ev Hakim Qadirê Qûnde kî ye?

Lotikxane-dengêbotan.com-31/01/07-Birastî gava me ev gotara keça Kurd a ji bajarê Xaneqînê (xanim X) di malpera www.dengêbotan.com de xwend, em zêde ecêbmayî neman. Ji ber ku em milletê xwe dinasin û zanin bê qumaþê me Kurdan çi qumaþekî xav û qetiyayî ye, me got xem nake. Lê gava meriv lê difikire ku çawa Hakimekî Kurd (!) keç û jinên Kurd teþwîqî qehpîtî û laþfiroþîyê dike, me ji Kurdbûna xwe fedî kir û serê me kete ber me. Herçiqasî qûnekên bi vî awayî di nava me Kurmancan de jî hene, lê xuyaye Soranekan yekcar berdîberdan in û namûs li cem wan bexdûnis e.

   Xanim X di gotara xwe de behsa xwe dike ku çawa ji mecbûrîya bêkarîyê ji Xaneqînê hatiye bajarê Silêmanîyê û li wir Hakim Qadirê zinêkar namûsa wê herimandiye, ew kiriye laþfiroþ û pêþkêþî zilamên din kiriye. Tiþtê ecêb û rastîya herî xweþ jî ev e ku xanim X behsa piranîya berpirsiyarên Celalîyan dike û dibêje:” Çîrokek pîse, belam ji ber ku pir girînge divê ez behsa wê bikim. Piranîya mesûlên ku bi jin û zaro ne, (homoseksuel-qûnde) ne. Di dema minasebeta cinsî de heta meriv dest û tilîyên xwe nexe wan, li wan xweþ nayê û mest nabin. Lê gava min pençeyê xwe (dest) li wan rast dikir, rehet dibûn û diyarî û padaþtên baþ didane min”.

   Werhasil, em serê we bi Hakim Qadirê qûnek re neêþînin. Nivîs bi Soranîya latînî ye. Heçê bixwaze kare wêne bitikîne berdewama nivîsê bixwîne.Yan jî serdana www.dengêbotan.com bikin.

Bêdeng ma piþtre got:Deve!

Rojda Aydin-30/01/07-Stenbol- Ji zû de dengê Leyla Zana xanimê nedihat. Me meraq dikir gelo ka ew çi dike, çi nake, partîyan ava dike yan jî wê dest bi þoreþê bike. Lê piþtî bêdengîyek ecêbane, me ew li Stenbolê, di tazîya Hrant Dînk de dît.

   Dibêjin Zana xanim li kêleka Akkan Suverê Serokê Weqfa Marmarayê rûniþtiye, piþtî qederekê jibo ku xwe li ber dilê Tirkan û Akkan Suvar efendî þîrîn bike rabûye gotiye:”Tu zani Suwar efendî, evê gotina “em hemi Ermenî ne” ez pir êþandim. Ez deh salan di hepsê de razam lê min hevqas êþ nekiþand. Gelo niha ez bêjim “Em hemi Kurd in”, tu bêji “Em hemi Tirk in”, çi dibe? Rewþa ku jibo lihevhatinek aþtîyane pêk bê winda dike” filan û fîstan.

   Dibêjin piþtî yazî û serxweþîyê, Akkan Suver efendîyê Tirk rabûye ji derûdora xwe re gotiye:”Halla halla! Min nizanîbû Leyla Zana û Orhan Dogan hevqasî Tirkperwer û wetenperwer in bavo, ya suphanallah!!”

   Ê keçko, Leylokê, porkurê! Hezbelqeder tu bû parlamenter, tu bû mirîda hinek þêx û miþêxan û xelkê kêfa xwe ji te re anî,  tu hîna jî wek insanan nizani bi Tirkî lotikan bavêji, ma serê te bi gotina “Ez Ermenî me” dêþe  nemayê? Tu ji xwe, ji bavê xwe fedî naki, ma tu ji Mêhdî Zana jî fedî naki keçko, wîî!?

 

Vê carê mele jî ketin ber bahoza qedexeyan

Meyxane jî ji wan re qedexe kirin

 

 

Gabar Çiyan/Lotikxane: 29/01/07-Li bajarê Entabê ji aliyê dadgehê ji ber kar û barê xwe bi rêk û pêk nekirin, 3 mele bi cezayek nû hatin beramberî hevûdu. Li gorî biryara dadgehê, hersê mele 25 rojan li ser hevûdu nema dikarin herin meyxanê û pavyonan. (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Bîjîyên Tirk lotikek li Luqman Cemîl xistin

Cemîlê Miho-28/01/07-Bochum- Bîjîyên Tirk,hackerên Atabeyler bi tenq û topan êrîþî ser malpera hunermendê Kurd Luqman Cemîl kirin, lotikek bêîman lêxistin û çira wî vemirandin. Luqman Cemîlê ku bi ked û xwêdanek mezin, bi zor û heft bela malperek ji xwe re çêkiribû, ket zîndanên dewleta Tirk û felek lê geriya.

   Dibêjin rebenê Luqman Cemîl seet û gustîlkên xwe firotibûn û pê ew malper vekiribû. Lê niha nema zane çi bike ku cardin malpera xwe ji zîndana Tirkan derxe. Li ser bextê xelkê be, dibêjin îcar wê Luqman Cemîl cakêt, þerwal û binkirasê xwe bifroþe da ku ji xwe re malperek nû veke.

