Law ev pere çi dike û çi nake. Belasebeb negotine „pere dikute mere“ ellawekîl. Ma ku ne ji perên wî bûya, wê Crystal Harris a 24 salî bi Hugh Hefner ê 84 salî re bizewicîya? Dikeve serê we?
Xwedî û serokê kovara „Playboy“ê Hugh Hefner ê 84 salî, dixwaze cara sêyem bizewice. Hugh Hefner ê ku fî?ek di kele?kofa wî de nemane û heger çend lib mabin jî hinek ji wan qelp dikin, bi lotikvana kovara xwe Crystal Harris a 24 salî re nî?an bû û bûn dergistîyên hev.
Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, heger ne ji dewlemendî û perên Hugh Hefner efendî bûya, wê karxezala Crystal Harris a 24 salî ew kalêmêr bera ser xwe dabûya? Ma law jnika 24 salî ji ku bi lotikên kalekî 84 salî têr dixwe? Ma go yekî wek min harûdîn nekeve ser dilê wê û wê nenermijîne, wê rebenê Hugh Hefner çi xwelîyê li serê xwe û wê rebenê bike.
Amerîka



Mêrên bindest doza azadîya jinê dikin
Ji civata me
We bi xiyanetkarî pêşeroja me tarî kir!