MA TU BI KÊRÎ ÇI TÊ?

 

Di serdemên Miradê çaran yê Siltanê Osmanîyan de, alkol û kê?ana ti?tên tevizandinê qedexe bûn û curmê wan jî daliqandin bû.

Rojek ji yên meha rojîyê, bekta?îyek û sineyek/sunî ji yên pêxwas bi hev re li cihek vedizî ?erabê vedixwin. Hinek kes wan dibînin û gilîyê wan dikin. Bekçî tên wan digirin û dibin hizûra dadger/qazî/qadî.

Dadger ifada yê sine digire û biryara daliqandinê dide. Dadger ifada yê bekta?î digire. Bekta?î dibê: “ Ez file/xiristîyan im û rojî li ser min ferz nîne”.

Dadger wî berdide. Lê dilê  bekta?î bi hevalê wî di?ewite û ji dadger re dibê:” Ez mirovek file me , heke ez niha e?heda xwe bînim û bibim misilman, tuyê hevalê min jî azad bikî?”

 Dadger hinekî difikire, hisabê bihi?t û heftê horîyan dike û dibê:” Erê”.

 Yê bekta?î ?ahda xwe tîne. Dadger jî hevalê wî azad dike.

Dema derdikevin der, yê sune xwe ji  bekta?î dixeyîdîne, bi ser wî de diqîre û dibê:

 “ Kuro tu çawa mirovî, ma tu ?erm û fedî nakî, li ser dînekî nasekinî, car dibî file car dibî misilman!”

Yê bekta?î dibê:” Kero, ez bûm file min serê xwe ji ben azad kir, ez bûm misilman min serê te ji ben azad kir. Lê ka tu li xwe binere, ma tu bi kêrî çi tê!”  

Îcar hinek mirov bi kêrî ti?tekî nayên û bi ser de jî zimandirêjî û hesûdîya kesên bikêrhatî jî dikin.

Gelo di nav Kurdan de çend hezar bikêrnehatî hene ku hezbelqeder bûne siyasetmedar, serok yan jî rêber hûn zanin?

De ka texmîn bikin…

About The Author