Li bajarekî Tirko em qeflek hevalên hembajarî çûbûn nêçîra kêvroşkan. Piştî nêçîrê em birçî bibûn, hevalên me ji şivan kavirek kirîbûn û ser jê kiribûn. Li ser kanîyê em kombûn ji bo xwarinê. Şivan jî li tenişta me pezê xwe diçêrand. Wexta goşt pijîya hevalê me Basrî, şîşikek tijî goşt kire nav perçek nan û da şivan. Şivan gelek dilxweş bû.
Basrî gelek henekvan bû, hevalê me yê dî hecî Hiseyîn nîşan da û ji şivan re got “ Biner ev hevalê me bê jin e, hevjina wî çû rehmetê .“
Şivan got “ Xwedê rehma xwe lê bike.”
Basrî got “ Waye kerên te mê ne, ku destûra te hebe bela ev heval di kera te ne.”
Şivan got “ Welehîn ez destûr nadim, ma qey ez bênamûs im lo.“
Basrî got “ Malnexerab, ma wê çi bibe, ker nabe namûs, bela heval hewceyîya xwe bi cîh bîne tuyê bibî xwedî xêrê lo. “
Şivan hinekî fikirî û got “ Madem ku rewş wilo ye, bela di kera di ne, ew ker ya axê ye. “
Em bi vê henekê bi kena ji xwe ve çûn werhasil…
Hûn yeqîn bikin (bawer bikin) îro gelek Kurd wek wî şivanê nezan ker ji xwe re kirine namûs û ji bo keran kokê li xwe diqelînin. Ku ker kera axê be, yekcar hevûdu kokbirî dikin. Namûs axa pîroz Kurdistan e, nirxên netewî ne û rizgarkirina gel e ez heyran…
Kurdistan
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye