Mihemed Elî Efrîn

Ji pêkenokên Efrînê

Bavê Ronahî

Jinên Ekolojîk

 

Lezgîn Þêxo

Ne jibo ez pê sûnd bixwim

 

Evdo Dîno

Wehþet û Þexsiyet

 

Lokman Polat

Çîrokên Gel

 

 

B.Omerî

Êêê birakê Jojeph Ralston!

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

     

Selîm Acar

  Qaþo (sözde)

 

         

Nebûye millet hîç kesek bê ziman

                                   

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Bavê Welat

Koma Cinan-2

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Alexsandra 34 bedewên Ewrûpî dan ber lotikên xwe

Þemdînê Çarçav-29/10/06-Ukrayna-Di Pêþbirka Mîss Europa de Alexandra Rosenfeld bû yekemîn û taca bedewa Ewrûpayê da serê xwe. Rosenfeld 19 salî ye û hîna gellek lotikên xweþ li pêþîya wê hene. Bi vê re wê Rosenfeld 100 hezar euro pere jî wek xelat bistîne û pê têra xwe geþt û seyranê bike.

   Me xwe li piþt perdê gihand Alexandra xanimê û jê pirsî: Keçê kezîkurê, tê çi biki ji vî 100 hezar euroyî? Ma zikat û fitre lê nakevin? 

´  Ewê dehfek da me, em deh metroyan pengizandin û got: De herin looo,wey bimir û mirina kûçik!  Hûn lotikxanecî bûne bela serê me yabo, hûn zanin bê min çend lotik jibo van peran xwarine hêêê? De bicehimin berî go ez we ji hev biçirvirînim haa! Û em polîpoþman, destvala ji salonê derketin…De Xwedê lotikvanekî Kurd bike qismetê wê rebbî….

Amedî jî hînî lotikan kirin

Xançepeklî Mihê-29/10/06-Amed- Erê kuro! Van bêbavên ku bi navê “Bedewa Sîvîlîyasyona Dinyayê 2006” dixwazin lotikan bavêjin, piþtî Semsûrê hatin Amedê û dan zîtirkan.

   De îcar yabo! Xuyaye ev Tirkên bêbav îcar jî dixwazin bi van lîztikên Osmanî, bi þowa jinikên xweþik, çîmrût û dirêjokî mêrên Amedê ji rê bibin û jinên wan li ber çavên wan reþ bikin.

   Ê lawo bi telaqê Tirkên Selanîkê gava ez çûm temaþa wan av bi devê min ket û hema bêhemdî min derpîyê min þil bû haaa! De îcar heyran gava yekî wek min dîndar, ehlî namûs av bi devê wî keve û derpîyê xwe þil bike, wê rebenên Amedîyên din çi bê serê wan? Allahwekîl hema wê yekser herin malê û bi þiv û rewtên hizran rabin peppûkên jinên xwe, yan wê wan bikujin û yan jî wê wan berdin...Wekî din?

Jina Erdogan û Gul ji wan hat berdan

Hecî Ehmedê Mûþî-27/10/06-Stenbol-Erê lo, bi serê we jina Tayyîp Erdogan û Abdûllah Gul ji wan hat berdan. Li gor Miftîyê Mûdanya Nîzamettîn Dogan dibêje, „heçê ku ji xeynî dê, jin û zarokên xwe destê xwe bide jinek xerîb mehra wan betal dibe û jina wan ji wan tê berdan“. Li gor gotinên Nîzamettîn Dogan efendîyê ku „destê wî nagihê tirî lê dibêje tirþ e“, jinên piranîya wekîl û wezîrên Tirkiyê ji wan hatiye berdan jiber ku piranîya wan destên xwe didin jinan û hetta destên xwe dadixin bin doxînê jî.

   Li ser van gotinan, dibêjin Serokwezîrê Tirk Erdogan û Wezîrê Derve Abdûllah Gul hevdu kiþandine qorzîyekê û gotine, „kuro evî bêbavî jinên me ji me dan berdan lawo! Em herroj li Ewrûpa û welatên kafiran destê xwe didin jinikan baba, wîîî! De a baþ em lotikekê li vî bêbavî xin bila hiþê wî bê serê wî, okey!“ û hazirîya derxistina fermana wî kirine.

   Welhasilî kelam, li gor Miftî efendî niha Erdogan û Gul mê mehr diçin ser nivîna jina xwe. De a bi xêr çi be rastî jî ew e…

« Kujtin di xwîna me de heye! »

Þevqî Bilind-27/10/06-Tirkiye-Herdu mêrkujên Tirk, Yigit Bekçe û Mehmet Karahasan piþtî ku di nava heftakê de heft kes kujtin û du kes bî brîndar kirin, hatin girtin û gotin, « bi telaqê bêfitû heger em bên berdan emê dîsa dest bi kujtinê bikin » û ketin hepsê. Me bi telefonê xwe gihand midûrê hepisxanê, çend qirûþ jêre þandin û wî jî telefon da destê mêrkuj Mehmet Karahasan.

   Me ji qûneko pirsî : Kuro bêbav, we çima xelk dikujtin ? We çima zêdetir nekujtin ? Ewî jî bi zirt got : Kuro lawo kujtin di xwîna me Tirkan de heye lan ! Ma me Tirkiye ne bi kujtin û talanê xist bin destê xwe hêê ! Me di nava heftakê de heft kes dan ber lotikên xwe. Bi telaqê Atatirko heger em ji vê qula reþ û tarî derkevin, emê dîsa dest bi lotikên xwe bikin. Kuro ma li lotikavêtinê xweþtir heye,wîî ! û telefon girt.

   Yabo bi namûs xebera wî qûnekî ye û hew..Kujtin di gen û xwîna Tirkan de heye bavê min, ma karin dev jê berdin ?

Brûskên Lotikxanê li Stenbolê ketin!

Polat Erdem-26/10/06-Tirkiye-Malpera me di nava çend rojên derbasbûyî de erdhejînên (zelzele) sivik li der û dora Stenbolê çêkirin û ziravê Tirkan qetand. Brûskên ku me bi hêdî avêtibûn Stenbolê, ji alî pisporên zelzelê ve wek “mizgîna zelzela mezin” hat nirxandin û gotin ku, “esas wê zelzela herî mezin bi navê “Zelzela Lotikxanê” piþtî 25 salên din biqewime”.

   Perwerdekarê Beþê Fakulteya Madenê a Zanîngeha Teknîkê a Stenbolê Prof.Dr.Nacî Gorur jî piþtrast kir ku wê piþtî 25 salên din zelzeleyek herî mezin bi navê “Zelzela Lotikxanê” bibe bela serê bajarê Stenbolê û divê xelk ji niha de xwe jê biparêzin. Welhasil, çawa ku malpera me zelzeleyek di çapemenîya Kurdî de çêkir,wilo xuyaye emê piþtî 25 salên din ji îro xurttir Tirkan wek dara çilo bihejînin û tirê ji wan berdin..De a bi xêr..Heta 25 salên din Xwedê Kerîm û Rehîm e....

Bi namûsa bacana sor jî lîztin

Þemal Amedî-26/10/06-Amerîka- Erê lo..Evan Amerîkîyan tiþtek nehiþtine ku lotikek lênexistine û tir jê bernedane. Rebena bacana sor (firingî-temate) mabû wan ew jî dan ber lotikên Amerîkanî û rengê wê guhertin.

   Piþtî lêkolîn û ceribandinên þeþ salan, zanyarên Amerîkî biserketin ku rengê bacana sor biguherin û bikin “þîrikî” yan jî rengê bacanên reþ (balîcan).Koka vê bacana þîrikî ji Amerîka baþûr tê, bacanek bejî ye û dibêjin li dijî kanser û nexweþîyên dil baþ e. 

   Heyran bi telaqê jinberdanê teknîka îro hewqasî bi pêþketiye ku sibe dusibe karin rengê xiyaran (arû) jî biguherin û bikin “xiyarên sor” haa... Çilo be hefsar di destê wan de ye, bêjin sor sor, reþ reþ, ma wê kî çi ji wan re bêje, wîî!

´Nazarbayev rêya rast dît, ma Soranên me

Behram Çepik-25/10/06-Kazakistan- Serokdewletê Kazakistanê Nûrsûltan Nazarbayev di axavtina xwe de rastîya girîngîya alfaba Latînî destnîþan kir û got, “ Îro alfaba Latînî di warê telekomunîkasyonê de serdest e. Piranîya kevnedewletên Yekîtîya Sovyetê derbasî alfaba Latînî dibin. Divê pisporên me lêkolînekê bikin û pêþniyazên berbiçav bînin ber destê min” û filan.

   Yaaaa, hûn dibînin ne? Heta bi yekî wek Nazarbayev jî rastî û xweþîya alfaba Latînî qebûl dike, lê mixabin hîna jî kakacanên me dibêjin “xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin û yan hûnê di xwe kin” û dev ji alfaba lepûþçî bernadin.

   De a bi xêr...Her wê rojek ji rojan derîyên xêrê li me Kurmancan jî vebin, erê.... 

Li vê ecêba nedîtî!

Ehmed Kobanî-25/10/06-Sydney- Xuyaye ev jî kerametek ji kerametên qiymetê ye bavo..Ji bavekî Almanê spî û dêyek reþika Jamaîkî re cêwîkên reþ û spî çêbûn û serê pispor û zanyaran tevlihev bû. Almanê bi navê Mîchael Sîngerl û jina wî Nataþa Knîghta Jamaîkî bi xwe jî ji alîyekî de ecêbmayî man û ji alîyê din de jî wextî ji kêfan re bifiriyana.

   Mîchael dibêje, „berî zayînê min û jina xwe henek li hev dikir û digot „xwezî cêwîkên me yek reþik û yek jî spî be“. Qey Xwedê li gor dilê me da me“ û filan. Li gora pisporan bûyerek bi vî awayî ji milyonekê yek carî diqewime.

   Îcar heyran hêvî ji Xwedê û kerametên wî qut nabin. Cêwîkên wan niha pênc mehî ne û hîna wexta lotikavêtina wan nehatiye. Pisporên genetîkê dibêjin ku “bi piranî bizrên zarokanînê yek reng in. Lê xuyaye bizrê reþ û spî bi pêþbirkê lîztine û  bi hevre ketine malzaroka dêya xwe”.

   Welhasil, herroj bi sedan bûyerên ecêb diqewimin, hema a baþ buxçika xwe hazir bikin û li bendî serûbinbûna dinyayê bin û hew...

