Îcar belkî karibin xwe bilivînin

Heger em KCK û BDP ji nav derxin, piranîya partîyên din wek generalên bê esker in. Çawî?, ba?çawî? û generalên wan pir in, lê eskerên wan bi tiliyan tên hejmartin. Ê ma ?ore? bê esker dibe? Nabe. Tenê bi çawî? û generalan ?ore? naçe serî. Himal û barkê?ên ?ore?ê esker in, xort û ciwan in. Yan na, bi kalemêr û bi kele?kofên kevnar û zingargirtî ne ?ore? li dar dikeve, ne jî kes ji meriv ditirse.

Axir, mesela me li ser partîya HAK-PAR û Komisyona Ciwanan bû.

Li ser bextê pêxwas û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin generalên HAK-PARê gihane wê bawerîyê ku ?ore? bê xort û ciwan naçe serî. Ji ber vê jî, rabûne dest avêtine xort û ciwanan, bi qerpika stuyê wan girtine,  ji 12 lotikvanan Komisyona Ciwanan a HAK-PARê damezirandine û taca serokatîyê jî dane kekê me Omer Ekmen.

Wey li ser xêrê be rebbî!

Haydê xortino, haydê eskerno, vê tirrê ji kele?kofên zingargirtî re nehêlin û serê hefsêr têxin destê xwe qurban, yallaaaaaa, herne pê?!

Amed

About The Author