Welatê hevberdanê

 

Hindik maye, bi xêr û selamet çend salên din wê kesekî zewicî li ba?ûrê Kurdistanê nemîne û wê Kurd jî bi xêra “?ore?a hevberdanê” têkevin pirtûka Guînness a rekoran.

Li ser bextê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê be, dibêjin tenê di ?e? mehên îsal de 3 hezar û 533 bûyerên telaq û hevberdanê (2 hezar û 274 telaq, hezar û 259 berdan) li dadgehên herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Di sala 2008an de 3 hezar û 663 bûyerên telaq û hevberdanê hebûn, herwiha sala borî jî 4 hezar û 237 bûyer qewimîbûn.

Li gor ku Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê radigandiye, rêjeya telaq û hevberdanê li ba?ûrê Kurdistanê zêde dibe.

Wey li ser xêrê be rebbî!

Lê sedemên hevberdanê çi ne hûn zanin gelî xwendevanan?

1-     Jin malek serbixwe dixwazin, naxwazin pitepit û zimandirêjîya xesûyê bik?înin.

2-    Kesên dizewicin tenê ji bo lotikên seksê dizewicin, ne bi dilê xwe, yan bi evînek rasteqîn ji hev hez nakin. Tenê dixwazin hevdu binermijînin û kurmên xwe bi?kînin.

3-    Xort bê derfet û mefer in. Zêde nikarin daxwazên jina xwe bi cîh bînin. Jin ti?tên zêdeyî qiweta xortan dixwazin. Dixwazin wek jinên dewlemendan di koçk û serayan de bijîn, bibin banû û ?ahbanû. Helbet ev jî ji qûna xortan nayê.

4-    Herdu alî jî ji alî seks û lotikan de ji hev re  sar in, hevdu wek tenûrê germ nakin. Ji ber vê jî, îxanetê li hev dikin û çewalan dixin serê hev.

5-    Rêzeflîmên biyanî qû?ê li wan diqetîne. Hingî li rêzeflîmên Tirk û Erebên qûnre? dinerin, mêr û jin li ber çavên hev re? dibin û dixwazin jiyanek wek jiyana di wan rêzeflîman de bijîn.

6-    Bikaranîna telefonên mobîl û înternetê. Herdu alî bi telefon û înternetê ji xwe re xiyar û bacanên din dibînin û têr tir?ik dixwin.

Werrhasilî kelam, li ba?ûrê Kurdistanê di çend mehên îsal de 3 hezar û 533 bûyerên telaq û hevberdanê çêbûne. Ma ev ne rekor be naxwe çi ye? Rekor e baba rekor!

Ê law hey xwedênehi?tino, madem hûn bi kêrî lotikên zewacê nayên, çima hûn namûsa hevdu dikin pênc pere û xwe jî û Kurdan jî rezîl dikin kaka? Ma hûn ji bavê xwe jî fedî nakin?

Duhok

About The Author