Angelîna jî Bîn Ladîn tehdît kir

Xan Kalahan-24/10/06-Hindistan- Dibêjin El Kaîde jiber kiþandina flîmê li ser Danîel Pearlê ku li Iraqê serê wî hatibû jêkirin,Angelîna Jolîe û mêrê wê Brad Pîtt bi serjêkirinê tehdît kirine û gotiye, „lingên xwe zêde dirêj nekin, emê serê we jî wek ê Danîelko jêkin“ û filan.

   Li ser vê fesadî û paþgotinê, me xwe li Hindistanê gihand xanim Angelîna Jolîe û jê pirsî: Keçê kezîkurê ma tu ji zirtên El Kaîde natirsi?

   Ewê zend û bendên xwe badan û got: Tirrrrrrr li bin qûna El Kaîde! Kuro mane go serê min xerabibe û cinên min bên min, ezê herim bi saxî çavên Bîn Ladîn derxim û li ser êgir bibrêjim haa, wey! Ma ez bilasebeb herroj mêrekî digrim û yekî berdidim, pekkk!“

   Welhasil, pirsgirêka navbera El Kaîde û Amerîkayê xelas bû ma dora çareserkirina tehdîdên navbera El Kaîde û Angelîna Jolîe xanimê..

485 mîlyon dolar li Iraqê ketin zîndanê....

 Ehmed Mistefa-24/10/06-Silêmanî- Kaka, li gor ku li ser tenûran tê gotin, dibêjin hikûmeta Erebên Iraqê dest danîye ser 485 milyon dolarên hikûmeta Kurdistanê û dolarên me birçî û tazî di zîndanên Nûrî el Malikî de dirizin.

   Dibêjin hikûmeta Kurdistanê jî gotiye ku, “emê serî li Dadgeha Navnetewî bixin” û filan.

   Heyran bi Xwedê em nema zanin ne bigrîn û ne bikenin! Heger Dadgeha Navnetewî jî wek Dadgeha Hewlêrê û darezandina Saddam Hisên be mala me çû mîratê û hew!

   Kuro ma Ereb ji Dadgehên Navnetewî çi fêmdikin baba? Ma hema domokratbûn û insanetî ji Kurdan re maye? Lotikekê li wî bêbavê Saddam bixin û piþtre jî doza perên xwe li Nûrî el Malikî bikin heyran, wîî! Bi namûs hetanî hûn Saddam daneliqînin, wê kesek ji we netirse û perê we jî nede we û hew...De yalla.. 

Êdî ji keçên xwe jî bawer nakin

Gulnaza Torî-23/10/06-Fransa-Misilmanên li Fransayê êdî ji keçên xwe dikevin þikê û bawerin ku ew di bin çarçefê de zinêkarîyê dikin. Keçên ku di civaka Ewrûpî de mezin û perwerde dibin, bikin û nekin dikevin bin bandora kultura Ewrûpayê û hinek tiþtan ji wan digrin. Ev jî tirsek mezin dixe dilê dê û bavên wan û dibe sedema þik û bêbawerîya nav malbatê.

   Niha dê û bav ji jinekologan sertîfîka (bawernameya) keçkanîya keçên xwe dixwazin. Keçên ku jiber nexweþîyên pîrekî serî li jinekologan dixin, di bin tohmetê de dimînin û dibin bela serê jinekologan jî.

   Li gora rojnama Le Fîgaro dibêje, “zilamên misilman naxwazin ku doktorên mêr jinên wan saxtî bikin û êrîþî doktorên zilam dikin”. 

   Welhasilî kelam, du rê li ber misilmanan maye. Yan divê ew Ewrûpayê terk bikin, biçin li welatekî mîna Siûdî Erebîstanê bijîn û yan jî li gora tore û kultura Ewrûpî bilivin. Lê ev jî zehmete haaa! Ma destên wan ji xweþî û mirîþkên Ewrûpayê dibin qey? Naaaaaa! Mêrikan dixwazin di welatê xelkê de pêl serê xelkê bikin bavo...Nabe nabe....

Mêrik hesabê Înterpolê bi qirûþekî nake

Tacdîn Baran-23/10/06-Almanya- Erê lo! Dursun Uyarê ku serokê Þîrketa YÎMPAÞê bû û li Almanya perê bi hezaran kes xwaribû, îro li Tirkiyê di himbêza wekîlên Tirk de ji xwe re bi xar û qirûþ dilîze û dewleta Tirk wî diparêze.

   Dursun Uyarê ku di lîsteya sor a Înterpolê de ye û wek Usama Bîn Ladîn lê digerin, destê xwe dide piþt qûna xwe û li Enqerê piyasê dike. Uyar ji me re got: Înterpol? Tewww! Kuro min çend qirûþ xistin bêrîka Erdogan, Abdullah Gul û Abdulkadîr Aksû û xelas! Ma heta Abdulkadîr Aksû li piþta min be Înterpol kare gûyekî bixwe!  û lotikek da xwe.

 Erê bavo..Bertîl çi dike û çi nake, tewww....

 

"7 Þahên Osmanî zinêkar derketin

Dilcan Îzol-22/10/06-Antalya-Li gora pirtûk û lêkolînekê ji 36 Padîþahên Osmanî 27 ji wan qewad û zarokga (oglancî) derketine û jiber nexweþîya virik û zikêþê mirine. Dibêjin van Padîþahan hingî bi namûsa zarokan dilîztin û zarok jî bera ser xwe didan, di nava wextê de virikî bûne û bi zikêþê ketine. Piþtî vê nexweþîya virik û zikêþê îcar nexweþîya “çaroxî”yê jî destpêkiriye û êdî nema karîbûn xwe li ber lehî û tofana tir û fisan bigrin.

   Welhasil, dibêjin ji 36 Padîþahan yek jê di þer de bi tîr û kevanê xwe mirîye. Xwedêgiravî tîrkevanek berdaye dijminê xwe lê tîra wî dîsa lê vegeriyaye û li çavê wî ketiye û totlanî hev bûye. Çar (4) Padîþah ketine xefka miþkan û çûye cehnemê, Padîþahekî bi jehra miþkan xwe kujtiye, yek jê bi lotika kerê perçe bûye û du Padîþah jî bi þorba nîskê xeniqîne.

   Welhasil canim, yanî yek ji wan jî bi emrê Xwedê nemiriye haa...Dibêjin “qenc di qencîya xwe û xerab jî di xerabîya xwe re derdikevin”. De a bi xêr..... 

Ji %60 ên jinên Swêdî zinêkar in

Binefþ Agirî-22/10/06-Stockholm- Li gora ku rojnameya Aftonbladetê radigihîne, ji sedî 60ên jinên Swêdî bêbextî li mêrê xwe kirine û zinêkarin temam in.

   Li gora ku anketa Aftonbladetê eþkere dike, ji sedî 53ên jinên Swêdî jî bi mahna xwestina tiþtekî bi cîranên xwe re zinê kirine. Herweka rojname dibêje ku gellek ji jinên Swêdî derengî þevê di binê nêrdewanên avahîyê de lotikan li hev dixin û dikin zirezir.

   Îcar me têkilî bi berdevkê rojnama Aftonbladetê re danî û jê pirsî: Gelo ma rewþa Kurdan û jinên Swêdî çawa ye? Ma lotikan li hev dixin yan na?

   Ewî bi tirs li der û dora xwe nerî û got: Te go Kurd? Kurd û lotik? Tewww! Kuro Kurdên Stockholmê piranî rewþenbîr, nivîskar, çîrokvan, stranvan, wênesaz, zirnevan û gubgube ne. Ma rebena wext dibînin ku lotikan bavêjin baba? Na! Hiþ û aqilê wan maye li ser bê „ka ezê çawa pirtûka xwe çap bikim“ û tu sax“. Welhasil, Xwedê alîkarê Kurdên Swêdê be û hew….

Berê heyfê hilîne mêro!

M.Ehmedê Bedlîsî-21/10/06-Bedlîs-

Piþtî ku deleta Fransayê biryara qebûlkirina qirkirina Ermenîyan girt, Tirk û Zirtirkan dest bi kampanya þermezarîyê kirin û dan zîtirkan.

   Yek ji wan jî Kamûran Înanê ku nîv Kurd û nîv Ermenî ye. Kamûran Înanê ku malbata wî ji alî dewleta Tirk ve hatiye kujtin, bi salane xulamtîya Tirkan dike û bêfedî eslê xwe înkar dike. Niha jî tirreko nîþana ku dewleta Fransayê dabûyê (Legîon d'Honneur) paþde daye Fransîyan û xwedêgiravî dibêje, "qirkirina Ermenîyan derewe".

   Ji berê de dibêjin "Dizê malê ji malê ye" baba..Îcar hetanî ku kurmên mîna kamûran Înan û ên wek wî di koka dara me de hebin, karê me zehmete. Ka berê heyfa malbata xwe hilîne, piþtre Fransîyan þermezar bike efendî! 

Qûneko namûs kir bexdûnis

Antonîo Vera-21/10/06-Meksîko Cîty-Erê lo! Qûnekê Robbîe Wîlîams di nava xelk û alemê de serê me zilaman bera ber me da û namûs kir bexdûnis.

   Di merasîma Xelatên Muzîka Latîn a MTV de lotikvanê serþûnik Robbîe Wîlîams derket ser sehnê, pantor ji xwe kir û pirça xwe pêþ xelkê kir. Pirça wî wek pirça hirçê gennî û bêmirês bû û gellek kes bi dîtina pirça kelefên wî verþîyan.

   Birastî qûnekê Wîlîams serê me zilaman li ber jinan tewand û xuyaye heta demek dûdirêj jî emê nikaribin serê xwe rakin. A baþ emê boqê simbêlan bidin ber gwîzanan û xelas....Wey tifûûûûûûûû....    

Tebeqa ozonê wek çaroxê fireh bûye

Robîn Darman-21/10/06-Teksas- Paûl Newman ji Goddard Space Flîght Center radigihîne ku qula tebeqa ozona ku dinyayê dorpêþ dike, li baþûrê erdzemînê ji çaroxê firehtir bûye û firehîya wê gihaye 27,4 milyon kîlometrekare.

   Îcar tê gotin ku bi firehbûna vê qulê re êdî wê ûfo, mûfo, mar û dûpiþkên Mars, Jûpîter û Plûtonê bi rehetî karibin dinyayê dagîr bikin û lotikan bavêjin.

