Nirxê xwe neke nirxên me xalê Osman

Çima ku di Newroza Amedê de ala Tirko nehatiye daliqandin, Kasimpaşalî Receb û çawîşên wî rabûne ser tapanan û rexne li çawîş, başçawîş û çaycîyên PKK û BDP digirin.

Xwedê heye, mafê Kasimpaşalî Receb jî heye ha.

osman_baydemir

Madem êdî we dev ji Kurdistanek serbixwe berdaye û hûn dewletbûnê ji Kurdên xwelîliser re heram dibînin, madem êdî armanca we demokratîkkirina Tirko cimhûrîyetî ye, çima hûn ala xalanên xwe danaliqînin babam? Ma hûn henekên xwe bi Tirko qardaşlarên me dikin he? Ma ev karê zaroka ye cîgerim? Êdî wan terîşk merîşkkên kesk û sor û zer bavêjin û wê ala ku bi xwîna Kurdan sor bûye, wê ala „Ay-Yildiz“ li malên xwe daliqînin û li serê xwe bipêçin. Madem hûn parêzerên yekîtî û sînorên demoqratîk Tirkîyê cimhûrîyetî ne, „Îstîqlal marşî“ jî bixwînin û „Tirk im, rast im, çeqilmast im“ jî bixwînin.

Axir, di vê derbarê de şaredarê Diyarbekirê, xalê cilêtçî û esrarkêşên Xançepekê xalê me Osman Baydemîr, lotikek çeqilmastkî avêt û got: „ Binerin cîgerim, ala Tirko nirxê me yê hevbeş e. Hûn ji kîjan Kurdî bipirsin ew vê alê wek nirxek netewî dibîne“ û xwe kir qurban û heyranê ala Tirko.

Yaw xalê Osê, ji kerema xwe, bi xêra dê û bavê xwe, li ser navê 25 milyon Kurdên bakur neaxive û wê ala ku wek navik û zîlika zebeşê Diyarbekirê sor e, bi Kurdan şîrîn meke babam.

Hema ez yek ji 25 milyon Kurd im û wê quzilqurta ala te wek nirxek netewî qebûl nakim.

Wê toqa naletê nexin stuyê temamê Kurdan kezeb.

Amed

About The Author

6 thoughts on “Nirxê xwe neke nirxên me xalê Osman

  1. ez jî wê alê qeqûl nakim ha em bûn didu!!!
    Yê ku ev ala qebûl dike ker e û bêaqil e, bila ew navên xwe bikin tirk û belaya xwe li serê me rakin.

  2. Dujminan her dem kurd li diji kurdan bikar anine. Gava ku basqan Evdula li Imrali girti pêskêsiya xale Osê bike û Ew ji ya me bike wê halê mi her bi vi awayi be. Gotinek bav û kalan heye. Gotin wehaye.“Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro“. Divê kurd ji iro pede bi vi awayi bibêjin:Qenc kiro bi xwe kro, xerab kiro bi kurda kiro. Ma av cara cenda ye ku kurd pelûla germ bi serê xwe dadikin. „Ev Lêlê ye hin lolo maye“! Wuya ye ku ala tirko bi wan sêrin bû ye. Birayê min! Ew al li we bimbarek be! Ê me ji ala kesk,sor û zer li me bimbarek be.Xêr li riya we be!
    Vaye em bûn sesê!

  3. Wîîîîî! Osmane me vê jarê xwe de rît! Bu Tirk çû! Pîîîî me disa dikin Tirk! Ala Tirko bişewîte! Disa sere me dixapinin! Disa me dinin! Disa Tirko Kurdo dine! Eva edî buye para me!

  4. Tirko de bese da! Bexte te me! Te kuna me dirand! Te diya me gistikan kurdan teniyaye! de bese da! Tirko te me peritand! te kuze diya me niya ye ! eee bese!

  5. Xwezi car Besikci yên me kurdan hebana! Lê sed mixabin tunene. ´Loma ji basqan dibe Mandelayê me. Xweli li serê me kurdan be!!! Besikci tu keseki binamûs e! Xwezi tu kurd bûya, bila tayê krês li min tune ba û ez tazi û birci bû ma!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.