Xewn û xeyalên her kesî dixemilîne

Xanima ji tenûrê germtir, delala ?ekirlêvî, xezala awirkuj, bejinzirava wek dara spîndarê Alyssa Mîller, di xewn û xeyala her xort û mêrî de ye. Li gora lêkolînekê, piranîya zilamên...

Xanima ji tenûrê germtir, delala ?ekirlêvî, xezala awirkuj, bejinzirava wek dara spîndarê Alyssa Mîller, di xewn û xeyala her xort û mêrî de ye.

Li gora lêkolînekê, piranîya zilamên ku be?darî lêkolîn û anketê bûne,  keserek ?ikandine û gotine ku Alyssa Mîller horîya xewn û xeyalên wan e.

Dîsa li gora lêkolînekê, maç û ramûsanên Alyssa Mîller ji zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî û Efrînê, ji dimsa Torê, ji tirî û mewîjên Omerya, ji tûtina Bedlîsê, ji penîrê sîrik ê Colemêrgê, ji sêvên Meletê, ji mirî?k û elokên Silêmanîyê, ji tir?ika Entabê û ji ecîn û îsotên Ruhayê jî xwe?tir û lezîztir in. Tew ji xwe bêhna sîng  û berên wê ji misk û embera Hind û Erebistanê, ji bêhna gul û beybûnên çiyayên Kurdistanê û ji tirr û fisên xalê me Qeddafî jî xwe?tir û bêhndartir e.

Û lotikên wê?

Dibêjin her lotikek wê 10 qatî ji lotikên ker û qantiran ?idyayîtir û bi hinertir in. Kesên ku têkevin ber xezeba lotikên wê û ?evek ji ?evên buhar û zivistanê pê re bibuhurîne, mirin jê re tune, wek ku xwe di ava zemzem de ?û?tibe dibe wek xortekî 14-15 salî.

Ez serê we neê?înim, Alyssa Mîller horîya xewn û xeyalên her zilamî ye. Xwezî bi wê roja ku ew xewn û xeyal bibin rastî û serê me herduwan biçe ser balîfekê..

Ma emê çi tofan û babelîskan bînin serê hev peekkkkkkkk!

Bi namûs emê bi lotik û zîtirkan xwe ji Tsûnamî û zelzela Japonyayê xerabtir dinyayê bihejînin lo…

Amerîka

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Barzan
    18 März 2011 at 23:22

    Gidi,gidi Hesene Almas.yabo tu §airi?edib u niviskari?ya tu bi serè kirè xwu di§eviri?ya tu Exmede Xaniyi,li xwu nav bediliyi?tu bi behnà bihar.reng u xemla Newrozè,bazdokè xuriyè bixu§ta Hessen Sabbah aniyi ziman.tu tabib u lokman xekim,delalè xemla Newroz u dermanè dil u bedenà nexwo§ani.ji keramà xwu xanim MILLER u pesnà xwu bi§ini xozana 80 sali heval BRADER,a por spi.xweli li ser ZINE u SITI.ez bawerim MEME MIR ALAN xanim Miller nedit.bla mulkà Erdalan bi tapo u sennet li pe§ke§ bikita.gidi ma li ba kurdan ji kir heja u bi kiymet ci heyi?Xwezi DERWE§è ABDI xanim Miller bidita.tacà Belkis u texta solman bo te bibiti leylanè.

  • Zana
    20 März 2011 at 16:26

    Xem u xeyalê tu ez revandim
    çol u belana tu ez gerandim
    Bayê Avîna tu ez hejandim

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...