   Dibêjin pisporên Amerîkî bi teknîkek nuh berê vê qula ozonê hêdî hêdî didin Tirkiyê, Îran û Sûriyê da ku cinawir û zebanîyên dinyayên din ji van hersê dewletan dest bi kujtinê bikin.De a bi xêr..Bela bela xwe li Kurdan nedin bavo, kê dikujin bila bikujin...

Dev ji mêrik berda, çav berda xiyarê bexçe

Dîlan Dildar-20/10/06-London- Xwedê kesî þaþ neke û hew...Li Brîtanya jinika bi navê Lîsa Crûîckshank (29) dev ji mêrê xwe û pênc zarokên xwe berda û evîndarê jinika bi navê Helen Conn (33) bû. Lîsa Crûîckshank piþtî zewacek bextewar û pênc zarokan, dev ji rebenê mêrê xwe Glenn berda û serê wî bera ber wî da.

   Lîsa dibêje, “herçiqasî ez bextewar bûm, jîyana min xweþ bû jî, lê di mejîyê min de tim û tim kurmik û zîro digerîyan û min xwe zêdetir nêzîkî jinan didît. Min dixwest ez lotikên jinan jî biceribînim. Ez niha bi Helen re pir bextewarim. Me niha nîþana xwe kir, emê  havînî jî bizewicin” û filan.

    Me ji Lîsa xanim pirsî: Keçê porkurê, te çawa dev ji xiyarê mêrê xwe berda? Piþtî evqas sal tê çawa bê xiyar îdare bikî? Ewê jî got: Min û Helen di hewþa xwe de xiyar çandine, kengî dilê xwe xwest em xiyarên bexçe dixwin..Hem xweþtirin û hem jî tezetirin! Ya starrrr...Ya rebbî tu me ji jîyanek bê xiyar bistirînî....

Bêbav nêta xwe li qîza xwe jî xira dike

M.Ehmedê Mûþî-20/10/06-Serhed- Bêbav û tarikselatê zinêkar Ahmet Mahmût Unlu (Cubbelî Ahmet Hoca), piþtî ku li Maltayê li ser zinê hat girtin, îcar niha bûye firtefirta qûna wî û dixwaze xwe ji gunehê xwe biþo û bi derewan xelkê bixapîne.

  Niha jî ji kovara Aktuelê re bê fedî dibêje,”heger keçik bûn heft salî em xwe ji wan diparêzin. Em nahêlin destên me jî biramîsin.Ez keça xwe a 11-12 salî jî maç nakim. Di terîqeta me a Îsmaîlaxa de wilo ye” û filan. Yaaaa! Hûn tarikselatan dibînin ne? Yanî bêbav dixwaze bêje, “li cem me heger keçek bû heft salî, êdî dema wê û lotikan hatiye. Ez keça xwe a 11-12 salî maç nakim jiber ku nêta min xiradike û þehweta zinêkarîyê bi min re çêdike” û gûyekî mezin dixwe. 

   Ê hey qûnde! Hûn çawa karin çavê xwe berdin zaroka heft salî û nêta xwe lê xirabikin kurê min? Tu çawa dilxerabê keça xwe dibî bêbav? Em dibê tu niha dilê xwe li xwiþ û dêya xwe jî xiradikî newilo!? Aha misilmantîya Tirkan jî eve haa......

Hoooweh kuro! Talîya talî li Tirkan qeliband!    

Sêvdîn Midyadî-29/10/06-Belçîka-Hevserokê Komisyona Parlamentoya Ewrûpa-Tirkiye Joost Lagendîjk talîya talî jinek Tirk xist bin xwe û bû zavayê wan. Peyamnêra NTV a Brukselê Nevîn Sûngûr bû jina Joost Lagendîjk û wê ji îro û pêde têra xwe lotikên Ewrûpî bixwe.

   Hê berî çend mehan me ji Lagendîjk re gotibû, “kuro dînê serperitî! Çima Tirk? Ma jin li dinyayê qeliyane peppûko?”

   Ewî jî gotibû, “ohooo, ohoooo!  Kuro lawo ez dixwazim heyfa xwe ji Tirkan hilînim ha, wîî! Her ez nikarim bi generalên wan, hema ezê generalan bînim ber çavên xwe û lotikan li qîza wan xim.Ma ez vê jî nekim ezê çi bikim? Ew dixwazin wek zave min bikarbînin jibo têkevin Yekîtîya Ewrûpayê û ez jî dixwazim bi rêya qîza wan heyfa xwe ji Tirkan hilînim..Lawo hûn lotikxanecî çi yemanin ya starrrr!” û xatir ji me xwestibû..De Xwedê qiwetê bide lotikên mîster Lagendîjk û hew....

Devê wî nagihê trî dibê "tirþe!"

Ehmed Efrînî-29/10/06-Sydney- Erê lo! Gava meriv negihê meqsed û miradê xwe meriv çi dike? Meriv yan zimandirêjîyê dike û yan jî paþgotinê dike. Îcar Þêx Tacettîn El Xelîlî ê Misrî jî li Awistralyayê çavê xwe girt, devê xwe vekir û zimandirêjîya jinan kir.

   El Xelîlîyê ku ji sedî pêncsed dil û niyeta wî nepaqije, radibe di derbarê jinan de dibêje, “jinên ku xwe derman dikin û serê xwe nagrin, dibin sebeb ku dilê heywanan bibije goþtê wan û heywan êrîþî wan bikin.(Hebe nebe behsa xwe dike). Heger hûn goþtê servekirî li derve bihêlin wê pisîk jî bên û wî goþtî bixwin. Ev xeletîya kê ye? A jinan e yan a goþtê servekirî ye? Helbet a goþt e. Ger jin di mala xwe de bin, ji malê dernekevin, serê xwe venekin, wî çaxî tiþtek naqewime” û filan û bêvan.

   Li ser van gotinên vî tarikselatî, gellek ji jin û mêrên misilmanên Awistralyayê li dijî wî dilxerabî rabûn ser xwe, ew þermezar kirin û gotin “ev bêbav dixwaze ku zilamên misilman tecawizî jinên servekirî bikin”. Hikûmeta Awistralî jî dixwaze wî bide ber lotikên xwe û hetta pêhnekê li qûna wî xin û wî paþûpê biþînin Misrê..

   Welhasilî kelam, ji berê de gotine “Devê rovî negiha trî got tirþ e”. Îcar, ez ne ji piþta bavê xwe bim, heger îro jinek servekirî û paqrût têkeve ber El Xelîlî, ewê li camcamkan xe, bide lotikan û di ber re jî çend tirên Elemanî bike haa..Me hevdu naskiriye wesselam....

Piþtî 60î tir di Tirkan de namîne

Dr.Mihyedîn-28/10/06- Endamê Desteya Bilind a Komela Perwerde û Tedawîya Zayendî Doî.Dr.Cem Încesû radigihîne ku di civaka Tirk de pirsgirêkên mezin ên seks û zayendê hene û li piranîya Tirkan ranabe.

   Li gor lêkolîna Încesû, di nav jinên Tirk de ji sedî 33 xwestek û þehweta seksê nemaye, ji sedî18 alozîya têkilîyên seksê dijîn, ji sedî 25 di dema seksê de têr venarþin, êþa arkunê dikþînin û dikevin rewþek serûbinbûnê. Li gor lêkolîna Încesû, di nava mêrên Tirk de jî hema bêjin heman pirsgirêk hene. Di nava mêrên Tirk de jî pirsgirêk lêrabûn û repbûnê heye û ev jî dibe sebeb ku mêrên Tirk wek Bulent Ersoy hem li defê xin û hem li zirnê.

    Încesû radigihîne ku, ji sedî 10 ê mêrên Tirk repbûna haletê xwe winda dikin û dibin wek paçikekî qetyayî. Li gor mîster Încesû, mêrên Tirk piþtî ku dibin 60 salî ji sedî 50 mêrnîya xwe winda dikin û gellek ji wan jî dikevin psîkolojîyek xerab û haletê xwe di berde jêdikin.

   Yaaaa, hûn dibînin ne gelî xwendevanan? Tirkên ku li wan ranabe û hema bêje piranîya wan ber bi qûndebûnê ve diçin, îro hakimê ser serê me ne û em jî kole û bindestîyên van qûndeyan in.Çi trajedî ye çi trajedî..Xwedê neyne serê kesî rebbî..Xwezî bi wê rojê ku em ji bin destê van qûndeyên zalim azad bibin û hew...

Hunera nûjen

Cemþîd Efrînî-27/10/06-Awistralya-Li Awistralyayê dema hunera nûjen destpêkiriye. Xuyaye wê di pêþerojê de kaxzz nemînin û hunermendên Awistralî jî ji niha de hazirîya pêþeoja xwe dikin. Yek ji wan hunermendan jî Emma Hack e. Emma Hack êdî dev ji hunera li ser kaxizê berdaye û li ser çermê insanan wêneyên xwe dineqiþîne.

   Em bûn mêwanê wê û me jê pirsî: Emma xanim, jibo çi hûn çermê mirovan dineqiþînin? Qey þêweyekî din nemabû? Xanimê bi nermî û germî bersiv da: Çermê insanan hem nerm e, hem germ e, hem seksî ye û hem jî þehweta meriv zêdetir dike. Gava ez laþê wan dineqiþînim, ez wek agirê cehnemê germ dibim û dibim wek çêleka nav garanê, êrîþî ga û conegayan dikim. Ev jî zewq û rehetîyekê dide min. Baþe, hûn Kurd wêneyên xwe li ser çi dineqiþînin?”

   Me jî got: Bi serê te ê xweþik û bejna te a seksî, em Kurd jî heger têkeve destê me, em wêneyên xwe li ser çermê mirîþkan, elokan û carna jî li ser qêla Tirk, Ereb û Eceman dineqiþînin!

   Rebenê metrokê devê wê ji hev ma û got: Peppûk peppûk peppûk! Heyran bi Xwedê lotikên we ji ên min dijwartirin, waweylê!

Lêxin heyran lêxin! Hem li nêl xin hem li bizmêr xin!

Bîlal Berdûþ-27/10/06-Konya-Bajarê Konya yek ji bajarên herî dîndar ê Tirkiyê ye. Lê Tirkên vî bajarî jî zînêkartir mirovên Tirkiyê ne. Gava hûn zilamên wan behda dîn, Xwedê û Pêxember dikin, hûnê bêjin qey ew melayîketên Xwedê, Reþûl û Ewlîya ne. Gava hûn jinên wan sergirtî û bi çarçefan dibînin, hûnê bêjin qey ew horîyên Xwedê, ferîþtahên bihuþtê ne, hewqasî ku dîndar dixuyin.