   De Xwedê li piþta te be Luqman Cemîl! Berxwedan jîyane qurban..Malperek din jî veke û vê tirê ji Tirkan re nehêle, deeee..!

Ha ji we re doktorek ji bajarê Pêxemberan!

Sadûn Deysem-28/01/07-Ruha- Çiqasî raste nizanim, lê xwedêgiravî dibêjin bajarê Ruhayê bajarê Pêxemberan e. Herama Xwedê be ku me heta niha Pêxemberekî biaqil têde dîtiye, ma em rabin derewan bikin, wey! Werhasil, emê niha behsa Pêxemberekî biaqil bikin.

   Ehmet Karabûrcê Sêwregî (32) diranê wî dêþe. Êþa diranan jî pir xedar e allahwekîl, Xwedê neyne serê kesî. Ehmedê me jî radibe jiber êþa diranê xwe serî li Navenda Tenduristîya Dev û Diranan a Ruhayê dixe. Piþtî ku Doktor Abdulkadir Elçî çend sanîyan wî saxtî dike, jê re dibêje:“De here û 10 mehên din cardin were ezê êþa diranên te bibirim“ û lotikekê li Ehmedê me dixe. 10 meh kuro!

   Yanî, wê rebenê Ehmedo deh mehan bi wê êþê bisekine, li bendî dora xwe be heta ku doktor efendî diranên wî derman bike! Îcar we tiþtê wisa dîtiye? Îcar kî dibêje:“Ruha ne bajarê Pêxemberan e?“ Bi telaq me ji îsot û ecînê (çîgkofte) pêve tu xêra Pêxemberîya bajarê Ruhayê nedîtiye lo, wîî!

Ew dan kujtin, îcar helbestan li ser dinivîsin

Ehmed Beyan-28/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, li Tirkiyê tiþtek bê îrade û daxwaza dewleta Tirk nayê kirin. Ji misilmanên wan bigrin, heta bi kominîst, çep û rastên wan di bin emrê dewleta xwe de ne û ha ha lotikan li kes û sazîyên ku li dijî dewletê ne dixin.

   Yek ji qesasê Hîrant Dînk, Serokê partîya Buyuk Turkîye Partîsî a faþîst Muhsîn Yazicioglû ye. Destê Yazicioglû di qetlîama Maraþê de jî hebû û mirovekî tam zirqantir e. Îcar piþtî ku rebenê Hrant Dînk dan kujtin, Muhsînko rabûye qaþo helbestek li ser wî nivîsandiye û xwedî lê derdikeve. Hûn helbesta wî meraq dikin? De fermo, me ew wergerang Kurmancî  û têr bixwînin:

Hranto Dînko!

Erê Hranto erê..Tê bîra te gava te lotik li dewleta me dixist..

Te wek gayê ber cot tir ji me berdida

Ma te digot qey wê ev tir ji te re bimîne Ermenîyo?

Va qehremanên Tirk, nevîyên Mistoyê Kor, lotikek Tirkewarî li te xistin, milyonek û nîv Ermenî çûn cehnemê, bi saya te bû 1.501.000. Ne Mutlu Virqim Dîyene!

Jêkin yan bixesînin!

Diyar Baban-27/01/07-Mahabad- Dibêjin Ehmedînejad ji sedî 90ên sîxur, qûnde û mûndeyên xwe þandine Iraqê û li wir lêkolînên çalakîyên terorîstî dikin. Piþtî ku ev plan û proje derketiye holê, îcar dibêjin Serok Bûþh jî rabûye ferman daye general û çawîþên xwe yên li Iraqê û gotiye:”Kîll or capture!” okey! Yanî; “bikuje yan bigre”, heger we nekujt jî “xiyarê wan di berde jêkin û wan wek dermaleyên salê bixesînin”.

   Îcar li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin piþtî vê fermana Bûþh, sîxurên Îranî rîh û simbêlên xwe kur dikin û bi çarçefên jinan digerin. Dibêjin Ehmedînejad jî hazirîya kurkirina rîh û simbêlan dike.

   Êêêê, ma rehete qurban? Na! Ha xiyarê meriv di berde hat jêkirin, ha meriv hat xesandin, ha meriv hat kujtin, ma ferq heye? Na canimmmm! De xwezî bi wê rojê û hew....

Biçirîne Hisênooooooo!

Ehmed Beyan-27/01/07-Enqere- Wezîrê Perwerdeyê Huseyîn Çelîkê Wanî li bajarê Çorûmê dîsa çirand û çirvirand. Huseyîn Çelîkê qamkinik di vekirina dibistanekê de ji þagirtan re dibêje: „Þagirtno, serkerno, qûnekno! Neteweperestî ne ewe ku meriv zirt û virtên xwe bike. Neteweperestîya rastîn ewe ku meriv refah û rewþa jîyana milletê Tirk xweþtir bike. Divê hûn rewþek wisa bixuliqînin, bêyî ku kes ji bawerîya dînê hev û ji bingeha etnîka xwe têkevin þik û gumanê. Divê herkes bi hemwelatîya Tirkiyê xwe bextewar bibîne“ filan û fîstan. 

