Siyasetek netewî tunebe, wê halê me jî ev hal be kaka

Wezîrê berê yê spor û ciwanan kekê me Taha Berwarî, ji Rûdawê re çend lotik avêtine der û dorê û toz û dûman bi ser serê hikûmeta başûr xistiye.

Li ser bexrê rojnama Rûdaw be, dibêjin canekem Berwarî gellek tiştên xweş gotine, lotikên germik û nermik avêtine û bal kişandiye ser „bêtifaqîya Kurdên derbeder û dîasporayê“.

Berwarî di derbarê hilbijartinên Swêdê de gotiye „ Gger rêxistinên fermî yên Kurdan li derve xwedî naverokek bihêz û organîzekirî bûna, dibe ku li Swêdê kar baştir bi rêve çûba û bi kêmanî 2 Kurdên din jî ketibûna parlamena wî welatî. Ev bêtirî salekê ye nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li bakûrê Ewrûpa tune, ji ber ku ”nûnertiya Swêd bûye beşa YNK’ê û wan hîn jî kesek destnîşan nekirine.”

Wey aferîn kaka!

Ê başe, ma PDK mirî yeş Em bêjin YNK sersar e û nûnertî hebe tunebe ne xema wê ye, ew tenê li berjewendîyên xwe difikire. Lê PDK? Çima PDK xwelîya heft gundan li serê xwe nake û li himber vê helwesta YNK bêdeng dimîne baba? Yan PDK jî heman tirşika YNK dixwe? Ma ev ne şirîkatîya guhenên YNK be naxwe çiye?

Werhasil, dibêjin canekem Berwarî dîsa ji Rûdawê re gotiye „ Ez bawerim xelkê Kurd li derve hurmetek taybet ji Hikûmeta Kurdistanê re heye, loma hikûmet kare rolek mezin di organîzekirina wan de bilîze. Ji bo mînak, civata Cuhûyan li gelek welatan heye û revenda wan girêdayî biryarên wê civatê ye. Baş dibe ku Kurd jî tiştekî wiha bikin ji bo ku di hilbijartinan de dengên wan belav nebin. Lê mixabin hikûmeta Kurdistanê heta niha siyasetek wê ya diyarkirî ji bo diasporayê tuneye kaka“ û çewal dixe serê hikûmeta Kurdistanê.

Aha rastîya kezebê di vir de ye kaka.

Çima siyasetek diyarkirî ya hikûmeta başûr tune?

Ji ber ku hikûmeta başûr siyasetek netewî nameşîne. Ji ber ku hikûmeta başûr tenê li berjewendîyên xwe difikire û wek cihûyan siyasetek netewî û Kurdistanî nameşîne. Ji ber ku hikûmeta başûr  tenê bi berçavka başûr li Kurdên din temaşe dike. Xwe wek hikûmeta Kurdistana mezin û temamê Kurdan nabîne. Ji ber ku hikûmeta başûr bi mejîyê „Soranekanim“ nêzîkî meselê dibe. Ji ber ku hikûmeta başûr xwe di qefesa başûr de teng kiriye, naxwaze wê qefesa teng bişkîne û bibe berdevkê her çar parçeyên Kurdistanê.

Ji ber ku, ji ber ku û bi sedan sedemên din…

Canekem Berwarî herweha gotiye „Di butçeya Kurdistanê ya îsal de nêzîkî 200 milyon Dolar ji bo şandina xwendekarên ji bo zanîngehên derveyî welêt hatine terxankirin. Niha nifşek me yê rûniştvanên derve heye ku li derve pêgehiştine û dikarin biçin Kurdistanê û sûd ji wan bê wergirtin. Pêwîste mekanîzmek hebe ji bo giringîyê bi wan bide, li şûna ku kesên biyanî ji welatên din tînin, ku ne zimanê me dizanin û ne îmkanên wan ên zanistî ji yên me zêdetir in. Tenê li Swêdê bêtirî 300 bijîşk û pisporên Kurd hene ku kar dikin. Madem wiha ye, çima nexweşên Kurdistanê biçin Urdin, Tirkiye, Sûriye û Îranê û pareyên zêde mezin lê xerc bikin“ filan û bêvan.

Li vir dîsa heman çîroka tunebûna siyaseta netewî derdikeve holê. Heta ku hikûmeta başûr û bi taybet jî PDK siyasetek Kurdistanî nemeşîne (ne siyasetek başûrî ha)  wê halê Kurdan her halê helawfiroşan be û emê xwelîya heft gundan bi serê xwe dakin.

200 milyon dolar ji bo şandina xwendekaran haş Peeeekkkkkk!

Law 200 milyon dolar bidin çend „teradînên“ Kurdên bakur, heger Tirkiye serûbinê hev nekirin ez bi tiştekî nizanim.

200 milyon dolar bidin çend lotikvanên Kurdên rojava, heger qûş li Sûriyê neqetandin dîsa ez bi tiştekî nizanim.

200 milyon dolar bidin Lotikxanê, heger me medya û çapemenîyek qerase nexist bin emrê PDK ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim.

200 milyon dolar bidin sîxurên Lotikxanê, heger ji CIA, MOSSAD, KGB, MÎT û ÎTÊ zêdetir kar nekirin ezê xiyarekî bi guhê vekim.

Û hezar quzilqurtên din….

Di dawîyê de kekê me Berwarî gotiye ”Min di wê demê de gelek fikrên bi vî awayî pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kirin, lê ji bo cîbicîkirina wan hikûmet ne xwedî siyasetek lêkolîner û çalak bû” filan û fîstan.

Her bijî!

Tu dixwazî ev daxwazên te pêk bên?

Aha kongreya PDK di 22 meha 11an de pêk tê. Here destê xwe li masê xe, guhê rêvebirên PDK bikşîne û bêje:

„Nabe kaka, êdî bes e! Yan emê siyasetek Kurdistanî bimeşînin û xwedî li heval, dost û hogirên xwe derkevin, yan jî divê em dev ji Kurdayetîyê berdin. Yan divê em Kurdistanî bin û medyayek Kurdistanî damezrînin, yan jî divê em wan nexşeyên Kurdistana gewre ji dîwarên xwe rakin, wan biçirînin. Yan divê em li ser rêbaza Barzanîyê nemir bimeşin û Kurdistanî bin, yan jî divê em lingê xwe li satila şîr xin û birjînin erdê“ û bi sedan sedemên din…

Werhasilî kelam, min serê we êşand û kir wek dahola şemoyê mitirb.

Henek menek li alîyekî, lê rastî tehl e kaka. Ez bawerim heger bi taybet PDK ji rêbaza Barzanîyê nemir bi dûr neketa û siyasetek Kurdistanî bimeşanda, niha wê halê me Kurdên din ne halê helawfiroşan ba. Heger PDK xwe xwedîyê Kurdistana mezin bidîta, wê meydan ji çeqel, gur û keftaran re nehişta.

Ez behsa PDK dikim canekem.

Çima PDK?

Ji ber ku herkes li ser mirîyê xwe digrî…

Rêz û silav kaka

 

About The Author