   Lê di rastîyê de piranîya zinêkar, jinfiroþ, tecawizkar, kerxanecî û berdûþ jî dîsa ji nav van Tirkên qaþo misilmanên vî bajarî derdikevin. Yanî, mêrik û jinikan karê xwe baþ dimeþînin, hem dixwazin insanan û hem jî Xwedê bixapînin. Yek ji wan jî serokê Þîrketa Konbakbayê Suleyman Yilmaz e. Mêrik li Konyayê misilmanekî xalis muxlis e, lê gava diçe bajarê Antalyayê dibe kerxanecîyekî tirtire. Suleyman Yilmazê dîndar li Antalya di himamekê de li ser lotikan hat girtin.

   Dibêjin xwedêgiravî gava jinika himamê Yilmaz efendî sabûn kiriye û firkandiye, bêhemdî wê tiliya wê þemitiye qûna Suleyman efendî û tev li hingulîska (gustîlk) tiliya wê têde asê maye. Piþtî ku bang li polîs û ambûlansê dikin, dibînin ku gustîlka jinikê ji tiliya wê þemitiye nav rovîyên wî û têde nebedî bûye. Yaaa..

   De Xwedê bikim ew gustîlka jinikê di nav rovî û rovîtirkên wî de bibe kanser û Tirkek din ji dinyayê kêm bibe..De a bi xêr.. 

Nav mabûn ew jî dizîn

 

Rojda Aydin-26/10/06- Stenbol- Ne hewceye em dîsa behsa Tirkan û dizîya wan bikin. Zimanê me dizîn, welatê me dizîn, stranên me dizîn, xwarin û vexwarinên me dizîn, navên me mabûn wa destavêtin dizîya navên Kurdî jî û dîsa lotikek li me xistin. Hem jî bi destên kê hûn zanin? Bi destên Kurdan haa, erê loo! Gellek sermayedar û sosyeteyên Kurd bi vexwarina ava Tirkan serxweþ bûne û eslê xwe winda kirine. Eslê xwe înkar nekin jî, lê a jê xerabtir zimanê xwe jibîr dikin û xwe li himber Tirkan peppûk û bêþexsîyet dibînin.

   Binerin, piranîya lîztikvan, stranbêj, lotikvan, þivan û gavanên Tirkan bi eslê xwe Kurd in. Lê mixabin eslê xwe winda dikin û dibin sebebê asîmîle û tunekirina zimanê Kurdî û nirxên Kurdayetîyê. Ji alîkî zarokên xwe wek Tirk perwerde dikin û diþibînin dola qantirê û ji alîyê din jî gellek ji wan navê Kurdî li zarokên xwe dikin. Wek: Lerzan, Zîlan, Dîlan, Dilara´, Rojda û wekî din. Çima navê Tirkî li zarokên xwe nakin hûn zanin? Ji ber ku piranîya navên Tirkî, Satilmiþ, Basilmiþ, Dûrmûþ, Sîkîlmîþ, Cewrîye, Gullu, Þillik, û wekî din in.

   Îcar brayê Yilmaz Erdoxan, Mûstafa Erdoxanê Colemêrgî û xanima wî Gulben Ergen jî navek Kurdî ji zaroka xwe re dîtin û dibêjin wê navê wî bikin “Jan”. Yanî “êþ, êþa dil”. Em wek îmana xwe zanin gava zaroka wan mezin bû ewê yek gotinek bi Kurdî nizanibe û ji sedî sed bibe Tirk. Ê babam, Colemêrgîyo, zarok bi zimanê dê mezin dibin. Gulben xanim gotinek Kurdî nizane û jixwe serê xwe jî pê naêþîne. Madem wilo bû te çima navê zaroka xwe nekir “Doþirme” qurban?

Yan hero yan mero

Selîmê Sermezin-26/10706-Fînlandîya- Serokê demî ê YE û Serokwezîrê Fînlandê Mattî Vanhanen bi tenq û topan êrîþî ser Tirkan kir û Tirk dan ber lotik û pehînên xwe.

   Vanhanen dibêje, “divê Tirk stuyê xwe û bavê xwe biþkînin û krîterên YE yê yek bi yek bînin cîh.Heger krîterên me neynin cîh û bixwazin xiyarê xwe li ser serê me bihejînin, emê jî xiyarê wan jêkin û paþûpê têxin wan” û filan û bêvan.

   Welhasil, xuyaye wê di demên pêþ de þerê xiyarên Tirk û Ewrûpî destpêbike û buhayê xiyaran li bazarê dehqat bilindtir bibe. De a bi xêr...

Castro ji %101 Kurd derket

Fernandez Kurdo-25/10/06-Kuba-

Heyran bi namûsa mêrên berê, Xilafî di gotinên min de tunene. Îcar hûn dixwazin yeqîn bikin û dixwazin jî nekin. Welhasil, em li ku mabûn? Haaa, mesela Fîdel Castro bû erê..

   Keça Fîdel Castro Alîna Fernandez di 1999an de pirtûkek bi navê „Castro's Daughter An Exile's Memoir of Cuba“ nivîsandibû. Heta me ew pirtûk bidestxist çavê me û bavê me rijya haa. Welhasil, di pirtûkê de tê gotin ku „kalikê Castro Francîsco Rûz ji bajarê Stenbolê koçberî Kubayê bûye û bi eslên xwe Stenbolî ne“ û wekî din.  

   Îcar çapemenîya Tirk wek gurên çavsor xwedî li Castro derdikevin û dibêjin, „weyy, kuro bi namûsa Atatirk me zanîbû bêhna Tirkan ji vî tirrekî tê, wey lawoooo! Kuro bi telaqê Yaþar Buyukanit ew ji %100 Tirk e!“ û dikin zûre zûr.

   Îcar li gor lêkolîna me jî rastîya meselê ev e: Navê kalikê Fîdel Castro ê rastî „Fermanko Roj“ bû. Dewleta Osmanî fermana wî derxistibû û ew jî bi qaçaxî reviyabû Kubayê. Li Kubayê jibo ku neyê naskirin nav û paþnavê xwe diguhere û dike „Francîsco Rûz“. Îcar bi namûs em vê tirê jî ji Tirkan re nahêlin! Hema bi telaqê jinberdanê Fîdel Castro xwarziyê me ye û ji %101 Kurd e, xelas!

Abdullah û Abdulezîz, li Beþaro kirin çîzwîz

Bavê Cengo-25/10706-Qamiþlo- Belê, dibêjin zikmezinê Siûdî Erebîstanê Qral Abdullah û Prens Abdulezîz bi guhê mixalifên Beþar Esed (Abdulhelîm Xeddam, serokê Ixwanil mislimîn Alî El Bayanûnî û Rifet Esed) girtine û ew kiþkiþandine Siûdî Erebîstanê.

   Dibêjin mêrê 18 jinan Qral Abdullahê zikmezin ji wan re gotiye, “binerin exûyî, ez þikl û þemalê Beþar Esed naecibînim. Ew zêde diþibe elokan û stuyê wî pir dirêje. Jiber ku diþibe elokan jî serê wî naxebite û bi kêrî serokatîya Sûriyê nayê. Hema rojek berî rojekê lotikekê lêxin û jê xelas bin” û filan.

   Dibêjin mixalifan jî li çepikan xistine û bûye qîrewîra wan, “bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Abdullah!” Ê helbet wan jî bilasebeb qirika xwe neqelaþtine haaa..Çend milyon dolarek xistine bêrîka xwe û dîsa vegerîyane nav nivîna jina xwe.

   Dibêjin xwedêgiravî Beþar Esed jî gotiye, “de ka heta ez apê xwe Rifeto bigrim, ma ne ezê wek dîkan bifisikînim wî, tu bisekin hela.. Emê binerin bê kî dîke kî eloke û lotikek avêtiye apê xwe..

Bêjîyên Tirk Mam Celal bera ser xwe dan

Ahmed Beyan-24/10/06-Enqere- Hinek ji xwendevanên me gazindan ji me dikin ku em zêde dijminatîya Tirkan dikin. Dibe ku heqê wan jî hebe çunkî yan ew bi jinên Tirk re zewicî ne û bûne zavayên Tirkên doþirme, û yan jî zêde enternasyonalîstên serêxwexwarî ne. Dibe ku kezeba wan li ser malxezûranên wan biþewite û wekî din. Lê bi telaqê jinberdanê, hetanî ku Tirk zimandirêjîya me Kurdan bikin, emê yeka wan nekin didu û ji wan re nebêjin amîn!Ha ji we re nimûneyek baþ.

   Kovara Alperen ku kovara nîjadperestên Tirk e, di qapaxa xwe de destê Bûþ û Mam Celal xistiye hev û dibêje,“Bav û Pîç“ yanî „Bav û Ewladê zinê“.

   De îcar emê çilo nebin dijminê Tirkan yabo? Emê çilo ji van kerxanecîyên Selanîkê re bêjin amîn, hêê? Ê ma ne ji berê de dibêjin "filankeso navê xwe li xelkê dike". Îcar ev jî mesela heramîyên Tirk in haa. Atatirkê wan ji lotikên xelkê li kerxana Selanîkê wek "pîç-bêjî" hat dinyayê (ne bi xêr), îcar eyba qûna xwe ji xelkê re dikin mal..

   Kuro heçê kevirekî Tirkan deyne ser hev ne ji piþta bavê xwe be loo! Hûn dixwazin ji me re bêjin „nîjadperest“, dixwazin bêjin „îlkel mîllîyetçî“, dixwazin bêjin „faþîst“ û dixwazin jî bêjin „hirç û hov“, lê emê hezar û yek Tirkî bikin bi qurbana nenûka Mam Celal Talabanî û xelas!!

Tirkiye bû meskenê qûnekan

Dilcan Îzol-24/10/06-Bodrûm-Nekenin haa, birastî jî Tirkiye û bi taybet jî bajarokê Bodrûmê bûye meskenê qûnekên Ewrûpî! Piþtî ku meha çûyî 500 qûnekên Brîtanî hatin Bodrûmê, niha jî 130 qûnekên Fransî hatin Bodrûmê û di qûnekxanan de bicîh bûn.

    Dibêjin wê her 130 qûnekên Fransî lêkolînekê li ser qûnekên Tirk çêkin û binerin bê ka ferqa di navbera herdu alîyên qûnekan de çi ne. Qûnekê Fransî Marîo Pûtto ji me re got ku, „xuyaye Tirk hêdî hêdî medenî dibin û rê li mafê qûnekên mîna me vedikin. Ji xwe heger mafê qûnektîyê nexin zagonên xwe ewê tucarî nikaribin têkevin nav lotikvanên Yekîtîya Ewrûpayê“ û wekî din.