   Ê lawo Hisêno, kurê min! Hikûmeta te lotik namînin ku li Kurdan naxe, tu jî wek Kurdekî Wanî cilika bênamûsîyê dikþîni serê xwe û dibêji „refaha Milletê Tirk!“ Êêêê! Ma ka refaha Milletê Kurd ewladim? Ka refeha milletê te? Yan te jî xwe firot bi pênc qirûþên xerabe ne, weledddddddd! Heyfa zilamên wek te, bi telaq we namûs û xîret kir bexdûnis û hew!

Dêrikî efendî ne Nisêbînî fûtbolcî ne!

Cercûro-13/02/07-Nisêbîn- Dibêjin piþtî ku Bûbê Eser pirtûka “Sîno bû efendî” derxistiye, civaka Kurdên derûdora Mêrdînê serûbinê hev bûye û hema bêjin wek tsûnamîya Asyayê li serê wan hatiye.
    Li ser bext û namûsa Abdulkadir Aksû be, dibêjin çend xortên Nisêbînî pirtûka “Sîno bû efendî” xwendine û wek mirîþka go meriv serê wê jêke li wan hatiye. Rebenan di navbera Xelîl û Celîl de mane, nema zanin ne ew jî wek Dêrikîyan bibin efendî yan jî bibin fûtbolçî.
   Werhasil, henek li alîyekî, dibêjin Kutbettîn Orakê 12 salî yê Nisêbînî bala mafya Fenerbahçeyê kiþandiye û serokên mafya Fenerbahçeyê ew xwestine cem xwe. Îcar dibêjin Nisêbînî ji kêfan re wextî bifirin ber perê ezmanan û dibêjin:”Heta niha em Galatasarayî bûn. Ji ber ku serok Ocalan Galatasarayî bû em jî ew bûn. Îcar emê demakê Fenerbahçe jî biceribînin. Heger me xêr jê dît ji xwe emê lotikên Fenerbahçekî bavêjin, na heger me xêr jê nedît ji xwe emê jî wek Dêrikîyan di mala xwe de bibin efendî û hûn sax!”
   De ser xêrê be rebbî....Kuro bi telaqê Kamûran Înan we ne xêr ji Galatasaray dît û ne ji Fenerbahçe lo, wîî! A baþ efendîyê mala xwe bin û hew!

 

   

Dêrikî bûn efendî!

Tacdîn Baran-12/02/07-Almanya- Li ser bext û namûsa xelkê derûdora bajarê Karlsrûhe be, dibêjin Dêrikîyên derûdora bajarê Karlsrûhe nema dixebitin û bûne efendî.

   Dibêjin herçiqasî rayedarên dewletê bang li wan dikin û dibêjin:”Filankes, werin va me ji we re kar dîtiye” lê Dêrikîyên me dibêjin:”Çi? We go kar? Kuro ma Dêrikî û kar? Ma hûn nizanin piþtî ku Bûbê Eser pirtûka ”Sîno bû efendî” derxistiye em Dêrikî bûne efendî baba, wîî! Hema bi telaqê Xeto û Remo em rojê ji seetekê pêve nexebitîn! Na baba na, em Dêrikî bûne efendî, êdî em û xebat ji hev qutttttttt!” û daxwaza rayedarên dewletê paþde vedigerînin.

   Îcar rayedarên Alman jî bi wan re mane halekî heyirî û nema zanin bê bi çi haweyî ji van Dêrikîyan xelas bin. Ne li ser bextê me be lê dibêjin, dewleta Alman bi taybet li ser efendîbûna Dêrikîyan disekine û dixwaze lêkolînek kûr û dûr li ser ”Çima Dêrikî bûne efendî” çêke.

   Werhasil, xwedê bi çewal û telîsan daye Dêrikîyên Almanyayê allahwekîl. De bila li malên xwe rûnên û beqan bixesînin, oxxxxxxxxxxxxx!

Serokkomarê tirko li Tirko pîroz be!

Farûqê Devliken-12/02/07-Mêrdîn- Sernaxirê Yaþar Buyukqantir ji bo serok komarîyê nixta dawî danî û zirîya; “Divê ji bo serokkomarîyê, Tayibê me yê Erdogan û Ahmedê me yê Necdet li qarþî çapemenî û raya giþtî bi navê (gureþ) bilîzin. Lê, divê herdu jî van rêzikan (qaîde) bicîh bînin;

               1: Pêþbazî (musabeqe) di meha havînî ya navîn û li ser pirezeyek nûrakirî û bi tena derpîyê kin û binexþ çêbibe. (ji bo pîj, kelem û sitirî xweþ di qûnên wan re here lo!)

               2: Ji dêleva zeytê ezê bi ser wan de bimîzim. (Qet nefikirin ku sernaxir ji bêedebî an ji fiqurî bêhaweyek were dike; na ,ya wî ji bo adet cîh bigre û hew..(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Di serê mêrik de pirs hene. Weyyyyyy!

Zinar Qelemþûr-11/02/07-Stenbol- Koordînatorê Tirk ê PKK Baþer efendî li ser pirsa: Hûn bawerin ku Amerîka li bakurê Iraqê gavên erênî li himber PKK davêje? Dibêje: Di demên berê de di serê me de pirs hebûn. Hîna jî di serê me de hinek pirs hene, ew pirs ji serê me derneketine.

