Li gund zilamek dimre. Tu kesê ku pere deyn nedanê tune ye. Rehmetî deyndarê hemû gundiyan e. Dema dimre, destê wî yê rastê li ser dilê wî ye û destê wî yê çepê jî li ser kîr û gunê wî ye.

Hemû gundî li dora meytê wî dicivin û bi baldarî lê dinêrin, lê dikin û nakin tênagihên bê ka ji bo çi destekî wî li ser dilê wî û destê din jî li ser kîr û gunê wî ye…

Didin pê hev û diherin mizgeftê cem melê.

Ji Melê re ta bi derziyê vedikin û Mele jî dide pê wan û tên ser meyt.

Mele destê xwe dide ber devê xwe, li dora meyt dihere û tê û difikire û hey difikire. Lê ew jî li rew?ê dimîne ?a? û matmayî.

Ji cimhetê re dibê, “Ji kerema xwe nîv saetekê bêhna xwe j imin re fireh bikin, ez ê fêhm bikim”

Pi?tî nîv saetê Mele tê û ji wan re rew?a meyt ?îrove dike, dibê, “Destê wî yê rastê li ser dilê wî ye, xwestiye bibêje ez deyndarê we me. Destê wî yê çepê jî li ser kîr û gunê wî ye, ev jî tê vê wateyê, dibêje, we pê girt”

About The Author