   De Xwedê miradê qûnekên Tirk û Fransî bi hev bike rebbî..Bi telaqê qûnekên Fransî, hetanî ku Tirk di anatomîya xwe de wek Bulent Ersoy „nêr û mê“ nebin ewê mafê Kurdan jî qebûl nekin.

Mala Xwedê ava! Derî vebû ma kulek û pencere!

Þîndar Berwarî-23/10/06-Hewlêr-Mala Xwedê ava, Kurdistan TV derîyê xwe ji Murat Karayilan re vekir û di bernama Ronî de rê da lotikên wî. Dibêjin Samî Ergoþî bêyî ku ji êrîþên Tirk û Eceman bitirse berê xwe daye Çîyayê Qendîlê û bernameyek bi Serokê KKK Murat Karayilan re çêkiriye.

   Murat Karayilan gotiye ku, „PKK li ser daxwaza hinek alîyan þer rawestandiye û dev ji lotikan berdaye, divê niha ew alî rola xwe bilîzin“. Murat Karayilan di derbarê þerê navbera xwe û hêzên baþûr de bi berdewamî gotiye ku, „divê Kurd defterek nuh vekin û brînên kevin dernekin“ û filan.

   Heyran kîjan alî rola xwe dilîzin nalîzin em nizanin, lê bi serê min û te li hêvîya Tirkan û qencîyê nemînin û hew! Ji hirçê post û ji Tirkan jî dost çênabin. A herî baþ defterên nuh û qalind vekin, brînên navbera xwe û kakacanan derman bikin û carek din jî lotikan li hev nexin, canekem!

 

Konferansa “Kurd lotikên çawa dixwazin?”

Ahmed Beyan-22/10/06-Enqere- Dibêjin wê di 25ê Cirîya Paþîn (Kasim) de konferansek ji alî Forûma Demokrasîya Kurd û Komela Lêkolînên Akademîk ve bi navê “Kurd Çawa Li Pirsgirêka Kurd Dinerin” bê lidarxistin. Xwedêgiravî wê di konferansê de kesên mîna Ahmet Turk, Murat Bozlak, Abdulmelîk Firat, Þerafettîn Elçî, Esat Canan, Tarik Zîya Ekîncî, Faîk Bûlût,Îsmaîl Beþikçî û çend sîyasetmedar û lotikvanên din beþdar bibin.

   Dibêjin wê naveroka konferansê bi giranî li ser pirsa Federasyonê be. Wek tê zanîn Abdulmelîk Firat û Þerafettîn Elçî 180 derece germ li Federasyonê dinerin û dixwazin. Îcar herkes meraq dike ka gelo wê li ser navê DTP Ahmet Turk doza çi bike? Federasyon, Muxtarîya Gund, Serokatîya Eþîrê yan Þorberasyon?

   Welhasilî kelam, lidarxistina konferansên bi vî awayî xêr û bereket têde heye. Kurd çiqasî karibin nêzîkî hev bibin kare û ne xisare. Ma dinya ne hurrîyete bavê min? Ê bixwaze wê bêje “Federasyon”, ê bixwaze wê bêje “Bi telaq ji Muxtarîya Gund çêtir tune”, ê bixwaze wê bêje “Na na, Serokatîya Eþîrê bes û zêdeyî serê me ye” û ê bixwaze jî wê bêje “ kuro jina min ji min berdayî be em û Tirk wek goþt û nenûkê ne lo, hema ji “Þorberasyonê” çêtir tune” û filan. Em jî wek Lotikxane dibêjin, “bi vê heyva Remezana pîroz, ji Serxwebûnê xweþtir tutiþtek tune!”

Spîder Man jî kirin wek xwe!

Polat Erdem-22/10/06-Îzmîr- Ya star ji destê van Tirkên heram ya starrrrr! Rebenê Spîder Man mabû ew jî wek xwe herimandin û bi navê misilmantiyê peppûko kirin Tirk.

   Serokatîya Karên Dîyaneta Tirkiyê dibêje ku, “me xwest em bi qehremanekî wek Spîder Man bala zarokan bikþînin ser nimêjê da ku zarokên me jî wek me dest bi lotikan bikin” û filan û fîstan.

   Li ser vê sosreta Tirkane, me xwe bi telefonê gihand Spîder Mann û jê pirsî: Mîster Spîder Man, Tirkan lotikek li te xistine, gelo tu çi dibêjî?  Ewî jî got: Ooo, yes yes! Kuro lawo Tirk lotikan li dê û xwiþkên xwe dixin, hûn radibin behsa min dikin! Ma hûn naxwînin ku herroj Tirkek yan bazdide ser keça xwe, yan xaltîka xwe direvîne, yan zinê bi diþa xwe re dike, yan jî wek Cubbelî Ahmet efendî nêta xwe li qîza xwe a 11 salî xera dike hêê! Ev Tirk in broder Tirk! Bi telaq ezê kêzik û tevnê li xwe heram bikim” û çû. Erê erê...Heger sibê dusibê Tirk Ezraîl û Cebraîl jî bikin Tirk qet þaþomaþo nebin.....

Ev çi lotik bû mîster Pûtîn?

 

Bengîn Elegez-21/10/06-Moskova-Vladîmîr Pûtîn lotikek kesanedî li Serokwezîrê Îsraîlê Ehûd Olmert xist. Dibêjin jiber hinera lotika Pûtîn, Olmert çend seetan bêhiþ ketiye û nehatiye ser hiþê xwe.

   Di dema serdana Moskovayê de Vladîmîr Pûtîn ji niþkê ve ji Olmert re gotibû “ em dihesidin ku serokê we bi yekcarê dest avêtiye deh jinan. Silavên min li serokê xwe bikin., çi zilamekî tirtire ye bavo! Ne yek, lê destavêtiye deh jinan. Me ev hêvî jê nedikir, em ji wî dihesidin” û filan.

   Dibêjin Olmert jî di dilê xwe de gotiye, “qûndeyê heram! Tir têde nemane îcar dev davêje serokê me”. Welhasil, xuyaye wê hîna gellek serokên dewletên dinyayê bi xêra Lotikxanê hînî lotikan bibin..De a bi xêr.....

Yekî qûnek bû balyozê Amerîkayê

Þemal Amedî-21/10/06-Waþîngton- Ev cara yekeme ku qûnekekî Amerîkî bi navê Mark Dybûl dibe Koordînatorê Tekoþîna Global a li dijî AÎDS ê. Mark Dybûlê ku bi zilamekî wek xwe qûnek (Jason Claîre) re zewicîye, ji alî George Bûþ ve hatibû destnîþankirin û li Wezareta Derve sûnda qûnekî xwar.

   Di sûndxwarinê de Wezîra qemer û çîkolatayî Condolîza Rîce jî beþdar bû û axaftinek pir germ kir. Rîce got, “ez bi beþdarîya merasîma sûndxwarina qûnek Mark Dybûl xwe bextewar dibînim. Bi taybet beþdarbûna mêrê te Jason naveroka vê merasîma sûndxwarinê pîroztir kir. Em hêvîdarin tê bi vê qûnekbûna xwe li dijî nexweþîya AÎDSê têbikoþî û bi qûnektîya xwe ji neqûnekan re bibî nimûneyek baþ” û filan.

   Nizanim hûn zanin an na, lê kesên qûnekên wek Mark Dybûl kesin humanîst û mirovperwer in. Hêvî eve ku li Tirkiyê, Îran û Sûriyê jî qûnek bibin xwedî desthilatdar da ku pirsgirêka Kurd ne bi destê generalan, lê bi destê qûnekên demokrat çareser bibe.

Kurmê darê ji darê ye

Ahmed Beyan-21/10/06-Enqere-Wezîrê Hindur ê Tirkiyê Abdulkadîr Aksûyê Diyarbekirî, di derbarê çar belediyên Amedê de lêpirsîn da destpêkirin û dîsa bi xwe de rît. Wek tê zanîn, berî niha hinek beledîyên Amedê bi (Tum Bel-Sen)ê re lihevhatina fêrbûna zimanê Kurmancî îmze kiribû. Xuyaye hînbûna zimanê Kurmancî pir li zora qûna Abdulkadîr Aksû çûye ku lêpirsîn daye destpêkirin û kêfa Tirkên heram anîye.

   Abdulkadir Aksûyê ku di jîyana xwe de fêrî Tirkiya Stenbolî nebûye û Tirkiya wî wek „þildim bildim“a yekî gundî ye, radibe li dijî zimanê xwe dozê vedike û wek hercar xizmeta dijminê qewmê xwe dike.

   Yabo ma Abdulkadir Aksû tenê ye? Na bavo naaaa! Ji berê de gotine „Kurmê darê ji darê ye“ heyran…. Di meclîsa Tirkan de zêdeyî 70 wekîlên Kurd hene. De binerin bê namûs dikeve pozê yekî ji wan û bê dengê xwe dikin!? Na canim, bela dolar têkevin bêrîka wan û hew, ma xema wan zimanê Kurmancî ye? Ziman maye, nemaye, Kurdayetî maye nemaye ji kî….ê wan ve...    

 

 

 

Mêrik dest bi zîtirkan kir

Þemal Amedî-20/10/06-Waþîngton-Wek hûn zanin serok George Buþ berî çendakê ziman guhert û got, “em li dijî sêbeþbûna Iraqê ne. Wê beþkirina Iraqê pirsgirêkan zêdetir bike, wê sunnî, þîî û Kurd lotikên dijwar bavêjin hev û Iraqê serûbinê hev bikin”. Wekî din gotibû, “federalîzm baþe lê ne ku Iraqê bikin sê beþ. Ger Iraq bibe sê beþ wê Kurd ji Tirkiye û Sûriyê re pirsgirêkên mezin çêkin” û çîrokên wekî din.

   Îcar hinek dibêjin “jiber nêzîkbûna hilbijatinan Bûþ ziman guhertiye”. Hinek jî dibêjin “na lo, ew ketiye nav pelûla Rojhilata Navîn û nema zane çawa jê derkeve”.