   Li ser pirsa: Ew mijarên ku di serê we de pirsan çêdikin çi ne? Dibêje: Amerîka dibêje ku li baþûrê Iraqê kar û barê me zêdeye. Em wext nabînin serê xwe bixwîrin em çawa lotikan li PKK xin. Ez ji vê sedemê bi þik im. Lê çi fêde..Amerîka îro Xwedayê dinyayê ye. Heger ji min bihata min zanîbû ez çi tînim serê wan lê li jor Xwedê û li jêr jî Amerîka ye. Ji me nayê em lotikan li Amerîkayê xin” filan û fîstan.

   Weledddddd! Bi namûs dilê kafiran bi we diþewite sayin Baþer efendî hazretlerî! Naxwe ji we nayê hûn Amerîkayê bidin ber lotik û pehînan haa? De bixwin bixwin, hem jî hetanî bi ber xiyarê Amerîkîyan bixwin cîgerîm! Bi telaqê Tirkên Selanîkê, xiyarê Amerîkîyan tehl e,yan hûnê bixwin û yan jî hûnê di xwe kin û hûn sax! 

 

Nameyek bê sansûr bi zaravayê Soranî-latînî

ji ber çi nuseri kurmanci dijminayetî soranî deket?

 

Zana-10/02/07-Silêmanî-

Hevalan slaw..

Ji ber ci nuseri kurmanci dijmnayeti sorani deket? kurmani 25 million kesen  millionel ji wan kurmanci nexwenit! kurdi bakur heme bune tirk Roj-TV mmc hemu tirkiye rojname govar hemu tirkiye !  nuseri kurmani per keme  perani wan be tirki denusen!

   Le kurdistani basur perani kurd soranin we nuseri sorani per kar deken xezmeti zemani kurdi deken  ta henuke kurmanci kurdistani basur sorani fehm naken we perani wan be arabi denusen! le sorani dekaren kurmanci beaxven we bexwenen! kesi kurmanc nekare sorani fehm bket! heta goranibej kurmanc nexaze yek gorani sorani beje hemu goranibej sorani cend gorani kurmanci debejen (Berdewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Kurdê ku ji xwe û ji qewmîyeta xwe þerm bike, namûs pêre tune...

Husnî Mahlî bi derewan zora tirkan jî bir

 

Hejarê Amedî-10/02/07-Amed-Kanala televizyona tirkan kral tv hevpeyyvîneke taybet bi rojnamevanê ereb Husnî Mahlî re kir û doh êvarê ew wek nasyarê rojhilata navîn tevli nûçeyên xwe kir.

   Di vê hevpeyvînê de ne tenê Mahlî derewên ji yê tirkan mezintir kirin lê wî hiþt ku tirk bi xwe jî li derewên wî  matmayî bimînin. Yanî wek ku bêbextiyê tirkan ji bo tewambariyê PKK nebesbin , Mahlî ji ba xwe jî çend derew lê zêdekirin. Derewa herîm mezin ew bû ku Mahlî idia kir ku bûyerên serhildana Qamiþlo ya 12 adarê jî bi destê PKK çêbûye û xwestiye ku dewleta Surî serobino bike.

   Bi vê yekê Mahlî jî hem xwe bi tirkan bêtir þelaf kir ji ber li wir dijî û hem jî bi wan da zanîn ku ereb dikarin bêbextî û derewên ji yê wan mezintir bikin.

   Werhasil, dibêjin diz ji dizan didizin. Îcar xuyaye tirk û ereb jî ji hev derewîntir in. Ax ku heçê derewek bikira û tirek bikira..

Kujerî nahmetil kursî ye gidî!

  Farûqê Devliken-09/02/07-Mêrdîn-Ogun Samast nîvcercûrek di serê rewþenbîrê Ermenî Hrant Dînk de valakir; wî bi dev, li ser wê çimenta sar û cemidî rastî erdê kir. Pahnîya qundera Hranto ya qetîyayî û nepînekirî, ku havînî wi bi tozê, zivistanî jî wî bi çiraf û avê rezîl û perîþan dikir, nîþana bedbextîya Ermenîyan û Kurdan bû!...

   Camêr orta nîro karê xwe bi serfirazî û bi serbilindî anî cîh û revî revî di nav zikak û kolanên Qonstînopolîsa kevnare de wenda bû...(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Zavayê Tirkan malxezûranên xwe dan ber pehînan

Miradê Torî-09/02/07-Amsterdam-Wek hûn zanin, Joost Lagendîjk zavayê Tirka ye û di nav livînê de bi namûsa wan lîzt.

   Lagendîjk li Amsterdamê di derbarê derbasbûn û êrîþa baþûrê Kurdistanê de bala malxezûranên xwe kiþand û got:”Biaqil bin, di vir de xezûrtî mezûrtî tuneye. Bi telaqê jinberdanê heger hûn derbasî baþûrê Kurdistanê bibin we endametîya Yekîtîya Ewrûpayê nedît! Wê endametî li we bibe xewna þevê û hûn sax! Nebêjin keça me li cem Lagendîjke û ewê li piþta me be. Piþtî ku ez û jinika xwe ketin nav livînê û me lempe vemirand û pêve, ne xezûranî dimîne û ne dostanî allahwekîl!” û lotikek baþ li Tirkan xist.

