Qaşo misliman in!

Erê ez vê dibêjim ji ber ew misilmanê ku rêzê ji netewa min re negre û ji bo sirûda gelê min ranebe rêzê û ji ya Îran û Tikan re rêzê bigre, ew di îslamê de munafiq kurê munafiqa ye û di Kurdîtiyê de jî kew kurê  kewa ye.

Werin vê Ecêbê, qaşo tirekan misilman in, misilmantiya we serê we bixwe û em Kurd ji we û mislimantiya we li ba xwedê û pêvxember bêrî ne.

Weleh, bileh û tileh, ev sofiyê Xumênî ne û tenê dixebitin ji bo Kurdan tarûmar bikin û mala bavê Kurdan xera bikin. Yê ku rêz ji netewa te re negre ma ji vê û pêde çiye?

Li ser bextê rojnameya Rudawê be, dibêjin roja 11.02.2012 an li hola Midya a Hewlêrê salvegera 33 mîn a şoreşa meleyên Îranê hat lidarxistin. Tew lêlê,  Selhedînko kir tir ma dora we  sofiyên xumeynî !

Dibêjin gava sirûda Îranê hat xwendin, Sekretêriya Komeleya Îslamî rabû serpiya, te digot belkî heykeleke li wir aleh wekîl, siq sekinî man, lê gava ya 40 melyon Kurd hat xwendin, fisekan di cihê xwe de man, ranebûn û rêz ji miletê Kurd re negirtin.

Îca belkî rojekê dem û dewir bigre û ev heramzad bixwazin rêvebirîya gelê Kurd bikin. Wê çaxê emê vê helwesta wan li dev û çavên wan bixin.

Me pirsî çima we wa kir qeşmerno? Gotin: „Me berê jî ev sirûd nepijirandiye, ma Kurd tenê li Kurdistanê hene?“

Hele hele mencolê, ma hey heramzadno, ma Tirk tenê li Tirkiyê hene? Ma Faris tenê li Îranê hene? Ma hûn korin yan jî meleyan tifî çavê we kirye!

Welah ev ji dijminan jî xetertir in, haya we ji van hebe. Li me gotin qurban, îca hûn bi kêfa xwe ne.

About The Author