Quzê Iraq, gunê Iraq û kîrê Iraq?

Rojekê Kurdekî bakurî û Kurdekî başûrî li hev rûdinên û sohbetê dikin. Yê başûrî ji yê bakurî re dibêje: -Kaka ciyan, ev Tirk çima ji başûrê Kurdistanê re dibêjin...

Rojekê Kurdekî bakurî û Kurdekî başûrî li hev rûdinên û sohbetê dikin. Yê başûrî ji yê bakurî re dibêje:

-Kaka ciyan, ev Tirk çima ji başûrê Kurdistanê re dibêjin “Quzê Iraq” kaka? Ma em quzê Iraqê ne navê quz bi dû me dixin? Ev segbav bo çi behsa “Quzê Iraq” dikin canekem?

Yê bakurî ji kenan girêz ji devê wî diherike û dibê:

-Kaka, “Quzê Iraq” ango “Bakurê Iraq” e. Lê “Gunê Iraq” jî heye?

-Çiiiiiii? Ma “Gunê Iraq” jî heye kaka?

-Erê erê, hahahahahahahha, Quzê Iraq hebe çima wê Gunê Iraq jî tunebe canekem!

-Siphan allaaaaaaa, îcar Gunê Iraq kuderê ye kaka?

-Ew jî Başûrê Iraqê ye..

-Ê baş e ruhekem, em “Quzê Iraq” in, Erebên Başûr jî “Gunê Iraq” in, îcar kî “Kîrê Iraq” e kaka?

Yê bakurî dîsa dibe tîqe tîqa wî dikene û bersivê dide:

Tirkiye, Îran û Sûrî jî “Kîrê Iraqê” ne kaka!

-Çiiiiii? Çawa “Kîrê Iraq” in kaka?

-Ji ber Tirkiye destê xwe, Îran lingê xwe, Sûrîye jî tilî û pêçîyên xwe dixin Iraqê, desttêwerdanan tê de dikin, alozîyan tê de çêdikin. Ew jî “Kîrê Iraqê” ne.

Yê başûrî hinekî diponije, difikire û dibê:

-Bi sê telaqên jinberdanê rast e. Ew segbav, Tirk, Ereb û Ecem bi kîr û gunê xwe nahêlin quzê me bi azadî bijî kaka.

Îcar ji alîyekî Tirkiye, ji alîyekî Îran û ji alîyê din jî Sûrîye bi her awayî desttêwerdanan di ba?ûrê Kurdistanê de, di “Quzê Iraqê” de dikin û bi navê reform û serhildanan Kurdekanên me bera hev didin. Îcar emê kengî kîrê wan dolheraman ji Quzê Iraqê derxin ez jî nizanim kaka….

(Quzê Iraq – Kûzey Irak- Gunê Iraq – Guney Irak)

Hewlêr

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Kurdewar
    10 April 2011 at 11:27

    Ne Tirk tenê bi zanatî rêxistinên ser erd û bin erd jî wê derê re dibêjin ‘ Kuzey Irak’ devê wan venagere ku bibêjin herêma Kurdistanê.
    Kê/kî çi dibê bila bibê navê Kurdistanê wek çîyayê Hîmalayê êdî bi her kesî ve tê nas kirin ev jî bese lo

  • kemal botan
    10 April 2011 at 12:42

    seroke kurden dinya u axirete dikaribe kire wa j? quze irake derxini bele aligire heri bilind ji goran re pkk ye ev berçave u ye ku li kurdistana azad iro ve tir?ike re bibe xiyar ew ixanete u we rojeke hesab bide gele kurd

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...