   Werhasilî kelam, heta bi zavayên wan jî bûne dijinê Tirkan wesselam...Bijî Lagendîjko! 

Cerdevan bûn efendî

Gulistan Biþêrî-08/02707-Batman- Dibêjin 200 cerdevanên ku þaqûl, xefik û sîlehên dewletê girtibûn û pê þerê PKK dikirin, êdî wê di xizmeta Midurîyeta Perwerdehîya Dewletê de cerdevanîyê bikin, dibistan, sergo û avdestxaneyên dewletê paqij bikin. 200 cerdevan wê wek xidam û cêrîyên dibistanên dewletê bixebitin û dibêjin wê “avê li dest û lingên mamosteyên Tirk bikin û hetta qûna wan jî biþon”.

   Midurê Perwerdahîya Netewî yê Batmanê Þînasî Soyer efendî dibêje: “Bi salan me bi milyonan pere dan van cerdevanên ku bi kêrî girtina miþk û cerbohan nayên. Tu dibê qey malxiraba nanê bêxwê xwaribûn kuro, terorîstek jî nedikujtin yahooo! Îcar emê jî heyfa xwe ji wan hilînin û bila ji sibê heta êvarî qûna zarokên me biþon” filan û bêvan.

   Werhasil, ji cerdevanan re ferq nake, ha qûna zarokan biþon, ha mêran bikujin û ha xîreta xwe bifroþin. Ji wan re bese ku perê tûtin û cixara xwe bistînin. Wey Xwedê yeka we neke dudu rebbî.....

Ûsivê Hersan Nivîskarê HAWAR ê yê dawî ye 


Husên Ehmed-
07/02/07-Amûda bavê Mihemed, Amûda ku bi agirê zikreþ û kîndaran di dîroka xwe ya nûjen de bêtirî carekê hatiye sot û wêrankirin, rojekê ji rojan, serê xwe ji dijminên rastiyê re ne tewnadiye, sitem û zordestî ne pejirandiye, her û her wê li ber xwe daye, herdem, beþdarî di xebata netewî, wêjeyî, çand û zimanê kurdî de kiriye.

   Amûdê, vî bajarokê bi gewd û qilafetê xwe biçûk, lê bi dan dahênanên xwe mezin. Amûda çavreþ, gelek lehengên netewî afirandine ku, di warê xebata netewî de bûne stêrkine geþ û bi ronak, bûne mûm û find, xwe þewitandine û riya gelê xwe ronî kirine. Yek ji wan lehengan, ÛSIVÊ HECÎ HERSAN e, yê ku 71 salî di ber doza gelê xwe ya dadmend û rewa de, kar û xebateke bê westan kiriye. (Dewama nivîsê wêne bitikînin).

Piçek çermik û 17 milyon dolar

Sîpan Nas-07/02/07-Tirkiye- Dibe hûn nizanibin, lê di Tirkiyê de kesê ku bertîl nexwaribe û pê dewlemend nebûbe tuneye. Ji çaygêrên wan bigrin heta bi melle û muxtarên wan, ji generalan bigrin heta bi serokwezîr û nivîskarên wan bertîlxwir, diz û çeqel in.

   Werhasil, xuyaye rojnamevan û nivîskarê Tirko Tuncay Ozkan jî yek ji wan e. Ozkan efendî di demek kurt de bûye xwedîyê 17 milyon dolar û herkes jê dipirse:“Lan qûnde! Te ev pere ji ku anî kurê min?“ Ew jî radibe dibêje:“Min ev ere di sunneta xwe de da ser hev!“

   Sunnet kuro! Sunnet û 17 milyon dolar? Lan kurê min, te piçikek çermikê heram jêkir 17 milyon dolar da ser hev, gelo te xiyarê xwe ji binî de jêkira wê çend milyon dolar bihata ser hev hêê? Ma te ji binî de jêkira ne çêtir bû cîgerim?

 

Îstatîstîka meha Çile 2007

3 milyon 522 hezar 561
 

Lotikxane-06/02/07-Lotikxane bê westan serê hefsêr berdaye û ber bi armanca xwe ve dibeze. Meha Çile (01-31/01/2007) 3 milyon 522 hezar û 561 kes ketine Lotikxanê. Jibo agahdariyên zêdetir wêne bitikînin û lê binerin.

)))))))))))

Dest bavêjin OYAKê jî kaka!

Þîndar Berwarî-06/02/07-Dihok- Dibêjin Hikûmeta Kurdistana Federe dest avêtiye çete, diz û keleþan û operasyonek mezin li himberî wan çêkiriye. Di operasyonê de çend diz û çeqelên herêmî hatin girtin û li þûna wan rayedarên nû hatin destnîþanirin. Di operasyonê de çend kesên ku navê wan di çalakîyên çeteyên Tirk de derbas dibûn jiber sedema dizî, bertîlxwarin û karên xerab ji karên xwe hatin dûrxistin û li þûna wan xwedêgiravî kesên paqij hatin bicîhkirin.

