Xweziyên General Mistefa Barzanî!

( 14. 03. 1903 Barzan – 01. 03. 1979 Waşington D.C ) 

Li adarê hat dinê û li adarê jî wefat kir. 76 sal…, salên ku piraniya wan di nexweşî, awareyî û şerê bi dijminên dagîrker re derbas bûn. Bi navê wî re: şoreş, komara Kurdistan, Barzan, dilê Kurdistanê Kerkûk, Pêşewa Qazî Mihemed, Mehabad, peymana Adarê, Erwendrûd, Elcezîre, Pêşmerge, mêranî, wefadarî, şervanî û berxwedan tên bîra me. Ew bi serê xwe lîstikvanê herî mêrxasê qonaxeke dîroka me ya azadîxwaziyê bû. Qehremanê ku îro jî wek rêberekî “efsaneyî“ cihê xwe yê pîroz di nava dilê feqîr û hejarên civakê da parastiye. Aşiqê mal û menalê dinê nebû, ji koşk û kursiya êqtidarê jî hez nedikir, lê evîndarê çiya û jiyana di nava şikeft û bin kevrên Kurdistanê bû. Ew mîna doxtorekî li pey peydakirina dermanê rizgariya Kurd û Kurdistanê bû. Xwe ji gel bilindtir nedidît û civaka xwe baş nas dikir. 

Belkî di dîrokê da bêtir ji her kesî navê sê kesayetiyên Kurd hatiye bihîstin: Selahedînê Eyyûbî, Mistefa Barzanî û Ebdulah Öcalan. Selahedîn bi şrtên dema xwe re ne ji bo doza Kurdistanê, lê Barzanî û Öcalan ji nava dilê civakek Kurdewarî rabûn û xwe ji êş û elemên gel cuda nekirin. 

Barzanî hê sê salî bû ku bi Mehbûbe xanima dayika xwe re ket girtîgeha Mûsilê. Hemû xweşiyên jiyana wî tenê sê salên destpêka jiyanê bûn. Çimkî nuciwanî û ciwaniya wî di nava şer û serhildanê da derbas bûn. Nîşanên jîrî, mêrxasî û şervaniyê zû di rabûn-rûniştinên wî da eşkere bûn. Hê 17-18 salî bû ku wek fermandarekî şerê çekdarî liyaqeta xwe ji dost û dijminan re îspat kir.

Carekê ji hêla nemir Şêx Ehmedê Barzanî ve diçe seredana lîderê navdar Simkoyê Şikak ku hingî ji destê dewleta Îranê derbasî başûr û wek penaber li herêma Barzan dijî. Demekê Simko pê re diaxive û piştî ku xatra xwe ji hev dixwazin, ji kesên derdora xwe re wiha dibêje:“ Ger sed ciwanên wiha bi min re hebûna û li dijî dijmin şer bikirana, minê hemû Kurdistan rizgar bikira…“ 

Wî ji karê Kurdîniyê re sinor nas nedikrin. Geh li bakur, geh li başûr û carna jî li rojhilatê Kurdistanê bû. Di çaxê pêkhatina komara Kurdistan(Mehabad 22.01.1946)ê da li kêleka Pêşewa Qazî bû. Wek dîwarekî hesinîn li hemberî hêrişên artêşa Pehlewî sekinî. Dema generalên artêşa Îranê dizanîn ku li hemberî wan “şervanên Barzanî” hene, êdî ji tirsê ziravê wan diqetiya. Axa, caş û begên xayîn jî ji tirsa wan nediwêran li hemberî komarê şer bikin. Çimkî çend cara ji aliyê Barzanî ve hatibûn tenbîh kirin. Ji ber van sifetên bilind û mêrxasiyên kêmnimune Mistefa Barzanî ji hêla Pêşewa Qazî vê bû xwediyê pileya generaliyê. Pileya ku Barzanî heya dawiya jiyana xwe pêre serfiraz bû. 

