Dersim mabû ew jî dagîr kirin

Partîya Gur û Keftarên Tirkiyê, ango MHP a nîjadperest, li Dersimê ?axê xwe vekir û lotikek Tirkane avêt Dersimîyan. MHP a ku berî 1980î newêrîbû li Kurdistanê bêje ez heme, îro di piranîya bajar, qeza û gundên Kurdistanê de zîtirkên dêlika Asenayê davêje û dike ewte ewt. Êêêêêê, dinya hurrîyet e babam, ma çima em demokrasîyê ji Tirkiyê re dixwazin ne wilo!

Werhasilî kelam, hinek ji Dersimîyên me dibêjin “Xem nake babam, ev nî?ana demokrasîyê ye, ma MHP ne ji Ey?ika Ereb e, mafê wê jî heye li Dersimê bizûre” filan û fîstan.  Ê helbet canim, heger li deverek wek Nisêbîna Mêrdînê ala MHP pêl bide, çima wê li Dersimê pêl nede heyran? Heger ni Nisêbînê MHP nîna be, tew li Dersimê tirnîna ye.

Ez serê we neê?înim, erê di encama ?erê 30 salî de ti?tên ba? jî pêk hatin, lê evî ?erî MHP jî di Kurdistanê de bi cîh kir û ew kirin bela serê Kurdan.

Axir canim, wa AKP û BDP hevdu dîtin û silavek dan hev. Belkî hema demokrasîyek rasteqîn pêk bê ku ev gur û keftarên MHP jî bibin insan, rehma Kurdan têkeve dilê wan û dev ji Tirkayetîyê berdin û bibin Kurd, derbasî refê insanetîyê bibin.

De ya bi xêr…

Dersim

About The Author

One thought on “Dersim mabû ew jî dagîr kirin

  1. Lo di malên Dersimiyan de wêneyên Misto Kor tê dardekirin, min li metropolên Tirkan dît, ji gelekan jî bihîst.

    Kilicdaroglu chû Dersimê bi dehhezaran Kurdan xwe kirin qurban jê re. Dersimî bi navê nûjeniyê weleh jî bîlleh jî her tishtê dikin. Camêran bi nexweshiya Stockholm Sîndromê ketine, hez ji kujerên xwe dikin.

    Hemmmaa dîsa jî nabe ku mirov bo vê tishtê wan shermezar bike. Dibêjin „me daye avê ha li chokê ha li navê“. Em assîmîle bûne kekê min. Mala me mîrat kirine ezîzno. Welatê me hatiye dagirkirin, bindest in em.

    Na na, li deverên din jî shaxên MHPê yan CHPê tên vekirin, temam, xelk ne dilxwaz e, ji tirsan e. Lê li Dêrsimê azadî jî hebe CHP birrî devên wan de jî, ji bo wan Xwedê ye. Mirîdên Kemal in. Aha min got, dizanim dê gelek bêjin „werin pakij bikin, pisiyan têxin bin cilan, veshêrin“.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.