Daxuyanîyek ji Sofî Xelef

sofixelefGelî sofî û mirîdên Lotikxanê, cîger û kezebno….

Berî bi çend rojan min bero?ek ?orba nîskê danîbû ser êgir û min go “ezê îro têr ?orbe bixwim”. Tu nabê mi?kê malê “mi?ko” bê destûra min dikeve bero?a ?orbê, têr ?orbe dixwe û pi?tre jî di nava ?orba min de dirrî û direve dikeve qula xwe.

Ê helbet haya min ji te?qela mi?k û provokasyona wî tunebû. Pi?tî min tasa xwe tije ?orba germ kir, min kevçîyek îzota no jî bera nav da, min pîvazek 500 gram ?ikenand, nanekî tenûrê danî ber xwe û ez ketim ser ?orbê.

Werhasil, bû firefira min û min di binê tasa ?orbê de bang da. Yabo seetek derbas nebû, qurequr bi zikê min ket, bû tirre tirra qûna min û min xwe nedît. Wek mirî?ka serjêkirî hat serê min. Tu nabê ez bi lotika mi?ko jehrî ketibûm û dinya wek zîzokê li dora min dizîzikî.

Ez serê we neê?înim, ez bêhi? ketime û haya kesekî jî ji min çênebûye. Pi?tî bêhna tirr û fisên min li taxê fûriyaye û çend kes pê gêjo-mêjo bûne, hinekan telefonî polîs û ambûlansê kirine û gotine:”Zûûûûû bilezînin, bêhna xaza kîmyewî ji mala Sofî Xelef tê”. Polîs û textor maske û rûdankên xazê dixin serê xwe, derî di?kînin û min radikin nexwe?xanê. Tam ez 15 rojan di nexwe?xanê de mam heta go jehra mi?ko ji zikê min derxistin û ez rehet bûm.

Axir, pi?tî ez hatim ser xwe û çûm dîwanxana Lotikxanê, general û ba?çawî?ên Lotikxanê xebera re? xistin destê min û gotin:”Me te terfî kiriye Sofî Xelef, tuyê biçî bajarê Qersê û bibî melle” û destên xwe li pi?ta min xistin.

Bajarê Qersê ha!

Sofî Xelef û melletîya bajarê Qersê kuro!?

Law ma we fikra min stendibû babam? Ez bi sofîtîya xwe razî me û qet naxwazim bibim melle, ma çima we ji min nepirsî? Ma demokrasî ev e qarda?im? Kî kare bi darê zorê sofîyekî wek min bike melle ha? Ma ez zarokê ber destê we me oxlim? Ma law ez û melletî?

Min her ti?t fahm kir, lê min helwesta porkura xaltîka Fatê fahm nekir gelî xwendevanan. Me bi salan nan û av bi hevre xwar û vexwar, me bi salan lotik û zîtirk bi hevre avêtin, ma law te çima pi?tgirî da helwesta general û ba?çawî?ên Lotikxanê kezîkurê!

Werhasilî kelam gelî xwendevanan.

Pi?tî min ev biryara qerase bihîst, min wek Sofî Xelef biryar da ku ez helwesta generalên Lotikxanê ?ermezar bikim û qûna wan dax bidim. Ji ber vê yekê, ez wek Sofî Xelef dikevim grêva birçîbûnê û naçim li bajarê Qersê melletîyê nakim.

Heta general û ba?çawî?ên Lotikxanê biryara xwe bi ?ûnde negrin û lêborînê ji min nexwazin, ezê birçîbûna xwe bidomînin û li ber xwe bidim.

Ezê tenê rojê tasek ?orba nîskê, pîvazek, nanekî tenûrê, galonek devê cemidî û termûzek çay û qehwe vexwim û xelas. Wekî din xwarin û vexwarin li min û dê û bavê min heram be….

Berxwedan jiyan e..

Sofî Xelef

About The Author

2 thoughts on “Daxuyanîyek ji Sofî Xelef

  1. Li ser garisè jindar sond u qesem yabo.komployek mezin li ber te heyi.gidi .bila pisikè mam celal bi Quta ewf mi§ka pickolè nam xerami yabo.ez xwulam sofi xelefè bè kes u sevi.behna tir u zirt u pirta Quna tè weki misk,ember bu yabo.mi dengè Quyna te ne bihist.gelo tu baruta spi kar anibu?tu zani reiscumhura me, mam ya§ar kaya bazda cu Hevlerè yabo. ji ber viè ,te dani Qarsè.aman ha tu ne Qerisi.kekè Remzi dil qet.de xeyrano ,tu ne qayili rociya te piroz bit.bes berxwedan jiyan.ne rasti.seroke erd u asuman dibeji,jiyan berxwedani.ma tu xaini?na yabo.bo te §iret .keliki bè deng bimini.ma gelo tu seroki?radio,tv,rojname,intirnet u li nav cematta.serok ji te gelek sil,tura,agniriyi.bala xwu bidi kek Ahmede ,qesra qenco yabo.Fatika delali ji re derket yabo.li ser bihna tir u fisa te sond u kesem.cend roj berè fatika delali li mitinga apociya digot.ez ne namusa sofi xelef ne ji bav u braye xwu me .mi bi caven serè xwu u herdu gohen xwu dittim u bihistim yabo.digot biji Neolitik azadi.apociyanra digot ,ez daxwuazim bibim Venus,afrodit,i§tar u ya star.digot, bimiri Ey§o,Fato.de yabo tu Tayyire 2 jina,ra beji.de xatira te.Nevroz piroz.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.