   Me jî rabû þev nîvê þevê xwe gihand mîster Bûþ û me jê pirsî: Kuro tu ji bavê xwe fedî nakî tu zimanê xwe virde wêde dibî û tînî? Ma Kurd benîþtê devê te ne? Te çi zû dest bi zîtirkan kir? Ewî jî çavlixew got: Yahewlelwelaaaa! Lawo bêhemdî min ew gotin ji devê min derket ma dinya xirabû? Bihêlin em jî hinekî sîyaseta zîtirkvanî bikin babam! Ma go ez van derewan nekim ezê çawa Tirk û Ereban li hev ragirim? Kuro bi telaqê Bîll Clînton hûn Kurd ji sîyasetê fêmnakin û hew!” Welhasilî kelam, divê Kurdekanên me hay ji lotik û zîtirkên derûdora xwe hebin û em tiþtekî din jî nabêjin...

Karaman beg rastî got, lêê..

Seyid Silêman-20/10/06-Mêrdîn-Wek hûn zanin, gellek ji sazîyên Tirk bi navê xêr û xeyrîyatan hersalê bi sedhezaran dolar zikat û fitran didin hev û pê dewlemend dibin. Yek ji wan sazîyan jî Sazîya Hewayîya Tirk û Artêþa Tirk e. Ji dêvla ku zikat û fitre li feqîr û fiqaran bên belavkirin, ew radibin wan ji xwe re didin  hev û pê balafir û çekên giran dikirin.

   Îcar xuyaye wîjdanê Profesorê Hihûqa Îslamê Prof.Hayrettîn Karaman nema qebûlkiriye ku radibe dibêje, “ zikat û fitre li feqîr û belengazan tê belavkirin. Tu eleqa zikat û fitrê bi sazîyên dewletê re tuneye. Di sunnet û Quranê de jî tê gotin ku zikat û fitre jibo feqîr û hejaran e, ne jibo sazîyên ku ne muhtacî wê alîkarîyê ne” û filan. 

   Kuro lawo ma ew sazî vê rastîyê nizanin? Belê! Ma te dîtiye ku dewlemend ji malê dinyayê têr bûne? Na! Kuro de bila ew zikat û fitre herin ji dewlemendan re çêtire û hew...Ma go aqil di serê xelkê de hebûya zikat û fitrên xwe didan sazîyên dewletê babam! Azîz Nesîn bilasebeb nedigot “ji sedî 80 ê gelê Tirk bêaqil û dîn e” qurban! Jibo Tirkan îslam jî, Xwedê jî, Pêxember jî, hertiþt artêþ e, xelas!

 

 

 

Reçeta harbûnê

 

Dr.Mihyedîn-19/10/06- Çawa ku mêzîna xwerista cîhanê serûbinê hev dibe, herweha di têkilî û xwestekên zayendî (cinsî-seksî) de jî serûbinî çêdibin û gellek caran hewes û þewqa hezjêkirin û seksê bi meriv re namîne. Îcar jibo çareserkirina vê pirsgirêkê em dixwazin ji we re reçeteya Lotikxanê pêþkêþ bikin. Ger hûn li gora reçeteya me bimeþin wê jîyana we a seksê qet jihevde nekeve. De fermo, heger zewq û þehweta seksê bi we re nemabe, van tiþtan bikin hûnê bibin wek agirê sor allahwekîl.

   1) Serê sibê (taþtê) li xwirînî kîlok hingiv û kevçîyek darçîn bi ser kezeba xwe dakin.Piþtre beroþek þorba nîskê û nîv kîlo îsotên tûj pêre bixwin.

   2) Nîvrokî (firavîn) du kîlo pîvaz, sê nanê tenûrê, 25 hêkên qelandî bixwin û pêre jî pênc þerbik dewê meþkê vexwin.

   3) Êvarî (þîv) beroþek kutilk, leganek eprax, sê mirîþk, deh gurçikên çêlekan, nîvberoþ tirþika fasûlîyên hiþk, deh bacan, pênc xiyar, baqek bexdûnis, nîv baq tûzik û du nanê malê bixwin. Piþtre jî du þerbik dimsa Mêrdînê berdin devê xwe heta ku zikê we binepixe. Piþtî we ev hemi kirin, îcar cixareyek qaçax jî bikþînin ser kezeba xwe û nîv seetê bêhna xwe berdin.

   Îcar hûnê binerin, heger hûn wek conegayên nav garanê har û dîn nebûn, emê pîvazekê bi guhê xwe vekin! Herroj vê reçetê bikarbînin xêr û guneh di stuyê me de....Bi telaq hûnê ji keleþkofê xerabtir bibin! 

 

 

“Em lotikên Tirkiyê naecibînin!”

 

Hisênê Serperitî-18/10/06-Bruksel-Serokê Komisyina YEê Jose Manuel Barroso di derbarê endametîya Tirkiyê de hinek lotikên xweþ avêtin û ew dan ber pehînan. Barroso dibêje, “em di derbarê Tirkiyê de bi endîþe ne, jiber ku rîtma muzîka wan û a me li hev nakin. Halî hazir Tirkiye di tu warî de gav û lotikên pêþketî navêjin. Heger ew bibin endamê YE jî incex 15-20 salên din karibin têkevin nav lotikvanên Ewrûpayê” û filan.

   Îcar Tirk jî nerazîbûna xwe tînin zimên û dibêjin, “way xiyar oxlî xiyar way! Ûlan bû yuce Tirk milletîne yapilirmi be!” û zîtirkan didin xwe. Welhasilîkelam, heta 15-20 salên din jî Xwedê kerîm e, kî saxe û kî mirî ye..Kuro bi namûsa Tirkên Ewrûpayê 100 salên din jî Tirk nebûn Ewrûpî lo, wey! Ma gur û mîh karin bibin destebrakên hev?

 Ha ji we re sextekarekî din

Seyid Silêman-18/10/06-Stenbol- Yek ji wan sextekarên ku li ser navê dînê îslamê lotikên xerab li îslamê dixe û wê jibo berjewendîya xwe bikartîne Ahmet Xoceyê Cubbeyî ye (Ahmet Mahmut Unlu).

   Ahmed Xoceyê sextekar wek gellekan dînê îslamê ji xwe re wek perda þanoyê dibîne. Li ber perdê dîndarekî baþ, rîhdirêj û þaþikmezin dixuye. Lê li piþt perdê jî tolaz, tarikselat û sextekar derdikeve. Derket holê ku Cubbeyî efendî li Maltayê di nav jinikên tazî de ketiye behrê û têra xwe lotik avêtine. Welhasil, em zêde serê we bi cubbe, kum û þaþikan neêþînin.

   Îcar niha Ahmet Cubbe efendî jibo eyba qûna xwe veþêre û zinêkarîya xwe piþtperde bike ji xwe re fitûyan derdixe û dibêje, “Xwedayê min ji min re got here bigere, li kêfa xwe binere û bide lotikan” û derewên qirase dike.

   Ê hey tarikselatê heram! Hey sextekar kurê sextekaran! Hey Xwedê lotika mirinê li bin guhê te xisto! Kengî Xwedayê te ayet ji te re daxist û got “de here li Maltayê têkeve nava jinikên rût û wan hedayet bike hê?” Ma derewek din tunebû hey qûnde!?

Teyrê Lotikxanê balafira Tirkan xist

Mela Ehmedê Bedlîsî-17/10/06-Bedlîs- Teyrê malpera Lotikxanê balafirek Tirkan a F-16 xist. Teyrê me „Teyrê Har“ derketibû nêçîra keroþkan û li ezmanan çarçav difirîya. Teyrê me yê dîn û har ji niþkê ve balafirek Tirkan a F-16 dibîne û hema bi întîxarwarî êrîþî balafirê dike.

   Di encama êrîþê de teyrê me bi nikilan dikeve ser pîlotê tiyarê û herdu çavên wî derdixe. Piþtî pîlot kor dibe, ew û balafira xwe dikevin û agir bi wan dikeve.

   Em bi dilek xemgîn dibêjin ku teyrê me „Teyrê Har“ jî þehîd ketiye û emir daye haziran. De bila serê malbata Lotikxanê û hazir û guhdêran sax be..Amîn!

Erkano got “fissssss!”

Serdar Mirad-17/10/06-Amed- Serokê partîya ANAPê Erkan Mûmcûyê çerqoberqo jî wek tirrekên din serdana bajarê Amedê kir û di derbarê pirsgirêka Kurd de lotikek avêt.

    Mûmcû di derbarê pirsa Kurd de devê xwe dibe tîne û dibêje,“ev serokên partîyên din hemi tirrek û derewîn in. Heger kesekî ku karibe pirsgirêka Kurd çareser bike ew jî ez im. Kesê ku li Enqerê newêribe behsa pirsgirêka Kurd bike, li Amedê jî nikare behsa lotikan bike. Em û Kurd bi dîrokek dûr û dirêj bi hevre jîyane, me dîk û mirîþk dane hev, xwîna me li dawa hev ketiye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasîyê ye, pirsgirêka azadîya lotikan e“ û filan û fîstan.

   Dola qantirê di dawîya gotina xwe de jî rastîya xwe eþkere dike, vedirþe û dibêje, „li Tirkiyê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd tuneye. Gava em meselê bi navê pirsgirêka Kurd binavbikin, wê ev bibe cudaxwazî û neteweperestî“ û jehr û ziqûm.

   Ê kerê min heywanê Xwedê! Qûnde! Çîrokên dema eshaban ji me re nebêjin ewladim! Hûn serok û partîyên Tirk ji heman qul û þikeftê derketine yawrûm! Em zanin bê çend mû bi qûna we vene dangalak, ma hûnê kê bixapînin! De here tu jî wek Mehmet Agar avekê li qûna xwe ke, yalla…

 

Melleyan tir ji keþeyan berdan 7-4!

Sosin Bermal-29/10/06-Dortmûnd- Îsal dîsa di navbera Melleyên Tirk û Keþeyên Alman de fûtbola dostanîyê hat lîztin. Di vê lîztika gokê de Melleyên Tirk 7 xol xistin Keþeyên Alman û Keþeyên Alman jî 4 xol xistin Melleyên Tirk. Yanî, Melle û Keþeyan hevdû dan ber lotik û þeg û pegan.      

   Gerînendeyê (koordînator) Mizgefta Dîtîbê Mehmet Alî Koç di derbarê lotikên xwe û keþeyan de got,  “ me li hev qeliband û me hevdu nerm kir.Lotikên îsal bes in, heta sala bê Xwedê kerîm û rehîm e”.

