Hûn zanin, Tirk dibêjin:”Em ji Ergenekonê derketine rê û dêlegura bi navê Asenayê rêberîya me kiriye, em ji mirin û qirbûnê rizgar kirine”. Ji ber vê jî Tirk, dêlegura Asenayê wek dêya xwe dibînin û dibêjin:”Dînime îmanime em cewrikên Asenayê ne lan” û didin lotikan.
Werhasil, pisporên Tirkan kûçikek ji bajarê Sêwasê (Kangal) û dêlegurek ku hêsîr girtibûn û namûsa wê kiribûn pênc pere, bera ser hev dabûn û dêlegur avis mabû, zik lê bûbû me?k.
Pi?tî ku dêlegur za, mexlûqatek “nîv kûçik û nîv gur” jê re çêbû.
Îcar Tirkan çi nav li vî mexlûqatî kiribe ba? e gelî xwendevanan?
“Turk kurdu” ango “gurê Tirk”.
Di vê derbarê de Perwerdekarê Be?ê Bîyolojî yê Fakulteya Fen û Edebîtayê ya Zanîngeha Dumlupinarê Doç.Dr. Ahmet Selçûk Ozen, dibêje ku wan pi?tî xebatek ?e? salan, karekî pîroz kiriye û “gurê Tirk” afirandiye. Ozen herweha dibêje ku “?ikir ji xwedê re, êdî gurekî Tirkan jî heye. Çawa ku gurê Alman, gurê Kanadayê heye, êdî gurê Tirkan jî çêbûye ” û pesnê gurê Tirkan dide.
Ez serê we neê?înim, pi?tî sedê salan Tirkan dêlegura Asenayê afirandin û dayika xwe bi pa?ve anîn.
Birastî çima em Kurd navê gurên li çiyayên Kurdistanê nakin “gurên Kurd” yaw? Yan jî hirçên Kurd, keftarên Kurd, berazên Kurd, mi?kên Kurd filan û fîstan.
Ê min bi xwe ez hirço me, “hirçê Kurd”im cîgerno. Îcar hûn dibin çi ez nizanim…
Sêwas