   Li gora gotinên ser tenûran, dibêjin Qeymeqamê Zaxo jî ji karê xwe bûye û lotikek xwariye. Dibêjin di þûna wî de Hisên Çelkî bûye mîrê Zaxoyê. Wekî din dibêjin serokê þaredarîya Zaxoyê Þerîf Þerîf jî lotikek xwariye û di þûna wî de Meshîn Tahir Bosalî bûye mîrê belediyê. Li Dihokê jî dibêjin operasyonek lotikwarî di nava teþkîlata ewlekarîyê de hatiye kirin û hinek grûpên diz û çeqel hatine qewirandin.

    Werhasil, bila destê rayedarên hikûmeta Kurdistanê sax bin.Lê em meraq dikin, gelo ewê kengî dest bavêjin giregir û serokçeteyên di nava hikûmet û partîyan de jî? Dibêjin “Masî ji serê xwe gennî dibe”. Îcar li serê masî bigerin qurban! Haaaa, OYAKê jibîr nekin, ji xwe serê dek û dolaban ew in allahwekîl!

Komela Ehmedê Xanê av da bin Tirkan

Serdar Mirad-05/02/07-Amed-Xuyaye Komela Çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanê bûye kelemê çavê dewleta virqo û wek marê reþ jê ditirse. Ji roja ku vebûye û heta niha beramberî êrîþên dewletê dimîne û rayedarên wê raserî gef û zirtan tên.

   Dibêjin cîranên komelê yên Tirk her hefte serî li polîs dixin û qaþo dibêjin: „Yaw kardeþîm, ji sibê heta êvarî qîre qîra Ehmedê Xanê ye, geh Mem û Zînê dixwîne geh stran û qesîdan dixwîne. Me ji van Kurdperestan xelaskin babam!“ filan û fîstan. Dibêjin di operasyona vê dawîyê de 200 polîsên qûnek girtine ser komelê û serî li komelê gerandine. Werhasil, li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin rayedarên komelê jî gotine:“Bi telaqê jinberdanê emê vê tirê ji Tirkan re nehêlin û karê xwe bi mêranî dewam bikin“.

   Neyse, Xwedê qiwetê bide birêvebirên Komela Çandî û Hunerî ya Ehmedê Xanê..

Ya suphanallah!

Ehmed Beyan-05/02/07-Enqere- Nizanim ne em fahmkor in ne jî xelk me dixe þûna zarokan? Berî çend rojan Mam Celal derket televizyonan û got: „Kurdistanek serbixwe xeyal e. Bila kes hewl nede bi xwezîyan bigihê baqê kezîyan“ filan û fîstan. Serok Barzanî jî rabû got: „Kî dibê Kurdistanek serbixwe xeyale kaka?“

   Niha jî Nûnerê YNK ê Enqerê Bahrûz Galalî radibe ji kovara Tempoyê re dibêje:“Her Kurdê ku li baþûrê Kurdistanê dijî serxwebûnê dixwaze. Ez jî di nav de, em giþ dewletek serbixwe dixwazin, kesê bêje na derewan dike. Em ji kesî jî natirsin, lê em biaqil in, siyasetmedarêln me zanin çi lotikan davêjin“ filan û bêvan.

   Halla hallaaaaaa ya suphanallah! Ê lawo madem hûn ji kesî natirsin, ev çi zirt û virta we ye qurban? Madem hûn tev serxwebûnê dixwazin û ji kesî natirsin, hema bi mêranî rabin bêjin: Lan Tirkoler! Îro baþûr, sibê bakur, emê têxin we xiyar û ecûr, okey!“ û wan bitirsînin ma wê dinya xerabibe kaka? Yan bakur di hesabê we kakacanan de tuneye?

Holbrook 15 sal wext da

Þîndar Berwarî-05/02/07-Dihok- Dibêjin Rîchard Holbrookê Amerîkî di derbarê Kurdistanê de dîtinên balkêþ anîne zimên û çend lotikên xweþ avêtine derûdora xwe.

   Li gor gotinên ku xaltîka Eyþê li ser tenûrê bihîstine, dibêjin Holbrook gotiye: „Iraq bi darê zorê nayê îdarekirin. Tirk, Ereb û Ecem xwe biçirînin jî wê Kurdistan di nava 10-15 salan de serbixwe bibe, xelas! Halîhazir Kurdistana Federe rastîyek e. Heçê vê rastîyê înkar bike wê kor bibe û bi xwe de bimîze allahwekîl“ filan û bêvan.

   Werhasil, dengê te here Xwedê mîster Holbrook! Bi serê we Amerîkîyan, heger hûn carek din wek 1975an bêbextîyê li me nekin emê bighên mexsed û miradê xwe. Na heger hûn dîsa lotikên paþûpê li me xin ji xwe emê ber bavêjin û hûn sax!

 

Oxxxxxx, bi Xwedê te dilê me rehet kir!

 

Þîndar Berwarî-02/02/07-Dihok- Belê, Îcar dilê me rehet bû û bawerkin emê ji îro û pêde têr razên. Kesên ku dixwestin sirûda Ey Reqîb a Dildarê nemir jibo berjewendîyên xwe biguherin, lotikek bêîman ji Serok Barzanî xwarin û xwêsîya wan di qirika wan de ma. Serok Barzanî li ser leqleqên guhertina sirûda Ey Reqîb daxuyanîyek derxist û giran axivî.