   Keþeyê Alman Ralf Greth jî got, “sala berê me tir ji Melleyên Tirk berdabûn. Lê îsal hingî me nanê bê xwê (kellê) û þorba nîskê xwaribû, zikê me nepixî bû û me nikarîbû em zêde bibezin..Mêrikan heyfa sala çûyî ji me hilanîn û tirên xwe paþde vegerandin”. Erê loo..Heta go Melle û Keþe jî bibin fûtbolcî êdî têrxwarina dinyayê nemaye....

 

Bû vitvita Ehmedînejad

Diyar Baban-29/10/06-Mahabad- Wê roja Duþembê 25 dewlet bi hevre li ber pozê Îranê, li berava Basrayê tatbîqatekê qirase çêkin û çend fîþekan jî di ser serê Mahmûd Ehmedînejad re berdin. Wê di vê tetbîqata ku di bin mazûrvanîya Behreynê de çêbibe, çek û sîlehên giran jî bên bikaranîn û ceribandin û zingînîyê ji ber guhê rayedarên Îranê bînin.

   Xwedêgiravî dibêjin Mahmûd Ehmedînejad li ser vê tetbîqatê gotiye, „ez hesabê wan bi pîvazekê nakim û hew“. ihiii, kuro ma gur ji baranê bitirsiya wê ji xwe re kurkek çêkira heyran, wey! Bi telaqê Xumeynî ezê wan paþûpê li kerê siwar kim.  Dibêjin generalekî Amerîkî jî li ser masa eraqê zirtên xwe kiriye û gotiye, „kekko brawoooo! Ez ferxê mala Bûþ im, ez bavê Stewart û Angelîka me, bi telaq ezê tirê ji Ehmedînejad berdim, weyyyyy!“

   Welhasil, em hêvîdarin berê fîþekên tenq û topên van 25 dewletan berê xwe biguherin û bên li koçka Ehmedînejad kevin..Belkî hema insanetî ji zalimekî din rizgar bibe…De a bi xêr….

 

Kovara BÎR xweþtire ji mast û þîr!  

Jibo agahdariyên zêdetir wêne bitikînin

 

Rojnama Mîllîyetê gûxwarina xwe qebûl kir

Serdar Mirad-27/10/06-Amed- Wek hûn zanin, Serokê Þaredarîya Amedê Osman Baydemîrkê me li Parlamentoya Ewrûpayê axivîbû û lotik dabûn xwe. Piþtî wê, rojnameya Mîllîyetê sernivîsa “Sîstema Eyaletê Pêþniyaz Kir” avêtibû serê rojnamê.

   Lê xuyaye ev sernivîs pir li zora Osmankê me çûye û serê wî xistiye belê. Osman Baydemîrê me jî hema bi xar (zû) tekzîpek ji rojnamê re þand û got, “tobe tobe, ma ez ê van gotina me kardeþîm? Ma ez wêrim doza sîstema eyaletê bikim? Bi telaqê jinberdanê min doza sîstema eyaletê yan muxtarîyetê nekiriye, wey!” û rojnama Mîllîyetê jî got: Yabo me gû xwar! Tiþtekî din? û gûxwarina xwe qebûl kir.

   Welhasil, yanî go Osman Baydemîr bigota “min doza sîstema eyaletê kir, min qenc û xweþ kir, çi ji we tê hûn bê minnetin” wê çi biqewimiya gelo? Hêççççç!

Pisîkên Wanê neketin nav krîterên YE

Îbrahîn Siwar-27/10/06-Wan-Pisîkên Wanê lio beramber windabûnê mane û her ku diçe nifþê wan diqele. Dibêjin bi rêya “Programa Pêrabûna Anadolûya Rojhilat (Kurdistan)” jibo paraztin û xwedîlêderketina pisîkên Wanê 200 hezar euro ji Yekîtîya Ewrûpayê hatiye xwestin, lê YE ev daxwaz qebûl nekiriye.

   Yanî; YE xwedî li pisîkên Wanê derneketiye û gotiye, “mesela pisîkan di krîterên Kopenhagenê de nehatine nivîsandin. Tirk dixwazin bi mahna paraztina pisîkên Kurdistanê 200 hezar euro têxin bêrîka xwe û pê pisîk û kûçikên Tirk xwedî bikin” û filan. Îcar tirrekê Walîyê Wanê Nîyazî Tanilir jî pir li ber xwe ketiye û xewn û xeyalên wî ên ku 200 hezar euro têxe bêrîka xwe bi avê de çûye.

   Dibêjin Walî beg gotiye, “ihiii, kuro ma ez vê fersendê direvînim? Bi telaq ezê dîsa serî li YE xim, ma 200 euro hindik pere ye kardeþîm! Ne bi xêra van pisîkên çavþîn û çavkesk bin ezê nikaribin bêrîka xwe dagirim” û wekî din. Ma emê çi bêjin heyran...Hema Xwedê ahê pisîkên Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re nehêle û hûn sax....

Em ji van Rûsan xelas nebûn û nebûn!

Bengîn Elegez-26/10/06- Moskova- Erê kuro! Ji roja ku Kurdan xwe naskiriye, ev bêbavên Rûsan bûne bela serê wan û lotikên mirinê li Kurdan dixin.

   Komara Mahabadê xirakirin, li Rûsyê serî li Mistefa Barzanî gerandin, bi destê Stalîn Kurdistana Sor wêran kirin, bi riya fikr û sîxurên xwe tevgera azadîxwaza Kurdî bi navê sosyalîzmê ji hev tarûmar kirin, evqas hemi têr nekir, îcar niha jî Wezîrê Derve ê Rûs Sergey Lavrov rê li ber parçekirina Iraqê digre û naxwaze Iraq parçe bibe da ku Kurd nebin tiþtek. Erê lo..

   Ê kurê mino, ma kê xistiye te ku dijminatîya Kurdan dikî hêê? Yan lotikên Saddam bêhtir li xweþîya we dihatin ha? Kuro hema bela Xwedê Amerîkayê ji ser serê we Rûsan kêm neke û hew..Ma ne ji berê de dibêjin “her dînsizek îmansizek jê re divê”.

 

Di Yekîtiya Ewrûpa de Kurd

 

www.wekurd.com

 

Dostê Lotikxanê Holbrooke lotikek baþ avêt

Þemal Amedî-25/10/06-Waþîngton- Belê, herçiqasî bawerî bi siyasetmedaran neyê jî lê gotina xweþ xweþe allahwekîl. Dost û alîgirê Lotikxanê, kevnecîgirê Wezîrê Derve ê Amerîkayê mîster Rîchard Holbrooke nameyek bi îman ji serok Bûþ re  þand û çend zirtên xweþ lê kirin.

   Holbrooke di nama xwe de ji Bûþ re dibêje, „binere ez carekê dibêjim û nakim didu! Allahwekîl heger tu eskerên xwe ji Iraqê nekþînî Kurdistanê, wê Erebên xurmexwir wek beraçemkan li ser serê te bicivin û te bidin ber lotikên devan. A herî baþ carna têkeve malpera Lotikxanê, aqilekî jê bigre û zû bi temametî eskerên me li Kurdistanê bicîh bike. Ez nikarim hertim li nav serê te xim, hema dîtinên min û ê Lotikxanê wek hev in, kengî go tu ji nav pirsgirêkê derneket têkeve Lotikxanê û te îþ pê tune“ û filan bêvan.

   Yabo bi namûsa serok Bûþ ev gotinên te ji Incîl, Tewrat û Zebûrê jî rasttir û saxlemtirin ha, wîî! 

Vegerîyan ser eslê xwe

Þahbedînê Nanfiroþ-25/10/06-Fatsa- Xuyaye Tirk hêdî hêdî vedigerin ser eslê xwe. Wek hûn zanin, berî ku Kurd mala xwe biviritînin û rê  bidin Tirkan, yanî berî hatina wan a Kurdistanê, zilamên wan nan bi tenûran vedidan û jinên wan jî li wan siwar dibûn.Îcar niha ew adeta wan dîsa li wan vedigere.

   Li bajarê Fatsayê zilam ketin ber hevîr û dest bi vekirina nanê sêlê kirin. Dibêjin Fatsayî vê adeta bav û kalên xwe diþopînin û bi telaqên xwe sûnd xwarine ku dev ji van adetên “mêrane” bernedin.

   Erê erê...Heyran ma çima em henekên xwe bi wan dikin lo? Kuro ma ne siyasetmedar, nivîskar û qaþo serokên me jî li Ewrûpayê hevîr vedikin û dibin pîzzacî wey! Hoooowehhhh kuro, qey birastî meriv carna þûjina çavê xwe nabîne bavo!

Pelûla fesadîyê bi serê wê de rijiya!

Leyla Bamernî-24/10/06-Duhok- Belê, Þêrîn Amedî ji serokatîya Afretan (jinan) hat bidûrxistin û lotikek dijwar xwar. Yekîtîya Afretên (çi navekî ecêb ne wilo? Afret!) Kurdistanê ragihandin ku seroka wan û endama Komîteya Navendî a PDK Þêrîn Amedî ji karê xwe hatiye bidûrxistin û êdî ewê bi serê xwe lotikên xwe bavêjin.

   Xwedêgiravî tê gotin ku Þêrîn xanim bi sûcê gendelî (?) û fesadîyê hatiye gunehbarkirin. Dibêjin Þêrîn xanim çend qirûþên Yekîtîya Afretan jibo berjewendîya xwe veþartine û filan û bêvan.

   Ya starrrrr û sed ya starrr! Ê afretno! Ma kîjan Kurd fesadîyê nake heyran? Ma kîjan endamê desteya birêvebir pere nexwarine yan nedizîne? Ma hema pelûl bi serê Þêrîn xanim de rijiya hêê? Yanî hûn dixwazin Þêrîn xanimê bidûrbixin jibo îcar hûn peran bixwin ne wilo? Çavê we bar nebû ku rebena Þêrîn Amedî qûtê vê zivistanê bide ser hev û pê debara xwe bike bavo, wîîî! Hema bi telaqê Kurdên Ewrûpayê hûn hesûd û zikreþin, ewqas!

Hewlêr Sporê bi xwe de rît

Þêrzad Zebarî-24/10/06-Hewlêr- Erê erê...Hewlêr Spora ku me bi petrola Kerkûkê, bi goþtê berxik û elokan xwedî dikir, serê me bera ber me da û kêfa Erebên bêderpî li me anî.

    Îsmaîlîye Spora Misrî çar xolên qirase xistin Hewlêr Sporê û du xolên kakacanî jî xistin xwe. Bi vê lotikvanîya dawî Hewlêr Sporê ji þampîyonîya welatên Ereb re got “bye bye” û çend tir û fisên gennî bi xwe de berdan.

