Wek hûn zanin, îro di mijara Tirkiyê de mesela “kurtaj” ê (jiberxwebirin) heye. Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Kasimpaşalî Erdogan di vê derbarê de gotibû “Kurtaj cînayet e, ji bo kêmkirina nifûsa Tirkiyê planek veşartî ye” û dabû navê.
Hem li Tirkiyê û hem jî li derve ev mijar û gotinên Kasimpaşalî Receb pir hat nîqaşkirin. Rojnama Ingilîz Intependent lotikek li Erdogan û gotinên wî xist û ew rexne kir. Lê rexneya herî xweş û zîtirka herî bergîlkî rojnama Fransî Le Monde avêt.
Rojnama Fransî Le Monde, di derbarê mijara kurtajê de sernivîsa xwe kir “Receb Tayyîp Erdogan dergevanê (bekçîyê) vajînayên jinên Tirk e (Erdogan –haşayî wî- bekçîyê quzê jinên Tirk e)” û pêde çûye.
Ez serê we neêşînim, Le Monde sayin Erdogan kiriye bekçîyê quzê jinên Tirk û mîrkutek Fransî li nav serê wî xistiye.
Ez bi xwe nizanim bê Erdogan bekçîyê quzê kê û kîrê kê ye, lê ez ji we dipirsim qurban:
Li gor we sayin Kasimpaşalî bekçîyê çi ye?
– Bekçîyê sînorên Tirkiyê ye
– Parêzerê artêşê ye
– Gardîyanê hepsê ye
– Dergevanê doxînên xelkê ye
– Melkemotê serê PKK û BDP ye
De yallaaaa…
Heçê tê derxe emê kevçîyek savar, du kevçî tirşik û baskek mirîşkê bidin wan
Têbinî: Ji kerema xwe di şiroveyên xwe de gotinên dûrî edebê nenivîsin
Parîs