    Serok Barzanî bala wan kesên ku dixwestin sirûdê biguherin û bêrîkên xwe tije dolar bikin kiþand û got: ”Ev demeke tê behskirin ku xwedêgiravî divê sirûda Ey Reqîb bê guhertin. Ez tu sebeban jibo guhertina wê nabînim. Ew wek ala Kurdistanê bûye beþek ji kultur û dîroka gelê Kurdistanê û pîrozîyên me.Jiber vê mafê tu kesî nîne wê biguhere.  Ji niha û pê de kesên ku vê mijarê têxin rojevê divê ew bi xwe tehamulî berpirsîyarîya wê bikin û xwe li ber lotik û pehînan bigrin. Pêwiste Parlamentoya Kurdistanê vê sirûdê wek sirûdek netewî bike qanûn da ku kes nikaribe lotikan lêxe” û gellek gotinên xweþtir.

    Wey Xwedê te ji ser serê milletê Kurd kêm neke rebbî! Nîhayet daxwaz û merama Lotikxanê pêk hat û xêrnexwaz biserneketin. Yaaaaaa! Ma wilo rehete çend sûtalên kolanan bi þerefa 50 milyon Kurd bilîzin, sirûd û ala wan biguherin babammm! Bi telaq ne ji Serok Barzanî be wê ew diz û çeqel Kurdistanê jî bifroþin, ma em nizanin wey!

Guînness bû mode bavo!

Nûroj Hebizbinî-02/02/07-Batman- Xuyaye wê ev pirtûka rekoran a bi navê Guînness serê gellek kesa bixwe. Erê kuro, heçê tirekê jî bike dixwaze têkeve pirtûkê û heta dinya hebe meþhûr bibe, yahewlelwela quwetullehilezîm!

   Ev tam sê salên rojnama Batmanê „Batman Gazetesî“ ku heman (eynî) xeberê diweþîne. Di 2004an de teqandinek li bazarekê de çêbibû û di encamê de 3 kes miribûn û 23 kes jî brîndar bibûn. Ji wê rojê û heta niha rojnama Batmanê heman nûçeyê diweþîne û li qesas û sedemkarên wê bûyerê digere.

   Îcar midurê karê nivîskarîyê Ercan Atay jî dibêje: „Serê me ji kevir hiþktir e, yan hero yan mero. Jina min ji min berdayî be, heta ku sedema wê teqandinê dernekeve holê emê vê nûçeyê biweþînin. Me bi vê helwesta xwe rekor þikenandiye û emê serî li têketina pirtûka Guînnessê bixin“ filan û fîstan.

   Ê de têkevinê lawo têkevinê..Têkevin wê quzilqurta Guînnessê û binerin bê hûn têr pelûl naxwin..De bavê min de!

Rehma Xwedê lê be

Bengîn Elegez- 01/02/07- Dîroknas û Profesorê Kurd Dr.Þakirê Xudoyê Miho di 77 salîya xwe de li Moskowayê çû ser dilovanîya xwe. Bila serê malbat, dost û hogirên wî, serê gelê Kurd sax be. Þakirê Xudo xizmetek mezin jibo dîroka Kurd kir, gellek berhemên baþ ji me û ji dîrokê re hiþtin. Bila rehma Xwedê lê be, ciyê wî bihuþt be.

)))))))))))))))) 

Malê Tirkan jî boykot bikin qurban!

Azad Mêrdînî-01/02/07-Berlîn- Ji me derew, dibêjin Konseya Rêvebirîya KKK helwesta dewleta Alman ya li dijî Kurdan þermezar kiriye û ferman daye ku Kurd malê Almanyayê boykot bikin, nekirin û nexwin.

   Li ser bextê ANF be, dibêjin Konseyê di daxuyanîya xwe de gotiye:”Dewleta Alman ji sedsala 19an û bi vir ve piþtgirîya dewletên serdest kiriye, dibe alîkarê polkîtîkayên koçberî û qirkirina Kurdan û li himber Kurdan polîtîkayek dijminane dimeþîne. Ji ber vê divê temamê Kurdan malê Almanyayê boykot bikin” filan û bêvan.

   Wey rojbaþ hevalno! Ma hûn niha pê hisiyan ku Alman dijminatîya Kurdan dikin? Ma Hîtler nedigot ”Mamostê min Atatirk e?”. Me boykot fêhm kir, lê ger Kurd malên Alman boykot bikin, wê çi bixwin bavê min? Ma ku Kurdên Almanya mirîþkên ALDIyê nexwin sebra wan tê baba, wî! Bi telaq þîrketa ALDIyê li ser hesabê Kurdan dixebite û ji sedî 99ê mirîþkên ALDIyê Kurd dikirin.

   Haaaa, birastî hûn çima malê Tirkan jî boykot nakin? Yan Tirk ji Almanan çêtirin û dijminatîya Kurdan nakin? De hûn û dewleta Alman li hev...

Emê Selîm Sadak bikin Wezîrê Lihevanînê!