   Welhasilî kelam, xuyaye lîztikvanên Hewlêr Sporê ji goþtê berxik û elokan baþ wîtamîn negirtine..Bi xêr îcar emê sala bê wan bi goþtê xezal, þêr û pilingan xwedî bikin da ku karibin lotikên xurt bavêjin xelkê.

   Kuro ma Kurd û fûtbol!?  

Feqîrê Tirkiyê ye, weledddd!!

Bêrîvan Al-23/10/06-Marmarîs- Dibêjin li gora lêkolînekê, Kenan Evrenê Arnawût di nav Serokkomarên Tirkiyê de ê herî feqîr derketiye. Kenan Evrenê ku qesasê serê Kurda ye, serokê derbeya eskerî a 1980 î bû û hîna jî destên wî ji xwîna Kurdan nehatiye þûþtin.

   Li gora lêkolîna nivîskar Can Dundar, serokkomarê herî dewlemend Atatirko bû. Atatirko bi perên zêde kêfa xwe dikir û lotik li xwe dixistin. Ê herî feqîr û bêrîkqul jî Kenan Evrenê Arnavût derketiye.

   Dibêjin xwedêgiravî Kenan Evren ji dostekî xwe re gotiye, „kuro min di zîndanan de hewqas qencî bi girtîyên Kurd û Tirk kir, min dar dixistin wan, ew dixesandin, binerin bê rojekê li min dipirsin û çend qirûþan dixin  bêrîka min!“

    Îcar heyran girtîyên ku di zîndanên Kenan Evren de dar ketiye wan! Girtîyên ku hatine xesandin! Bi xêra xwe çend qirûþan têxin qûna wî bênamûsê heram gidî! Qencîya wî jibîr nekin haaa..Ax, axxxxx! Kesekî bi namûs lotikek li vî bêbavî nexist û dilê me rehet nekir, hûn namînin ecêbmayî!

Ha ji we re doktorekî xalis muxlis Tirk

Rojda Aydin-23/10/06-Stenbol- De werin û li kerametên doktorên Tirk binerin. Doktorê Nexweþxana Etfala Þîþlîyê Doçent Dr. Alî Îhsan Dokucu di emelîyatê de dev ji nexweþê xwe berda û çû fitara xwe bike.

   Doktorê ku mirîyê zikê xwe bû û ne xema wî mirina zaroka 3.5 salî Asli bû, 20 deqîqan dev ji emelîyatê berda û keçika reben di nava xwîn, kêr û meqesan de hiþt û çû kerafîyê bixwe.

   Welhasil em serê we neêþînin, heçê bixwaze zarokên xwe bikuje û jê xelas be bila here cem Dr.Alî Îhsan Dokucu. Emelîyatên wî yek û yek in. Emelîyata xwe dike, zikê qelaþtî vekirî dihêle û piþtî têr jehrê dixwe dîsa vedigere ser emelîyata xwe. De Xwedê di cehnemê de ciyekî baþ jê re veqetîne rebbî.

Osmanê me dîsa lotikek li Tirkan xist

Nazenîn Dilþa-22/10/06-Amed- Serok Osman Baydemîr di çavên Tirkan de bûye strî û kelem.

   Tirkên doþirme di her wesîlê de wek gurên har êrîþî Baydemîr dikin û gef û zirtan lê dikin. Niha jî qertên cejna Remezanê ji Tirkan re bûye pirsgirêk. Tirkoler dibêjin, “piþtî xwestina petrola Batmanê, niha jî qertên cejna Remezanê bi Kurdî û Tirkî nivîsandin, way alçax way! û nerazîbûna xwe vedirþin.

   Tirkên ku qaþo heyva Remezanê wek meha “aþitî, bratî, lihevhatin” binavdikin, rûyê xwe reþ dikin û niyeta xwe a dijminatî venaþêrin. Bawerkin heger ji wan bihata, jibo ku navê “Kurd” neynin ser zimanê xwe wê heyva Remezanê jî qedexe bikirana. Lê xuyaye ji qûna wan nayê.

   Welhasil, nivîsandina qertên Remezanê bi Kurdî û Tirkî xêrek mezine. Lê xwezî hemi bi Kurdî bûya..Destê te saxbin Osman Baydemîr..Bi namûsa Tirkên Selanîkê tu berberî xwe hêjayî zêrên Reþadî loo...

Çû derket

 

//////////////////////////

Dewaro dîsa verþîya

Sîpan Nas-22/10/06-Enqere- Gerînendeyê tekoþîna li dijî PKK Org.Edîp Baþerê ku kez nizane bê bezê bin guhê bavê wî ji ku ye, dîsa verþîya û îcar jî êrîþî þaredarên Kurd kir.

   Baþerê sermezin dibêje, “divê þaredarên ku destekê didin PKK derhal bi guhên wan bên girtin û ji kar bên avêtin” û çîrokên wekî din. Ê oxlim, em jî dibêjin, “Tirk û Kurdên ku destdirêjîya nirxên Kurd û Kurdistanê dikin,divê derhal lotikek li derqûna wan keve û ji Kurdistanê bên avêtin! Ji xwe kesên mîna te sermezin gerek derhal bi balyozê Kawa serê wan bê giroverkirin û bibe wek goka nav lingê Maradona"..De yalla...

   Hûn zanin? Dûr nêzîk wê tisqa li Edîp Baþer bikeve allahwekîl..Kuro ma Kurdan serê kê nexwarîye?

Hunermendê dengxweþ Miço Kendeþ Lotikxana xwe vekir

Tirk û Fransî ha ha li hev rast dikin

Gulnaza Torî-21/10/06-Parîs- Xwedê ji Fransîyan razî be, Xwedê yeka wan neke dido û rebbî. Heger ne ji qebûlkirina qirkirina Ermenîyan bûya wê Tirk û Fransîyan lotik neavêtina hevdu û kêfa me neanîna.

   Dibêjin dewleta Fransayê dixwaze li Hewlêrê buroyekê veke da ku Tirk ji qehran re bibeicin. Li ser vê xeberê îcar Tirkan dîsa dest bi zîtirkan kiriye û çapemenîya wan ha ha lotikan tavêjin Fransayê.

   Hinek ji nivîskarên Tirko dibêjin, “wey kafir Fransa wey! Ev jî ji we ha? Hem jî li Hewlêrê?” û diteqin. Gerçî bawerî bi Fransîyan jî nayê lê de neyse..Hema kî lotikekê li Tirkan xe û tirekê bi wan de bike xêra jê mezintir tune allahwekîl...

Ereban dan bin dûvên hev

Þîndar Berwarî-21/10/06-Hewlêr- Dibêjin li bajarê Ramadî 950 pakêt xwîna bi AÎDS li xelkê hatiye belavkirin. Ev pakêtên xwînê ji alî þîrketek Misrî, Urdunî û Lubnanî ve hatiye belavkirin û lotikek baþ li Erebên bajarê Ramadî ketiye.

   Dibêjin piþtî ku ev xwîna bi AÎDS di damarên Erebên Ramadî de geriyaye, êdî Erebên Ramadîyê hew karin xwe bigrin û bi xwe de gû û mîz dikin. Dibêjin nexasim Erebên sunnî ên Ramadîyê bi bereketa vê xwînê lotikan didin xwe û dixwazin rojek berî rojekê bimrin da ku herin bihuþtê.

    Welhasil, çûna bihuþtê her xeyale de, lê Xwedê ji vê þîrketê razî be rebbî...Kuro go ne Ereb xwe bi xwe li hev biqelibînin ma kî kare bi van mexlûqatên zinêkar lawo, wey!

Xirabêbaba li ku û Ermenî li ku?

Serdar Mirad-20/10/06-Mêrdîn-Hûn zanin em Kurd milletekî ecêb in. Jiber vê jî em negihane meqsed û miradê xwe. Em zû dixapin û xelk jî hema pêl serê me dikin.

   Dibêjin li gundê Xirabêbaba a ku girêdayî Nisêbîna Mêrdînê û nêzîkî gundê Stilîlê ye, gorek (tirbek-mezelek) hatiye dîtin ku têde hestiyên gellek mirovan hene. Çi tesaduf ne wilo? Tam di vê dema ku dinya û alem li ser qirkirina Ermenîyan diaxive, hinek ji malperên Kurdî jî hema bi çavkorî xwe tavêjin gorê û dibêjin “ev gund berê gundê Ermenîyan bû û ev hestî jî hestîyên 300 Ermenîyên ku di 1915an de hatibûn kujtin in”.

   Ya starrrrrr! Lawo ma gundê Xirabêbaba û Ermenî? Ermenî li gundê Xisrabêbaba çi digeriyan ey hawarrr!? Hûn çima nabêjin “ev hestîyên Kurdên ku dewleta Tirk ev kujtine?” Hûn çima nabêjin “di 1992-96an de bi deh hezaran Kurd faîlî meçhûl hatin kujtin,ev 300 jî ji wan in?” Yan hûn çima nabêjin “ev 300 Kurd di dema Þêx Seîd û Dêrsimê de hatine kujtin?” 

   Na lo! A baþ hûn jî rabin wek Ermenîyan bakurê Kurdistanê seranser bikin Ermenîstan û hew! Yan Kurdayetîyê bikin û yan jî lotikên vala navêjin heyran......

Mêrik lotikek li kanserê xist

Tacdîn Baran-20/10/06-Almanya-Rêvebirê Beþê Farmakolojîya Zanîngeha Bonnê Prof.Dr.Gunther Hartman dermanê rêlibergirtina kanser û AÎDSê dît û ket nav lotikvanên navdar. Li gora vî dermanî, wê vîrûsên kanser û HÎV ên ku xwe di ciyên xewle de vediþêrin bên dîtin û tunekirin. Dibêjin bi taybet ev derman li dijî kansera kezebê encamên pir baþ dide.

    Li ser dîtina vî dermanî, Þîrketa Derman a Amerîkî Pfîzer jibo patenta dermên bikire 380 milyon dolar da. Yaaa, hûn dibînin bê profesor û doktorên xelkê çi jêhatî ne û çi peran qezenc dikin ne wilo!

   Ka we dîtiye bê profesorekî Kurd navek bi dû xwe xistiye yan na? Haaaa, ma birastî profesorên Kurd hebûn? Dibe hebin, lê piranîya wan jî yan bi navê Tirk û yan jî bi navê Ereb û Eceman tên naskirin û qet fedî jî nakin.....Ax felekê te çima li me wa kir, ax......  

Z

s© lotikxane 2006