KEMALE EV ÇI HAL E !

 Mamosteyekî Zanîngeha Wanê Murad Oto xwedêgiravê di arşîva TRT ya dewletê de stranek bi Kurdî li ser Misto Kemalê bapîrê Tirkoleran dîtiye. Ev stran  di sala 1967’ de hatiye tomarkirin. Ev stran li navçeya Wanê Payîzava yê (Gurpinar) gundîyekî nav Semut hatiye nivîsandin, Elî û kurapê xwe Babacan stran xwendine. Ez ne bawerim ev Kurd bin, hebe tunebe ev dewşirmeyên Balkanî bin anîbin li vir bi cîh kiribin. Stran bi tenê hema dibê “ Kemale Kemale were lê lê “ Di stranê de tu hest û watedar tiştek tune.

Ez difikirim ev ji serî heta binî derew e û bi armancek xirab li hev anîne, hûnandine ku Kurdan bi xapînin. Ku tiştekî wilo heba niha zû da stranbêjên Kurd yên şîrheram, cehş bi deng kiribûn ne wilo?

     Başqanê ser erd û bin erd li girava Îmralîyê ewqas pesnê Misto bide emê hîna gelek tiştên ecêp bibînin elawekîl. Dibe ku sibê pelikek jî derxin holê bibêjin “Misto ji bo Kurdan nizam çi qizilqurt jî xwestiye” filan fêşmekan . Heçê kesên di çemê  Kemalîzmê de avjenîyê bikin, miheqeq wê rojekê serê xwe li zinarekî bixin cîgerimmm.

About The Author