Gulîstan Biþêrî-31/01/07-Batman-Xuyaye parlamenterê berê, endamê DTP Selîm Sadak ji alî xelkê ve pir tê hezkirin. Niha hûnê bêjin çima? Ma ne çima? Hema pevçûn û lihevnekirinek li ku hebe, te nerî Selîmê me berê xwe da wir û xelk lihev anîn. Yanî, Selîmê me bûye qasidê navbera kes, malbat û eþîrên ku dijminatî û þerê hev dikin.

   Dibêjin hed û hesabê lihevhatinên ku bi destê Selîm Sadak pêkhatine nayên zanîn. Vê dawîyê dîsa Selîmê me ji Enqerê berê xwe da Batmanê û du malbatên ku li ser kujtina mirîþkan bûbûn dijminên hev lihev anîn.

   Selîm Sadak jî dibêje:”Erê ez li Enqerê dijîm, lê gava bûyerek li welatê me diqewime sebra min nayê û ez yekser berê xwe didim cîh û warê xwe da ku bûyerê çareser bikim. Gava erker aþtîyê dikeve ser milê me ez nasekinim û têm” filan û bêvan. Em jî dibêjin:”Wey tu her bijî Selîm Sadak! Ma ji lihevhatina kes, malbat û eþîrên Kurd xweþtir tiþtekî din heye? Na! Lê xwezî we ev helwesta aþtîyê tenê jibo Kurdan pêkbanîya û hew! Hûn piranîya wextê xwe didin aþtîya navbera Kurd û Tirkoleran ku bi xwe xeyalek bêbinî ye”.

   Werhasil, bi serê te, wê rojê em û cîranekî xwe li ser dehþikekê bihevketin û me sê mêr ji hev kujtin. Cîranê me digot: “Çima dehþika we dizire û me aciz dike” û rabû me keleþkofên xwe li hev valakirin. Îcar ji kerema xwe were vê pirsgirêka dehþika me jî çareser bike em qurban, wîî!

Dek û dolabên dewleta Tirko

 Farûq Devliken-29/01/07- Mêrdîn-Niviskarên rojnameyên cûr be cûr bangkirin, “divê herkes li þûna Hrant Dînk amade bin!...” Ji bo reklama Tirkî fersendik wusa bi dest nakevi. Lê mixabin, xwestekên wan nehatin cîh. Dixwestin bi wêneyekî wisa çavên raya giþtî girêbidin; lê qusûre bamya, hîrte hîrt, hewte hewt u zire zira we belasebeb çûûûû!… (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Lotikek ji Berhem Salih jî

Mihemed Soran-30/01/07-Silêmanî- Rayedarên Kurdekanên baþûr yeko yeko lotikan li Serokwezîrê Tirko Kasimpaþali Receb dixin û tiran jê bedidin. Niha jî Cîhgirê Serokwezîrê Iraqê Berhem Salih lotikek li Erdogan û sîxurê wî yê li Bexdayê xist.

    Dibêjin Berhem Salih çûye bi guhê balyozê Tirkiyê Derya Kanbay girtiye, kiþandiye oda xwe û jê re gotiye: ”Lan bênamûs, here bêje Recebo bila zêde lingê xwe dirêjî nav sînorê Iraqê neke. Yan na emê lingê wî jêkin û têxin ciyekî minasib ha, têgihiþtî lan!”

   Dibêjin gava balyozê Tirk Derya Kanbay ev gotin bihîstine, xwêdan pê ketiye, bi xwe de mîztiye û hêkek ji hêka qazê mezintir kiriye allahwekîl! Werhasil, dibêjin gava Berhem Salih dîtiye ku wê rebeno ji tirsan re bimre, rabûye li ber dilê wî çûye, hatiye û gotiye: ”Lan ewladim, ev henek bû, ku te rastî bibihîsta tê çi bikira hêê?”

   Li ser bextê Saddam Hisên be, dibêjin balyozê Tirk Derya Kanbay buxçika xwe daye hev, li devê siwar bûye û nema zane bi ku de bazde.

Xwedê da keçel û gurîyan

Tacdîn Baran-29/01/07-Almanya- Belê, Xwedê da keçel û gurîyan. Dibêjin li Almanya pisporan dermanê porþînbûnê peyda kirine û êdî wê zilam ji porweþandinê netirsin. Derman çiye hûn zanin? Qehwe! Li gora lêkolîner û pisporên Zanîngeha Jenayê, kafeîna di nava qehwê de por xurttir dike û dihêle ku ji nû ve derkeve.

   Li gora lêkolîna wan, porê ku heþt rojan di nava kafeînê de hatiye hiþtin dirêjtir bûye û hêvîyek mezin daye pisporan. De ser xêrê be rebbî...Por jiber “"dihidrotestosteron-DHT" a ku ji alî hormona testosteronê ve tê çêkirin, diweþe. DHT maddeyek kîmyewî ye û gava di xwînê de zêde dibe dibe sedema porweþandinê.

   Werhasil, îcar hinek pisporên Lotikxanê jî dibêjin ku, “Li gora ku textorên Kurmancî digotin, meriv serê xwe bide ber devê çêlekê û çêlek serê keçel balêse, dîsa por þîn dibe”. De li ser bextê xelkê û pisporan be. A baþ dibêjin alastina çêlekê ji dermanan çêtire. Hem serê meriv duxrîne hem jî li meriv radike. De biryara xwe hûn bidin.


 

s© lotikxane 20-02-2006