Komara Tirkiyê xwendegehên (dibistan) bi ?evborîn (Yat?l? okul) li herêma Kurdistanê ava kirin ku zarokên Kurdan asîmîle bikin. Ji wan zarokan du bira jî hebûn, yek Haco yek Quto bû. Herdu bira ji xwendegehê revîbûn, fîrar kiribûn, bê destûr çûbûn gundê xwe. Bavê wan Xelîl çend roj ?ûnda bi çepilê wan girtibû û anîbû.
Xelîl bi nîv Tirkîya xwe ji serkarê (mudur) xwendegehê re wuha got:
“ Mudur beg mudur beg, bi qebra bavê te Haco û Quto ex?am qaç, sebah ben getir “. Xwedêgiravî dibê “serkar beg, Haco û Quto êvarê revîne min sibê anîye “.
Serkar zivirî ser Haco û Quto, pirs kir çima revî ne?
Haco got: “ Êretmen, wele Heso aldi ta?i vurdi Quto’nun ba?i, ba?i qirç dêdi, cêbini toldirdi, biz hema qaçti (Mamostê min, weleh Heso kevir hilda li serê Quto xist, xwînê bêrîka wî tije kir, lewma em revîyan)”
Êêê hela ev ji nezanîyê bû wilo dipeyivîn, lê yên bi zanatî zimanê Kurdî di lewitînin dikin ?ildim-bildim, ka mirov nizane ji wan re çi bêje !?
Keçikên Kurda îcar devê xwe biçûk dikin, kubar kubar ji Tirka Tirktir Tirkî di axivin, xortên Kurda jî hest û ramanê xwe bi Tirkîyek zelal û fonetik tînin zimên.
Wexta dev diavêjin Kurdîyê “gelmi? kir-etmi? kir-yapmi? kir-oynami? kir” nizam kîjan qizulqurt ji devê wan kêm nabe!..Îcar rabûne bi vê pergalê bi Tirkî çalakîya zimanê Kurdî dikin!
Hema ez duayekê bikim hûn bibêjin “amîn” û bes: “ Bila ji me dûr bin û nêzîkî Tirka bin, li hev bimbarek bin ku Kurdîhezan bi xwe re nekin ?îrheram “.
Bi kurtasî ez vê tenê bêjim. Îcar hûn çi nifiran li wan dikin ez nizanim..
Kurdistan