Ji bîra dîrokê neçûye ku meşa General Barzanî û 502 şervanên wî a ber bi Sovyetê ve çawa û di çi şert û mercan da bidawî bû. Her sê dewletên dagirker hemû îmkanên xwe yên şer xistin gerê ku wî bigirin an jî bikujin, lê hêvî û berxwedana wan hemû pilanên general, padşah û dewletên dagirker vala derxistin. 

Van salên dawiyê dewleta Îranê hinek Kurdên xayîn û xwefiroş xistin dewirê ku bi gotinên bêbelge û bingeh navê qehremanên mîna Barzanî û Qazî xera bikin. Kesên mîna Irfan Qanîferd bi hevkariya êtlaata Îranê dixwazin vê derewê di nava Kurdan da belav bikin ku dijberîyên fikrî-siyasî di navbera du rêberên Kurd ( Barzanî û Qazî Mihemed ) da hebûne. Lê ne kesên mîna Reşîd Yasemî karîn me bikene Fars û ne jî cehşikên mîna Irfan Qanîferd dikarin bi karên wiha re nav û keda rêberên me yên bizava azadîxwaziyê xera bikin. Ji kesên wiha re tenê rûreşî dîmîne û bes. 

General Barzanî aşiqê Kerkûkê bû. Li ba wî “Kerkûk dilê Kurdistanê” bû û ji bona wê jî herdem wiha digot:” Li ser xwîna min şer germ nekin, li ser Kerkûkê şer bikin”. Ji ber wê jî di peymana 11ê Adara 1974an da şertê wî yê esasî ketina Kerkûkê bo nava sinorên herêma otonom bû, lê Baasîyên cinayetkar tenê li pey derfetekê bûn ku dîsa rûçikê xwe yê gemar eşkera bikin. Li Hacî Omiran pilana terora wî danîn, lê bi ser neketin. 

Destkeftên kar û xebata general Barzanî gelekin, lê yên girîng evin:

1.      Zindîmayîna “hissên millî” û “şexsiyeta netewî” li cem Kurda û biserneketina siyaseta asîmîlasyonê li başûrê Kurdistanê.

2.      Kurdistanîbûna nasnama Kerkûkê û herêmên din yên weke Xaneqîn û Mûsil.

3.      Bi fêrmî naskirina zimanê Kurdî li Îraqê û cî bi cîkirina madeya destûrî di zagûna bingehîna welat da ku tê de Îraqê wek welatê Kurd û Ereba dide naskirin. 

Wî bi “şerên efsaneyî” dersên nejibîrkirî dane înkargerên Kurd û Kurdistanê.

 Ji bîr nekin em tenê dikarin bi “bîr û ramanên Kurdistanî” û di bin “ala yekîtiyek netewî” da bigehin hemû daxwazên qehremanên xwe yên millî. 

Di roja îro da xwezîya herî mezin ewe ku partî û rêberên Kurda yên ku niha di qada xebata siyasî da ne, ji bo cî bi cîkirina xewnên Barzaniyê mezin karekî bikin. Gelo ewê bikarîbin ji van derfetên zêrîn sûdê bistînin an yê dîsa jî dîroka me dubare û dehbare bibe?!

Werin em bi yekîtî û hevalbendiya xwe: xwezî û xewnên Ehmedê Xanî, Mîrê Botan, Şêx Ubeydulahê Nehirî, Şêx Seîdê Pîran, Generan Ihsan Nûrîpaşa, Şêx Mehmud Berzencî, Simkoyê Şikak, Şêx Ehmedê Barzanî, Seyîd Riza Dêrsimî, Qedemxêra Lek, Pêwşewa Qazî, Mazlum Dogan, fermandar Egîd, Cegerxwîn, Hêmin Mukriyanî û hemû şehîdên doza Kurdistanê bînin cî.

Ji  Nûkurd ê hatiye dizîn

About The Author