Kî dibê Kurd li ala xwe xwedî dernakevin?

Belê, kî dibê Kurdên bakur li ala xwe xwedî dernakevin babam? Bi dîn û îman, kî dibêje vir û derewan dike. Ma law herkes ne Apocî û Xalocî ne, helbet Kalocî û Lotikxanecî jî hene wî, ma kesekî bê dîn û îman heye, na.

Axir, sîxur û dostên Partî Demokratî Lotikxane, çend keç û xortên kezebşewitî, di Newroza Amedê de ala rengîn hildan û ev tirr ji hinek derûdoran re nehiştin. Helbet rêz û hurmeta me ji al û nîşana hemû rêxistin û partîyan re heye. Lê ciyê ala rengîn, ciyê emanetê şehîdên Hoybûnê, emanetê Mistefa Barzanî û Qadî Mihemed cuda ye. Ev ala ku nîşana hebûna Kurd û Kurdistanê ye, divê di her qad û holê de bê hildan û ev tirr ji dijminên milletê Kurd re neyê hiştin.

Em wek xebatkarên eşîreta Lotikxanê helwesta keç û xortên xwe pîroz dikin, çavên wan radimîsin û lotikên xurt ji wan re hêvî dikin.

About The Author